Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê

  • rojane
  • 09:06 9 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel a OHD'î li Girtîgeha Rihayê hevdîtin bi girtiyan re kir, ragihand ku "e-Goruş" jî di nav de girtî bi gelek cihêkariyan re rû bi rû dimînin û îdareya girtîgehê heftê 2-3 caran davêje ser odeyên wan. 

Li girtîgehan her roj binpêkirinên mafan ên girtî bi wan re rû bi rû dimînin zêde dibin. Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T'yê girtiyên siyasî ji SEGBÎS û "e-Goruş" bêpar tên hiştin. Girtiyan ragihand ku bi tayinkirina dozgerekî nû re îdareya girtîgehê hefteyê 2-3 caran davêje ser odeyên wan û daxwaznameyên wan esas nayên girtin. 
 
Piştî malbatan serî li Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê da, komeleyê di 6'ê Nîsanê de li Girtîgeha Rihayê ya Jimare 1 û Jimare 2'yan a Tîpa T'yê hevdîtin bi girtiyan re kir. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê ya Şaxa Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel ku di heyetê de bû, têkildarî hevdîtina bi girtiyan re û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê axivî. 
 
‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN'
 
Demîrel, diyar kir ku têkildarî binpêkirinên mafan li girtîgeha jimare 1 û jimare 2'yan bi gelek girtiyan re hevdîtina rû bi rû kirine. Demîrel, da zanîn ku dê binpêkirinên mafan ên wan tespît kirine wekî rapor bi raya giştî re parve bikin û got: "Beriya şewbê binpêkirinên mafan zêde bûn, lê bi şewbê re zêdetir bûn. Ev pirsgirêkên kronîk bûne her diçe zêdetir dibin. Me roja çarşemê hevdîtin bi girtiyan re kir. Girtiyan, ragihand ku daxwazname, name û çalakiyên wan ên hevpar hatine qedexekirin. Girtiyan got, lêpirsînên dîsîplînê wekî keysekê tên bikaranîn. Gotin, di tiştekî biçûk de jî bi gefa cezayê dîsîplînê re rû bi rû dimînin. Bi awayekî kêfî cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn. Girtiyan diyar kir ku, li girtîgehê tu pîvanên paqijiyêt une ne. Çendî şewb heye jî, lê mirov nikare behsa paqijiyê bike. Ev jî dike ku girtî bi şewbê re rû bi rû bimînin." 
 
LÊGERÎNÊN KÊFÎ
 
Demîrel, da zanîn ku îdareya girtîgehê hefteyê 2-3 caran davêje ser odeyên girtiyan û ev yek meseleya paqijbûnê girnatir dike. Demîrel, destnîşan kir ku di dema lêgerînê de bêhiqûqîtî tên kirin û got: "Di dema lêgerînê de eşyayên zarûrûî yên girtiyan jî tên desteserkirin. Amûrên wan ên paqijiyê jî tên desteserkirin. Girtiyan ragihand ku di dema lêgerînê de rêvebir bi awayekî devkî wan tehrîk dikin û provakatoriyê dikin. Girtiyan got, gava bersivê didin jî cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Ji ber vê înfaza wan tê şewitandin." 
 
CIHÊKARÎ
 
Demîrel, destnîşan kir ku li girtîgehê bi rêya SEGBÎS'ê derfeta "e-Goruş"ê heye ku girtî bi vê dikarin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin, lê belê girtiyên siyasî ji vê yekê bêpar tên hiştin. Demîrel got: "Li girtîgehê cihêkarî pir zêde ye. Çendî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) cihêkarî qedexe kiriye jî, lê rêvebiriya girtîgehê dijî vê tevdigere. Girtiyên siyasî 10 deqeyan dikarin bi telefonê hevdîtinê bikin, lê yên edlî 20 deqeyî. Girtiyên edlî sûdê ji hevdîtina bidîmen digirin, lê yêns iyasî na. Gava di dema hevdîtina girtî de serdêrê girtî neyê, ev mafê hevdîtinê li yê bi telefonê tê zêdekirin. Ên edlî sûdê ji vê yekêd igirin, lê yên siyasî na. Ev cihêkarî ye. Bi vê cihêkariyê re tecrîda li ser girtiyan zêdetir dibe." 
 
JINÊN GIRTÎ
 
Demîrel, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên girtiyên jin bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Bi taybetî di warê paqijiyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û rêvebiriya girtîgehê ji bo vê tiştekî nake." 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Demîrel, da zanîn ku li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê li girtîgehên jimare 1 û jimare 2'yan ên Tîpa T ên Rihayê û li Girtîgeha Sêwregê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene û ev girtî jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Demîrel got: "Girtiyên nexweş ji ber raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) nayên berdan." Demîrel, diyar kir ku li Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê hevdîtin bi girtiyê nexweş Bozo Yilmaz ê 67 salî re kiriye û got: "Nexweşîna KOAH'ê pê re ye. Gava hat cihê hevdîtinê hindik mabû bêhna wî biçike. Bi destan û îşaretan pêwendî danî. Piştî hinekî bêhna xwe veda, axivî. Rewşa wî giran e û demildest divê bê berdan. ATK bi awayekî bêhiqûqî rapora 'dikare di girtîgehêd e bimîne' daye wî. Me li cihê cih tespît kir ku Yilmaz nikare di girtîgehê de bimîne." 
 
Demîrel, destnîşan kir ku ew OHD dê têkoşîna wan a li dijî binpêkirinên mafan bidome û got: "Heya ev prisgirêk çareser nebin em ê îşaret bi peywira rayedaran bikin. Çareserkirina meseleyan bi guherandina atmosfera siyasî pêkan e." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

12/04/2022
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an