Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Rewşan Çelîker û Tara Mamedova bi hev re strana bi navê "Xuçê" çêkirin. Her du hunermend dibêjin ku ew ev stranê diyarî hemû jinên ku di jiyana wan de ne dikin.  
 
Hunermend Rewşan Çelîker û Tara Mamedova bi hev re, bi navê "Xuçê" stranek nû amade kirin û strîne. "Xuçê" ango "Xwişkê" ye. Mamedova gotinên stranê nivîsine, Rewşanê jî beste û muzîka wê çêkiriye. 
 
Her du hunermend jî dibêjin ku ew vê stranê hemû jinan dikin. Wan xwestiye bi vê stranê “qîmeta xwişkbûnê bînin ziman.” 
 
Strana "Xuçê" bi belavkariya Believe Labelê li ser hemû platformên dijîtal ên muzîkê hatiye weşandin. Dê klîb ango stran îro saet li 17.30'an li ser kanalên YouTube yên her du hunermendan bê weşandin. 
 
ARMANCA STRANA 'XUÇÊ' 
 
Rewşan û Tara diyar kirine ku ew bi nîyetekê ku straneke gerdûnî çêbikin û diyarî hemû jinên ku di jiyana wan de ne bikin derketin rê. Rewşan û Tara xwestin ku ev stran qîmeta xwişkbûnê bîne ziman û wiha dibêjin: 
 
"Hevgirtina jinan hêza xwe ji têkiliya xwişkbûnê distîne. Ev têkiliya xef, belkî jî digihîje heta serdema ku jin pîrebokên zana, hûnermend û şîfakar bûn. Mixabin ev têkiliya xwişkbûnê ku me li cem hev diheband, di nav demê de qels bûbe jî, bi temamî wenda nebûye. Ji ber ku em ew pîrebokên bi hêz in ku hîn jî stranan dibêjin, govendê digirin û bi dilovanî hevdû hembêz dikin. Em hewl didin ku têkiliya di navbera xwe de zexm bikin. Em vê ji bo xwe, ji bo me, ji bo dinyayeke baştir dikin. Ji ber ku em welatê hev in, axa hev in û strana Xuçê bi van hest û ramanan hat çêkirin."
 
FIKRA KLÎBÊ
 
Her du hunermend derbarê fikra klîbê de jî wiha gotin: "Dinya weke ku ketiye nava bîreke bêserûber. Pandemî, şer, kuştina jinan, feqîrî, koçberî, krîzên aborî, krîzên ekolojiyê... Em hesreta hêviyeke biçûk in. Di vê serdema ku hêviyên û xeyalên me şolî dibin, belkî divê em bi şidtir xwe bispêrin çîrokan. Bi fikra 'çîrok derman in' em derketin rê û me xwest ji we ra çîrokekê vebêjin."  
 
ÇÎROKA KLÎBÊ
 
Çîroka klîbê jî wiha ye: "Ev çîroka jinikek e ku beriya salan xwiça xwe wenda kiriye û pir bêriya wê kiriye,  rojekê diçe wê koşka ku bi hev ra dilîstin. Ji derincikan hildikişe, dinêre ku ew odeya lê dilîstin ne di ciyê xwe da ye. Li şûna wî dûwareke heye, şaş dimîne. Dema dest dide dîwêr deriyekî vedibe û dikeve nav alemeke xeyalî. Bi hesreta dilê xwe, xuça xwe xêz dike, di wê kêliyê de xuça wê derdikeve holê. Weke berê bi hev re dilîzin, dans dikin û strnanan dibêjin."
 

Sernavên din

08/03/2022
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
15:46 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
13:49 Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş