Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi hezaran kes diherikin qadên pîrozbahiya Newrozê. Li van bajaran pîrozbahiyê bi kelecanî dest pê kir. 

 
Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Starta ewil a pîrozbahiya Newrozê di 15’ê adarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibû dayîn. Îro li 19 navendan agirê Newrozê tê vêxistin. Li Dêrsim, Şirnex, navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, li navçeya Panosê ya Agiriyê, li Mêrsînê, li navçeya Gebze ya Kocaeliyê ji serê sibehê ve gel diherike qadên Newrozê. Tevî hewa sar û barîna berfî jî jin, ciwan bi cilên xwe yên kurdî ango netewî diherikin qadên Newrozê û qadan tije dikin. 
 
 
 
 
 
 
 
PANOS
 
Li Panosê xelkê navçeyê ji serê sibehê ve li qadê kom bûn û qad tije bû. Tevî ku pileya hewayê di bin sifrê de ye jî xelk li qada pîrozbahiyê ye. Li gelek gundan ji ber barîna berfê rê hatin girtin û tevlibûna Newrozê zehmet kir. Rêyên hatine girtin ji aliyê şaredariyê ve tên paqijkirin. Xelkê Panosê li ser berfê li ber stranan govendê digerîne. 
 
PIRSÛS
 
Li navçeya Pirsûsa Rihayê jî agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek rêyên diçin qada Newrozê ji aliyê polîsan û leşkeran ve hatine girtin. Bi hezaran welatiyên li qadê kom bûne li ber stranan govendê digirin. 
 
Li qada Newrozê wêneyê Denîz Poyraz û wêneyên 33 ciwanên di êrişa DAIŞ’ê de di tîrmeha 2015’an de hatin qetilkirin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Polîsan destûr neda pankarta “Ji her kesî re edalet” ku çalakiya Emîne Şenyaşar bi bîr dixe, bibin qadê. Bi hêceta “pankart têkildarî Newrozê nîne” hat astengkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina destpêkirin û silavkirin dest pê kir û deqîqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axaftin hat kirin. Pişt re jî Hevserokên HDP’a Pirsûsê derbarê girîngiya Newrozê axivîn. 
 
Pişt re agirê Newrozê bi coşek mezin hat vêxistin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û têkoşîna gelê kurd. Pîrozbahî didome. 
 
QOSER
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî pîrozbahî li Qada Otogarê pêk tê. Pîrozbahiyê bi kelecaniyek mezin dest pê kir. Bi hezaran welatî ji saetên serê sibehê ve diherikin qadê û dirûşmên “Bijî Newroz” berz dikin. Li qadê bi hezaran welatî tevî barîna baranê jî kom bûne. Welatiyên kom bûne dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. Hatina welatiyan a qadê didome. 
 
MÊRSÎN
 
 
Îsal Newroz bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Newroz wê li Çukurovayê ji li 5 bajar û 2 navçeyan bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê yên li Çukurovayê bi dawî bûn. Li Çukurovayê Newroza yekemîn li Qada mîtîngê ya Tirmilê ya Mêrsînê tê pîrozkirin.
 
Qada Newrozê bi flamayên rengîn hatin xemilandin. Pankartên “Newroz pîroz be”, “Em ê tecrîdê bişikînîn, faşizmê têk bibin”, “Dem dema serkeftinê ye” hatin daliqandin.
 
Serê sibehê jin bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi xiftanên xwe diherikin qada Newrozê. Girseya li hev kom dibe dirûşmên “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz be” berz dikin. Jinan bi rengê kesk, sor û zer xwe xemilandin bi stranên Newrozê govendê digerînin.
 
Pîrozbahiya Newrozê berdewam dike.
 
ŞIRNEX 
 
Li navenda Şirnexê jî pîrozbahî tê lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê pankartên “Dem dema serkeftinê ye”, “Newroz raperîna jinan e” û “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin” hatin daliqandin. Welatiyên beşdarî pîrozbahiyê bûne cilên netewî li xwe kirine û xemla pîrozbahiyê xweşik kirin. 
 
Ji serê sibehê ve ji zarokan bigire hata kal û pîran diherikin qada Newrozê. Tevî hewa sar jî xelk li qadê kom bûye û bi kelecan pîrozbahiyê da destpêkirin. Ciwan û kal û pîr li ber stranan govendê digerînin. 
 
Li Dêrsim, Gebze û navendên din jî pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Bi hezaran welatî li qadên pîrozbahiya van navendan kom bûne. 
 
 

Sernavên din

21/03/2022
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe