Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim

  • rojane
  • 09:14 9 Nîsan 2022
  • |
img

ÊLIH - Yahya Karabaş ku li gundê Timoqê hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin, giliyê îşkencekaran kir. Karabaş got, dikare ji eskerên îşkence lê kirin yekî teşxîs bike. 

Di 31'ê Adarê de eskerên Qereqola Cendirmeyan a Timoqê avêtibûn ser gundê Timoqê yê girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê. Eskeran di avêtina ser gund de çewal xistibûn serm welatiyan û ew binçav kiribûn û 4 rojan li ser hev îşkence li wan kiribûn. Gundî piştî îşkenceyeke giran hatibûn berdan. Gava hatibûn berdan xwestibûn raporê bigirin, lê rayedarên eskeran gef li wan xwaribûn û gotibûn "em ê tevî we gund bişewitînin." Ji 5'ê Nîsanê ve ketin ûd erketina gund qedexe ye û heyetên dixwazin biçin gund lêkolînêb ikin jî tên astengkirin. 
 
GILÎ KIR
 
Ji şêniyên gund Yahya Karabaş ê îşkence lê hat kirin, tevî parêzer Bahar Demîr li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê gilî kir. Karabaş, behsa roja bûyerê kir û got: "Ber destê sibehê avêtin ser malên me. Piştî lêgerînê em binçav kirin. Piştî binçavkirinê me birin qadeke daristanî ya nêzî gund û 4-5 kesên me ser çavên wan nedît çewal xistin serê me û îşkence li me kirin. Ên li me xistin gef li me dixwarin. Digotin, 'Dua bikin me te nekuştiye, em te bikujin dê kes pê nehese û em ê te bavêjin ber heywanan.' Paşê min birin devereke herî ya nêzî nîv saetê dûrî mala min. Di nav heriyê de jî li min xistin. Gava eskeran ez anîm malê jî li min xistin. Li wir milê min hişka badan û gotin, 'em ê milê te bişikînin û te seqet bikin.' Hevjîna min û cîranê min şahid in. Gava hewce be dikarin wekî şahid îfadeyê bidin. Piştî vê 8-10 saetan bi şûn de em birina Fermandariya Cendirmeyan a Êlihê." 
 
Karabaş, behsa dema li nexweşxaneyê jî kir: "Me birin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Bijîşkê beşa lezgîn em muayene kirin. Ji ber ku dewsa derban li ser canê me hebû, bijîşk rapor hazir kir. Lê gava eskeran rapor dît, ji bijîşk re gotin 'raporeke din hazir bike, bila tê de behsa derban neyê kirin.' Bijîşk eskeran ji odeyê derxist. Parêzerê min di 01.04.2022'yan saet di 10.20'an de hat cem min û vê acrê wî daxwaz kir ku min bibin nexweşxaneyê, lê hem dozgerê dosyeyê hem jî eskeran nehişt. Gava di 02.04.2022'yan de min birin nexweşxaneyê, cendirmeyan ji min re gotin gava gotin çi bûye ji çavê te, bibêje 'ji ber dermanan çavên wisa bûye.' Bi vî awayî bi ser min de hatin." 
 
‘EZ DIKARIM ÎŞKENCEKAR TEŞXÎS BIKIM'
 
Karabaş, bibîr xist ku di 2'yê Nîsanê de kesê îşkence lê kiribû dewsa tiliyên wî girtiye û got: "Li wir kesekî ku navê wî nizanim, lê gava di wêneyan de bibînim ez ê wî nas bikim, eskerekî sivîl, ji min re got, 'Ji min re cihê endamên rêxistinê bibêje, yan na ez ê te bikujim.' Gava wiha got çek jî sprat serê min. Paşê ji min re got, 'eşeda xw ebîne.' Û cardin ji min re got, 'Dua bike min te nekuştiye, ê li gund ev tişt anîn serê te yek jê ez bûm, min dikaribû te bikuştana, lê min nekuşt, min te ji dewleta hiqûqê re hişt.' Bi vê gefê re cardin li min xist. Gava li min xistin, ji ber ku çewal di serê min de bû min ser çavê kesî nedît. Lê ez bibînim ez ê karibim teşxîs bikim. Ev kes kesekî dirêj, esmer bê simbêl û rî bû." 
 
Karabaş, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ger tiştek bê serê wî berpirs kesên ev tişt anîn serî wî bi xwe ne û got: "Tim gef li min xwarin û xwestin ser vê bûyerê bigirim. Niha ger pê bihesin min giliyê wan kiriye dibe ku zirarê bidin min. Ez giliyê van kesan dikim ku bi mirinê gef li min xwarin, çek spratin serê min, li min xistin û giliyê tenduristkarên ku ez muayene kirim lê derman nedan min jî dikim." 
 
Parêzer Bahar Demîr jî bilêv kir ku ji ber îşkenceyê hem derûnî hem jî tenduristiya muwekîl wê nebaş e û ji bo jiyana wî fikarên wan hene. Demîr, destnîşan kir ku eskerên dewletê ku ji ewlehiya welatiyan berpirsiyar in peywira xwe xirab kirine û got: "Tahdeyeke derûnî û fizîkî kirine. Ev tahde û îşkence ji roja ewil ve ji aliyê me ve hatiey etspîtkirin. Û ev piştî hevdîtinên di dema binçavkirin de hatine belgekirin." 
 
MA /  Fethî Balaman
 

Sernavên din

12/04/2022
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an