Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe

  • ciwan
  • 21:00 20 Gulan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirina girtiyan û xwestin di serî de tecrîda li Îmraliyê û bi giştî tecrîda li hemû girtîgehan bi dawî bibe. 
 
Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Îzmîrê, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Ciwanên Demokrat ê Nû (YDG), Fealiyeta Xwendekaran (OF) û Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirina girtiyan xwestin bi tabûtên temsîlî ji ber avahiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê heya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê bimeşin. 
 
PROTESTOYA BI TABÛTAN
 
Lê belê polîsan tabût ji xwe re kirin hincet û nehiştin ciwan bimeşin. Ji ber vê di navbera ciwan û polîsan de rageşiyek rû da. Piştî rageşiyê ciwanan jî wekî bertek bi tabûtên bi rengê sor boyaxkirî li ber avahiya ESP'ê ya bajêr çalakiya rûniştinê li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de pankartên li ser "Bibin dengê zindanan" û "Li zindanan komkujî heye" nivîsandî vekirin û tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Aysel Tûglûk rûmeta me ye" û "Garîbe Gezer rûmeta me ye" berz kirin. 
 
'GIRTÎ TÊN QETILKIRIN'
 
Paşê Meryem Yildirim li ser navê ciwanan daxuyanî da. Yildirim diyar kir ku li Tirkiyeyê girtîgeh wekî amûreke cezayê li ser ceza tê bikaranîn û got: "Ev bi awayekî aşkere binpêkirina peymanên navneteweyî û mewzûata xwecihî ye. Îşkenceyên ne kêmî yên 12'ê Îlonê li girtiyan tên kirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Dixwazin bi îşkence, lêdan, tahdeya zayendî, gefxwarin û cezayên dîsîplînê girtiyan îzole bikin. Îşkenceya lêgerîna tazî didome. Û ya herî girîng jî di bin navê 'xwekuştinê' de girtî tên qetilkirin. Em li dijî vê atmosfera çavtirsandinê ya hatiye afirandin radibin. Em ciwan girtiyên şoreşger diparêzin. Em ê li her derî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, tecrîda li girtîgehan û komkujiyan faşîzma AKP-MHP'ê teşhîr bikin û heya daxwazên me bên qebûlkirin dê têkoşîna me bidome." 
 
LI EGEYÊ 104 GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Yildirim bibîr xist ku li herêma Egeyê ji sala 2020'an heya niha 104 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û li girtîgehan jî 590 jê giran hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Yildirim daxwazên ciwanan ên derbarê girtîgehan de jî bi vî awayî rêz kirin: 
 
* Demildest divê tecrîda li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê û girtîgehên din bi dawî bibe. 
 
* Mekanîzmayên edlî û îdarî divê têkildarî serlêdanên tên kirin lêpirsînên çalak bidin destpêkirin. 
 
* Rejîma girtîgehê divê derbarê şert û mercên fizîkî û nêzîkatiyên kêfî de venihêrîneke îdarî û darazî ya çalak pêk bîne. 
 
* Divê pêwendiya girtiyan a bi malbatê û derve re neyê astengkirin. 
 
* Girtî divê wekî ku di mewzûatên navneteweyî û neteweyî de hatiye diyarkirin, sewqî girtîgehê nêzî malbatên xwe bên kirin. 
 
* Astengkirin û kotaya di warê rojname, kovar, radyo, kinc, name û pirtûkan de bê rakirin. 
 
* Mafên hevdîtin, nivîsandin û parastinê yên bi zimanê zikmakî divê bi awayekî qanûnî bên mîsogerkirin û astengiyên kêfî bên rakirin. 
 
* Divê cezayên dîsîplînê bên rakirin. 
 
* Lêgerîna tazî ya li dijî rûmeta mirovahiyê divê neyê ferzkirin û dest jê bê berdan. 
 
* Divê astengiyên li ber aktivîteyên sosyal û çandî yên girtiyan bên rakirin." 

Sernavên din

20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!