Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin

  • rojane
  • 11:04 26 Hezîran 2022
  • |
img

ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan têkildarî nîqaşên di komîsyona ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û wiha got: “Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî gelê kurd şer dikin.” 

Komîsyona Têkel ku ji endamên Makeqanûn û Komîsyona Edaletê ya Meclisê pêk tê, bi mebesta rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, di 23’yê hezîranê de civiya. Di heman rojê de biryara avakirina Komîsyona Amadekar hate dayîn. Komîsyona Amadekar jî di 23’yê hezîranê de civiya û ji bo parastina nivîskî heta 4’ê tîrmehê û ji bo parastina devkî jî heta 5’ê tîrmehê dem da Aydenîz. 
 
Komîsyon divê xebatên xwe yên ji bo 5 fezlekeyên cuda yên derheqê Aydenîz de di nava mehekê de temam bike û rapora xwe ya ji bo rakirin an jî nekirina parêzbendiya Aydenîz jî bişîne Komîsyona Têkel. Piştre jî dê Komîsyona Têkel ji bo hevdîtinê were ba hev. Heke hem di Komîsyona Amadekar û hem jî di Komîsyona Têkel de biryara “rakirina parêzbendiyê” derkeve, dê ev biryar ji Lijneya Giştî re bê şandin û biryara dawî dê ew bidin. 
 
BI NÛÇEYÊN NÎJADPEREST HEDEF NÎŞAN DAN 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Fatma Kurtulan ku beşdarî civîna li Komîsyona Têkel bûbû, derheqê nîqaşên di komîsyonê de axivî. Kurtulan, anî ziman ku beriya civîna komîsyonê, hem derheqê Aydenîz û hem jî derheqê partiyan wan de li ser medyaya alîgir nûçeyên nîjadperest hatine weşandin û wiha got: “Parlamenterên desthilatdariyê û şirîkê wê di nava hewldanê de bûn ku demek beriya demekî biryar bê dayîn. Serokê komîsyonê jî got ‘jixwe komîsyoneke teknîk e. Em ê komîsyoneke jêrtir ava bikin û belav bibin.’ Bi vê helwestê hewl da bûyerê biçûk nîşan bide lê belê me jî gotina xwe kir.” 
 
PIRSGIRÊKA KURD 
 
Bi domdarî Kurtulan diyar kir ku di fezlekeyên li komîsyonan de îdiayên “Qanûna Civîn û Meşên Xwepêşandanan a Hejmar 2911” û “Berxwedana li dijî polîsan” nehatine nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Mijar hate ser axaftinên me yên derheqê tecrîdê, birêz Ocalan, helwesta me ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û hwd. Nûnerê MHP’ê dest bi vegotina dîroka PKK’ê kir. Axaftinên me yên di daxuyaniyan de xwendin û fezleke vegotin. Hewl dan aşkera bikin bê ka em çawa li PKK’ê dinihêrin. Civîneke ku tê de zêdetir pirsgirêka kurd hatiye nîqaşkirin çêbû. CHP’ê jî di komîsyonê de bal kişand ser xalên Makeqanûnê, biryarên binpêkirinê yên AYM’ê û gotin ku rakirina parêzbendiyan hiqûqî nîne. Heke mijar qêrkirina polîsan û tundiya li wan hatibe kirin, parlamenterên AKP-MHP’ê jî dikin. Wekîlê MHP’ê jî ev yek qebûl kir. Lê polîs mafên me binpê dikin.” 
 
‘VÎNA GEL TUNE DIHESIBÎNIN’
 
Di berdewamê de Kurtulan bal kişand ser axaftina serokê komîsyonê ya derheqê “îtîbara parlamenteran” de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di esasê xwe de tu îtîbareke meclisê nema ye. Li cihekî ku polîs li parlamenteran dixin, li erdê tên kaşkirin û rastî heqaretan tên kesek nikare qala îtîbarê bike. Bi van tiştan re îtîbara Meclisê jî zêde nabe. Ev tundiya li dijî parlamenterên kurd, ji roja ku em ketine Meclisê heta niha berdewam e. Ev bêhiqûqî ji ewil li me tên kirin û piştre jî li ser civakê berbelav dibe. Piştî me jî tiştên li Yeneroglu û parlamenterê CHP’ê hatine kirin hene. Polîs ji bilî AKP-MHP’iyan kesekî wek parlamenter nabînin. Bi qeyûman hilbijartinên li Kurdistanê betal dikin û niha jî gav bi gav parêzbendiyan radikin û vîna gel tune dihesibînin. Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî gelê kurd têdikoşin û şer dikin. Hem li girtîgehan û hem jî li derve wisa ye. Nahêlin gelê kurd yek mafê xwe yê demokratîk pêk bîne. Lê belê di pirsgirêka kurd de ev rê êdî encamekî bi xwe re nayînin. Kurd êdî birêxistinkirî ne û hemû cîhan wan nas dike. Dost û rêhêvalên wan hene. Anku ev rêbaz dê encamekî bi xwe re neyînin.”
 

Sernavên din

01/07/2022
13:39 DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!