Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye

img
STENBOL - Welatiyên ku bi sed hezaran daketin qada Newrozê ya Yenîkapiyê diyar kirin ku bi milyonan kesan peyam da ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vîna wan e û xwestin Ocalan azad bibe.
 
Newroza Stenbolê ya 2022’yan bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Yenîkapiyê hate pîrozkirin. Li Qada Yenîkapi ku bi sed hezaran mirov herikînê, welatiyên ku me mikrofon dirêjî wan kir, peyamên xwe bi lêv kirin. 
 
Yek ji welatiyan Muhammed Ulgen diyar kir ku ev Newroz, Newroza kurdan a azadiyê ye û wiha got: “Em ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan azadiyê dixwazin. Azadiya wî azadî û wekheviya Tirkiyeyê û azadiya gelan e.”
 
‘EM NE ŞER AŞTIYÊ DIXWAZIN’
 
Melîke Înce ya Newroza Ocalan pîroz kir jî wiha axivî: “Em dixwazin ku êdî ev şer bisekine û dengê dayikan were bihîstin. Em ne şer em aştiyê dixwazin. Bila Newroza îsal bibe Newroza xwişk û biratî, wekhevî û yekitiyê.” Înce, bi lêv kir ku dixwazin kurdan ji holê rakin û got: “Kurd tu car xelas nabin. Zarokên me 7 salî jî bin wê vê têkoşînê bidomînin û li ber xwe bidin.”
 
‘EM HEBÛNA XWE DIYAR DIKIN’
 
Alamettîn Îşçem jî destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê kurd rojeke gelek girîng e û wiha got: “Em ji bo çi derdikevin qadan? Ji ber ku dixwazin hebûna xwe diyar bikin.” Îşçem, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan kes Abdûllah Ocalan weke vîna xwe dibînin û wiha axivî: “Bi milyonan mirov li qadan qîr dikin ku Ocalan bi awayekî bêhiqûqî girtî ye.” 
 
‘OCALAN TEMÎNATA AŞTIYÊ YE’
 
Abdûlazîz Akinti jî Newroza gelê kurd û hemû gelan pîroz kir û got: “Em ji bo azadiya Ocalan li vir in. Temînata aştiyê Ocalan e. Divê teqez azad bibe. Divê azad bibe ku aştî were vî welatî. Ji bo xwişk û biratiya hemû gelan divê Ocalan azad bibe.”
 
‘BILA TECRÎD RABE’
 
Adar Tûran jî da zanîn ku ji bo tecrîda li ser Ocalan were rakirin hatine Newrozê û wiha axivî: “Em ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin hatine pîrozbahiyên Newrozê. Tu zext û zilm nikare bandorê li me bike. Em natirsin û em ê li ber xwe bidin. Desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê hewl dide nîşan bidin ku HDP qediyaye. Lê ev teqez derew e. HDP mezin dibe. Ev Newroz jî nîşaneya wê ye.”
 
‘EM DIXWAZIN DI NAVA AŞTIYÊ DE BIJÎN’
 
Abdûllah Îmîr, diyar kir ku gelê kurd tu caran nexwestiye vî welatî perçe bikin û wiha axivî: “Gelê kurd bêdeng nabe. Em weke gelê kurd ê tune tê hesibandin dixwazin di nava aştiyê û xwişk û biratiyê de bijîn. Me weke gelê kurd tu caran cihêkarî nekir. Me tirk weke xwişk û birayên xwe dîtin lê ew me weke dijmin dibînin. Em dibin xwişk û biratî Ew me binçav dikin û zextan dikin. Îro bi milyonan polîsan me dorpêç bikin jî nikarin me bêdeng bikin.”
 
TECRÎD RABE WÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN
 
Tacdîn Kiliç jî xwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe û wiha got: “Heke ev tecrîd demildest rabe wê li vî welatî ji aboriyê heta gelek tişt dê çareser bin. Kurd her tim azadiyê dixwaze. Em dixwazin ev tecrîd demildest rabe. Me îro li vir ev peyam da. Em tu car serî natewînin. Kurd êdî natirsin. Azadiya xwe dixwazin.”
 
JI BO AZADIYA OCALAN
 
Fîkriye Tûrgût jî bi lêv kir ku gelê kurd ji bo azadiya xwe derketiye qadan û got: “Ev Newroz ji bo azadiya Rêber Ocalan e.”
 

Sernavên din

24/03/2022
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş