Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin

  • rojane
  • 09:10 14 Nîsan 2022
  • |
img

ENQERE - Parêzer Mavîş Aydin diyar kir ku îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan veguherîne tiştekî asayî û ji ber van pêkanînan mafên bingehîn ên girtiyan tên binpêkirin. 

Endama Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Mavîş Aydin, çavdêriyên xwe yên di dema serdanên girtgehan de ragihandin. Aydin, destnîşan kir ku li girtîgehan pêkanînên dijî rûmeta mirovan hene. Aydin, destnîşan kir ku karîneya bêrîbûnê tune tê hesibandin, înfaz tên şewitandin û mafê berdana bi şertî tê binpêkirin. 
 
‘LI ODEYÊN BÊ KAMERA ÎŞKENCE' 
 
Aydin, diyar kir ku bi girtiyên ku îşkence li wan hatiye kirine hevdîtin kirine û got: "Ez çûm Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê. Li wir muwekîlên me yên i Sîlîvriyê hatine sewqkirin hene. Ewilî 4 kesên ji Girtîgeha Afyonê anîne vira. Li vira şevekê dimînin. Bi qayişan qirika wan dijidînin, bi pehîn û kulman li wan dixin. Belesebeb. Lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Ji ber ku li ber vê rabûne wan birine odeyeke bêkamera qederekê îşkencê li wan dikin. Gava me xwest em hevdîtinê bi îdareya girtîgehê re bikin, daxwaza me nehat qebûlkirin." 
 
BÊCEZATÎ
 
Aydin, destnîşan kir ku tu hukmeke di mewzûatê de nayê pêkanîn û gava ji bo vê serlêdanê dikin jî bi polîtîkaya bêcezatiyê re rû bi rû dimînin û got: "Ji dadgehên sulhê bigire heya dadgehên cezayên giran, ji yên edlî bigire heya yên qanûna bingehîn hemû biryarên neyînî didin. Berê girtîgehên îşkence lê dihatin kirin dikirin muze, lê niha li her bajarî girtîgehên qerase tên çêkirin. Gardiyan, bijîşkên ku mirov ji tenduristkariya wan bi şik û guman e, midûrên girtîgehan... Yek ji vana jî nakeve ber lêpirsînan. Lê muwekîlên me yên tahde li wan tê kirin dikevin ber lêpirsînan. Hem îşkence li wan tê kirin hem jî wekî bersûc dikevin ber lêpirsînan." 
 
DESTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ
 
Aydin, têkildarî biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê de jî axivî û got: "Kesên dest dirêjî zarokan dikin, kesên tahdeyê dikin bêyî înfaza xw etemam bikin tên berdan, lê girtiyên polîtîk çendî înfaza xwe temam kirine jî nayên berdan. Bi taybetî dixwazin di ser girtiyên polîtîk re civakê dîzayn bikin û em dibînin ku ev terîcheke Wezareta Dadê û dewletê ye. Piştgiriya polîtîkaya bêcezatiyê dikin û îşkence veguheriye tiştekî asayî." 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Aydin, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku bi raporên xwe berdana girtiyên nexweş asteng dike. Aydin got: "Heman tişt ji bo Aysel Tûglûkê jî heye. Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê di rapora xwe de ji bo wê gotibû nikare bi tena serê xwe jiyana xw ebidomîne. Paşê ATK'ê raporek berevajî vê da. Di rapora xwe de dibêje, 'Dizane bê barê sûcê wê çi ye.' Çendî hatibe gotin ku 'dikare bi tena serê xwe jiyana xw ebidomîne' jî ez bi awayekî rêk û pêk diçim cem wê. Ez ji roja roj de nexweşîna wê jî dişopînim. Şert û mercên amadekirina raprê bi xwe jî xirab in. Li gor texmîna me ji xeynî personelên ATK'ê hin saziyên dewletê jî mudaxilî vê yekê bûne." 
 
Aydin, destnîşan kir ku ger bi awayekî siyasî mudaxileyî ATK'ê neyê kirin dibe ku raporên erênî bên dayîn û gt: "Em wisa difikirin ku bi mudaxileyî nikarin peywira xwe bikin. Desthilateke ku ji bo wê ewlehî ji azadiyê wêdetir, bekaya dewletê ji rûmeta mirovan wêdetir heye. Ez wisa difikirim ku ji ber mudaxileya vana nikare peywira xwe bîne cî." 
 
Aydin, bilêv kir ku çareseriya bingehîn astengkirina mudaxileya li ser ATK'ê ye. 
 
PÊDIVIYA WAN BI PIŞTGIRIYÊ HEYE
 
Aydin, diyar kir ku pêdiviya girtiyan bi piştgiriya derve heye û got: "Em ji bo bi civaka rêxistinbûyî û parêzvaniya mafan a rêxistinbûyî ji heq van tiştan derkevin divê em bixebitin. Bi taybetî jî pêdiviya kesên li ber mirinê bi me heye." 

Sernavên din

17/04/2022
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin
15:40 Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin
15:30 Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin
15:21 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine
15:15 Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir