Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist

  • rojane
  • 11:37 31 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Mûrat Gunturk, diyar kir ku beriya ku bikeve girtîgehê dibistan nexwendibû û girtina xwe veguherand firsendekê û got: “Her girtiyê siyasî ku dikeve girtîgehê kesayeteke ku li ser navê civakê li ber xwe dide ye.”
 
Girtiyê nexweşê giran Mûrat Gunturk ku di 11’ê Adarê de hate berdan û piştî 4 sal û 8 meh cezayê wî yê girtîgehê qediya ji Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê hate berdan, di çalakiya greva birçîbûnê ya di 26’ê Gulana 2019’an de bi daxwaza tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ketibûyê felca qismî derbas kir. Di sala 2020’an de teşhîsa penceşêrê danîn ser Gunturk ê tedawiya wî hate astengkirin.
 
Gunturk, piştî ku di dema emeliyatê de ji sedî 99 girêka di serî wî de hate tespîtkirin û hate wergirtin careke din şandin girtîgehê. Gunturk ê ji ber nexweşiyê bi awayekî qismî bîra xwe winda kir, daxwaza wî ya ji bo girêka ji sedî 1’ê ku careke din emeliyat be ji aliyê girtîgehê ve hate redkirin. Gunturk ê tê payîn ji nû ve emeliyat bibe binpêkirinên mafan ên jiyan vegotin. 
 
DI BINÇAVAN DE ÎŞKENCE LÊ HATE KIRIN
 
Gunturk ê pêvajoya xwe ya binçavkirinê vegot, diyar kir ku polîsên ku bi ser mala wî de girtin weke ku biçin şer deriyê xaniyê wî şikandine û ketine hundir, çek xistiye serê herkesê û her tim gef li wan xwarin e. Gunturk, da zanîn ku polîsan îşkence jî li wî kirine û got: “Di hucreya yek kesî ku li qereqola tê de hatim ragirtin de dan û standina hewa nebû. Dema ez piştî 6 rojan derketim min ferq kir ku rûyê min reş bûye. Ez fikirîm ku ji bê hewayiyê hucreyên di rûyê min de mirî ne. Di çarçoveya dosyayê de 18 kes hatibûn binçavkirin. Piştî danişînên hatin dîtin 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.”
 
‘CEZAYÊ LI MIN HATE BIRÎN MIN VALA DERXIST’
 
Gunturk, anî ziman ku dadgehê bi lez û bez dosya girt û got: “Me dizanî ku edalet pêk nayê û texmîn dikir ku pergala desthilat û berjewendî perestan dê çi bike.” Gunturk, bi lêv kir ku tevî cezayê lê hate birîn jî moralê xwe xerab nekir, ev rewş vegerand firsendekê û wiha berdewam kir: “Me bi çavê akademiyekê li girtîgehê dinêrî. Bi hişmendiya ku ne tenê çar dîwar in ez çûm. Min dibistan nexwendibû û min ev rewş vegerande avantajekê. Mirovek keyfxweş dibe ku nexwendiye? Heke min bixwenda wê karîbûna min xistine qalibekê de. Lê zanîna ku min di girtîgehê de bidestxist û bi lêhûrbûnên xwe yên li ser mirovahî, xweza û dîroka gerdûnê min ceza vala derxist.”
 
‘MIRIN HATE KUŞTIN’
 
Gunturk, anî ziman ku bi lêkolîn û zanînê xwe û civak zêdetir nas kiriye û wiha pê de çû: “Ez bi vê hişmendiyê tev li çalakiya greva birçîbûnê bûm. Me dizanî dê li wir tenduristiya me zirarê bibîne. Me her tişt berçav girt. Ji bo me mirin nebû. Ji ber ku mirin di Zindana Amedê de hate kuştin. Di vê xetê de mirin tune bû. Rojeke ku em ketin meha sêyemîn dema min pirtûk dixwend, min dengê teqîneke dijwar bihîst. Di wê kêliyê de hevalekî din hebû. Mi ji wî pirs kir ku teqîn bihîstiye an nebihîstiye. Wî jî got tu deng nebihistiye. Pişt re min ferq kir ku teqîn di nava mejiyê min de pêk hatiye. Pişt re min hîs kir ku êşan dikişinim. Lê ji ber di çalakiyê de bûm, min ji kesê re ev tişt negot. Dema ez sibê hişyar bûm jî min di aliyê laşê xwe yê çepê sarbûnek hîs kir. Ji ber zerara li loba rastê ya mijiyê min, aliyê laşê min yê çepê bi awayekî qismî felç bû.”
 
‘PEYWÎRA XERAB BIKARANÎ’
 
Gunturk, diyar kir ku ji ber çalakiya wî berdewam kir neçû cem revîr an bijîşkî, piştî çalakiya wan bi dawî bû çûye cem bijîşk û aciziya xwe ji bijîşk re gotiye lê bijîşk ew guhdar nekiriye. Gunturk, bi lêv kir ku bijîşk îxanetî pîşeya xwe kiriye û got: “Bijîşk rewş bi awayekî biçûk nirxand û çend derman dan.” Gunturk, da zanîn ku pişt re dîsa serî li revîrê daye, derziyek lê dane û ev tişt got: “Min ne zanî derzî ya çiye. Qasî 4 mehan min nekarî ji ber derziyê bimeşim. Ez heman janê hîs dikim. Difikirim ku bijîşk peywîra xwe xerab bikaranî ye.”
 
BIJÎŞK BINPÊKIRIN FÊM KIR
 
Gunturk, diyar kir ku dema piştî salekê dîsa çû nexweşxaneyê rewş hate fêmkirin û wiha pê de çû: “Bijîşk çawa li raporan nêrî binpêkirin fêm kir. Xwest ez bil ez emeliyat bim. Ji ber min jî bawerî pê anî min qebûl kir. Cîdîbûna wê ji min re vegot. Li vê derê tişta balkêş bû helwesta cendermeyan. Cendermeyan bi gotinên ‘Dewlet li van dinêre. Heke di destê min de bûye…’ dixwestin min tehrîk û provoke bikin. Dema ez birim lavaboyê hewl didan li min bidin. Heke li her derê kamera nebûne wê li min xistibûna.”
 
EMELIYATA DUYEMÎN JÊ RE NEHATE RAGIHANDIN
 
Gunturk, da zanîn ku daxwaza bijîşkan a emeliyata duyemîn ji wî re nehatiye ragihandin û got: “Bi ser emeliyata ewil re salek derbas bû. Lê agahiya min nû jê çêbû.” Gunturk, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û destnîşan kir ku zext bênavber didomin. Gunturk, vegot ku li qawişên wan her tim lêgerîn hebûn, dest danîn ser pirtûk û nîşeyên wan û bi lêv kir ku ji ber nîşeyên ku nivîsîn derbarê wan de lêpirsîn dihate vekirin. Gunturk, da zanîn ku girtîgehê pirtûka bi navê “Belavkirina desthilatê (iktidarı dağıtmak)” nedigirtin hundir û wiha domand: “Dema me ji wan dipirsî çima pirtûkê nagirin hundir, ji me re digotin ji ber navê wê nagirin hundir. Ji me re pirsa ‘Hûn ê desthilatê belav bikin?’ kirin Desthilata serweriya zilam, bêexlakiya herî mezin ku li civakê tê ferzkirine. Bifikirin, rêveberiya girtîgehê bêyî ku qedexebûna pirtûkê binêre dikare ji ber navê wê dest dane ser pirtûkê. Bi vê mînakê mirov dikare bêhiqûqiya tê ferzkirin bibîne. Ya di êdî hûn bifikirin.”
 
LI SER NAVÊ CIVAKÊ LI BER XWE DIDIN
 
Gunturk ê dîwarên girtîgehê weke destpotîzmê bi nav kir, gotinên xwe wiha domandin: “Lê me bi berxwedana xwe firsend nedidan wan. Me dît ku çi li kesên ne li ber xwe didin dikin. Rastî gelek pêkanînan dihatin. Me ev pêkanîn red dikin û berteka xwe nîşan dida. Ev yek jî diçû zora wan. Ji me re digotin ‘Hûn cesaretê didin wan’. Ji xwe em ê cesarete bidin wan. Her girtiyê siyasî ku di zindanê de ye esas kesayetên li ser navê civaka xwe li ber xwe didine. Ew tişta li wir tê kirin ne li kesan li civakê tê kirin. Heke zindan bên windakirin wê her mal bibe zindan. Ji xwe hişmendî veguherîne.”
 
‘TIŞTÊ HATIYE DIZÎN MIN DÎSA QEZENÇKIR’
 
Gunturk, anî ziman ku li girtîgehan ketiye ferqa gelek tiştan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov li pişt xwe dizivire û dinêre ferq dike ku kêm jiyaye. Ez nikarim bêjim min tiştek li xwe zêdekiriye. Di zindanê de meyla we ya li cewhera xwe, yanî ber bi nirxên civakî û gerdûnî ve zêde dibe. Tevî vê yekê tu dikevî ferqa cîdiyeta têkoşînê. Tu lêgerîna di çavên zarokekî de dibînî. Tu dest bi hîskirina evîna xwezayî ya dayikekê dikî. An jî dema tu li mirovekî bindest dinêrî tiştên ku te jiyane hîs dikî. An jî dema tu li darekê jî dinêrî tiştên ku beriya niha te nedîtine, tu dibînî ku nêrîna ji te hatiye dizîn tu dîsa qezenç dikî.”
 
HERKESÊ JI XWE RE GIRTÎGEHEK AVAKIRIYE
 
Gunturk, destnîşan kir ku derî û dîwarên girtîgehê weke sînor tên diyarkirin lê ev wan asteng nake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên siyasî yên di zindanan de, ew mirovên ku gerdûnê dijîne. Mirovên herî azad in. Ji ber ku berxwedanek heye. Hesret û ferqkirina jiyanê heye. Divê jiyan tenê ji dayîn û stendina bêhnê nebe. Dejenerebûna beriya 5 hezar salan berdewam dike. Pîvanên etîk û estetîk, exlaqê û xerca civakê ya bingehîn e berdewam dike. Her ku diçe rewşeke girtîgehê tê jiyîn. Ev civak bi rastî xetereyan nabîne an jî bi rastî bêhestiyar tevdigere? Dema ez derdiketim diçûm dereke û navnîşan dipirsîn gelek zehmetî dikişand. Herkes ketiye nava telefonan. Herkesê ji xwe re girtîgehek ava kiriye.”
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

31/05/2022
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin