Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger û nivîskarê kurd Ezîz ê Cewo ku li Rûsyayê dijî û şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de dişopîne, diyar kir ku şerê tê kirin ne tenê şerê Ûkrayna û Rûsyayê ye, bêtir şerê di navbera NATO û Rûsyayê de ye. 

Gengeşiya ku bi salan bû di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dikir, di meha sibatê de veguherî şer. Di 23’ê sibatê de bi fermana Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, li dijî Ûkraynayê şer hat destpêkirin û hêzên rûs ketin Ûkraynayê. Şerê ku 8 roj in bênavber berdewam dike, hê jî  bi encam nebûye û didome. 
 
Di navbera aliyan de di 28’ê sibatê de li Belarûsê hevdîtinan dest pê kir. Tê payîn îro hevdîtina duyemîn dîsa di navbera aliyan de bê kirin. Lê heta niha ji van hevdîtinan jî encameknehatiye girtin û pêşveçûna hêzên rûs a li Ûkraynayê berdewam dike. Bi berdewamkirina şer Amerîka û welatên Ewropayê cezayên wek aborî, siyasî, çandî yên li ser Rûsyayê girantir dikin û ji bo şerê li dijî Rûsyayê cebilxane ji Ûkraynayê re dişînin. 
 
Her çiqas Rûsya bi Ûkraynayê re şer bike û bi hêzê NATO’yê re rast e rast nehatibe hemberî hev jî şer weke şerê Rûsya û NATO’yê tê nirxandin. Derbarê şer de gelek nirxandin û şîrove tên kirin. Ji ber ku li Rûsyayê dijî û şer ji nêz ve dişopîne me jî xwe gihand Endamê Yekitiya Rojnamegerên Federasyona Rûsyayê û rojnameger Ezîz ê Cewo û derbarê mijarê de pirs jê kirin. 
 
Tevgera leşkerî ku Rûsyayê daye deststpêkirin ne li dijî Ûkraynayê ye, ew çalakîyeke leşkerî ya li dijî rêjîma faşîst e.
 
Pirsên me yên derbarê şer de û bersivên Ezîz ê Cewo wiha ne:
 
Em bi gengeşiya di navbera Ûkrayna û Rûsayê de dest pê bikin. Gengeşiya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de ne niha ji sala 2014’an ve berdewam dike. Hûn dikarin hinek qala sedemanên vê gengeşiya di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bikin?
 
Belê. Lê di sêrî de divê bê gotin ku bingehên wan nakokiyan hê berî 2014’an hatine danîn. Îro li Ûkraynaya serbixwe ûkraynî du şoreşên oranjî (Ewromaydanan) pîroz dikin. Yek a 21’ê Cotmeha 2004’an e ku weke “Roja azadiyê” tê binavkirin. A duyem jî ya sala 2014’an e ku weke “Roja şanaziyê” tê binavkirin. Lê di navbera van de yên dinê jî pêk hatine. Ev “Ewromaydanan” di rastiya xwe de her yek bi serê xwe derbeyek bûye. Her carê di nava rêvebiriya welêt de êlêmêntên natsîonalît û nijadperest zêde bûne, heya gihîştiye ya dawîyê (22 Mijdar 2014) û êdî ev êlêmêntên faşîst rêveberî hildane destê xwe. Piştî vê kî bûye serokkomar, desthiatdariya wan formal bûye. Ji pişt perdeyê ve ew êlêmêntên faşîst û şêwirmendên wan ên rojavayî rêveberiya Ûkraynayê pêk anîne. Di encama van pêvajoyan de binecîyên komarê yên rûs wek gelê ne binecî hatine binavkirin û zimanê rûsî hatiye qedexekirin. Li gorî hejmara sala 2001’an li Ûkraynayê hejmara rûsan heşt milyon bûye, ango ji sedî %17’ê tevahiya nişteciyê Ûkraynayê bûne. 
 
Ji ber metirsiya windakirina mafê xwe yê netewî û tirsfirandinê û rêvebiriya êlêmêntên faşîstane yên di nava saziyên dewletê de û bi taybet jî di nava hêzên leşkerî de, nişteciyên Qirîmê di 16’ê Adara 2014’an referandûma derbarê statûya xwe ya pêşerojê de pêk anîn. Hê berî vê di 7’ê Adara 1994’an de li herênên Donêtsk û Lûganskê yên Ûkraynayê di vê derbarê de pêk hatiye ku Ûkrayna bibe komareke fêderal û ew di Destûra Bingehîn de bê misogerkirin. Lê di 11’ê gulana 2014’an de her du herêmên berê yên Ûkraynayê ku me behsa wan kir, bi rêya referanndûmê xweserîya xwe daxuyandine. 
 
Rêvebiriya Ûkraynayê ne ku tenê vê biryarê napejirîne, wisa hewl dide bi hêza leşkerî wan herêman paşve vegerîne. Vî serê li dijî herêmên rûs ên bibingehîn komên radîkal bi rê ve dibin, ên ku weke alternatîfa artêşê ji hêla êlêmêntên radîkal û faşîst ve hatibûne amedekirin û di nava Artêşa Ûkraynayê de weke hêzên taybet hatibûne belavkirin. Ev heşt sal e, ev her du komar ên ku xweseriya xwe daxuyandine, di nava dorpêça ekonomî de li dijî êrişên artêşê û komên radîkal li ber xwe didin. Gund û bajarên wan hatine û tên wêrankirin, bi deh hezaran kuştî û birîndar hene, di nava wan de jin, zarok, kal û pîr jî hene. 
 
Di vê dijberîyê de NATO bi serkêşiya Amerîka û bi taybet jî Tirkiye piştgiriya vê rêjîma faşîst dikin. Vê dawiyê Azerbeycan jî piştiriya xwe ragihandiye. Lewra jî ew tavgera leşkerî ku Rûsyayê daye deststpêkirin ne li dijî Ûkraynayê ye, ew çalakîyeke leşkerî ya li dijî rêjîma faşîst e. Ji bo ku Ûkraynayê ji şerxwazî û faşîzmê paqij bike.
 
Rûyekê din ê vê tevgerê jî ew e; weke rêveberiya Rûsyayê vekirî dibêje, NATO dixwaze û her tiştî dike. Dixwaze Ûkraynayê ji xwe re bike baregeh. Her çiqas berê peymaneke wisa di navbera Rûsyayê û NATO’yê de hebûye ku ew ê NATO hêzên xwe yên êrişê nêzî sînorên Rûsyayê neke.
 
 
Weke ku dewletên rojava rêjîma faşîst a Hîtler xurt û bi hêz kirin û berê wê dan Yekitiya Sovêtê, îro jî heman dewlet wan bermayên faşîzmê destek dikin. Çekan didin wan, wan perwerde dikin.
 
Beriya ku şer dest pê bike, di navbera Rûsya û Amerîka; Rûsya û welatên Ewropayê de kêm be jî dîplomasiyek hat meşandin. Her du aliyan di peyamên xwe de qala girîngiya muzakereyan dikirin û dixwestin ku bêyî şer meselê hel bikin. Lê rexmî van peyaman jî şer dest pê kir. Li gorî we sedema destpêkirina şerê Ûkrayna û Rûsyayê çi ye?
 
Rast e, hevdîtin, danûstandinê dîplomasî pêk hatine. Lê weke ku nûnerên Rûsyayê dibêjin, ew tenê gotin û sozên vala yên xapandinê bûne. Ji hêlekê ve hewar-hêwarze radikirin ku wê Rûsya êrişî Ûkraynayê bike. Di bin sîwana wan gotinan de hewayeke metirsî ava dikirin. Bi vê re jî Ûkraynayê têje çek û teknîkên hemdemî dikin. Ji bo çi? Dema vê tevgerê weke ku çapemenî radigihîne, li Ûkraynayê bingehên leşkerî yên ku ji bo NATO’yê weke baregeh bûne hatine armanckirin û tunekirin
 
Rûsya dema ku dest bi şer kir qala Neo Naziyan kir. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, got ku ew dixwazin zilma Neo Naziyên a li Ûkraynayê rawestînin û wan radestî “edaletê” bikin. Neo Naziyên li Ûkraynayê kê ne û Rûsya çima qala wan dike?
 
Binêhêrin, min li jorê jî behsa wan komên radîkal kirin. Weke ku dewletên rojava rêjîma faşîst a Hîtler xurt û bi hêz kirin û berê wê dan Yekitiya Sovêtê, îro jî heman dewlet wan bermayên faşîzmê destek dikin. Çekan didin wan, wan perwerde dikin, alîkarî dane wan ku ew di Ûkraynayê de bên ser desthilatê û li dijî Rûsyayê bikin hêlûna xetereyan. Bîrdoziya van êlêmêntan a peya û xulamokên Hîtlêr û Bandêra ye. Bandêra, Şûşkêvîç û alîgirên wan di nava rêzên Vêrmaxrê û SS’ê de li dijî Yekitiya Sovêtê şer kirine. Destê wan heya enîşkê di xwîna polon, belarûs û ûkraynayîyan bi xwe de ye. Ev sûcê wan û havkariya wan a bi rêjîma Hîtler re tevahîya cîhanê pejirandiye. Navên wan li Almanyayê jî qedexe ye, yê ku navê van bide tê tewanbarkirin. Li Polonyayê ji bo wan kesên ku navê sûckarên şer bidin û sembola wan bi kar bînin, sê sal ceza lê tê birîn. Lê îro piştî ku ew li Ûkraynayê hatine desthilatê, li bajarên wî welatî kûçe û kolanên bi navê wan faşîstan hene, li dibistanan wan weke leheng bi zarokan didin nasîn. Faşîzekirina Ûkraynayê êdî pêk hatiye, lewra jî divê bi Ûkraynayê re bibin alîkar, ji bo ku ew ji faşîzmê bê paqijkirin.
 
 
Bawer nakin ku Ûkrayna bikaribe xwe li ser piyan bigire. Lewra jî ji bo Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî pêşniyar kirine ku ew derbasî welatekî Ewropayê bibe. 
 
Heke mirov rol û tevgera NATO’yê ya li herêmê jî bide berçav; şerê tê meşandin dikare tenê weke şerê di navbera du welatan de bê nirxandin?
 
Helbet na, ev ne şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ye. Mirov dikare bibêje, ew bêtir şerê di navbera NATO û Rûsyayê de ye. Îro NATO ji dûr ve wê dişopîne, çek û cebilxane û teknîkên hemdemî dide wan êlêmêntên faşîst. Eger lewaziya Rûsyayê bibîne, dibe ku ew bi xwe jî xwe bicêribîne. Lê hêvîyek heye ku ew ê pêk neyê…
 
Amerîka û welatên Ewropayê rexmî ku beriya şer peyamên piştgiriyê dan Ûkraynayê jî hêviya ku Ûkraynayê ji wan dikir pêk nanîn, tenê bi cezakirinên li ser Rûsyayê bi sînor man. Lê piştî ku şer berdewam kir rast e rast nebe jî piştgiriya leşkerî jî didin Ûkraynayê. Çi bû sedem ku Amerîka û welatên Ewropayê vê guhertinê pêk anîn?
 
Ew guhertin bi rewşa tevgera leşkerî ya Rûsyayê ve girêdayî ye, ew ê alîkariya çek û teknîkê bidin Ûkraynayê. Temaşe bikin ka çawa her du gelên bira li dijî hev şer dikin û her dû jî lewaz dibin. Rûsya vê dibîne, tevgera leşkerî ya li dijî hêzên faşîst dest pê kiriye, wisa tê meşandin ku ziyan negihîje gelê sivîl. Lê tiştek li holê ye, ew bawer nakin ku Ûkrayna (rasttir dibe mirov bibêje, hêzên faşîst) bikaribe xwe li ser piyan bigire. Lewra jî ji bo Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî pêşniyar kirine ku ew derbasî welatekî Ewropayê bibe. Wekî dinê, di nava van çend rojan da bê xuyan ka şer wê bi ku ve here.
 
 
 Niha di navbera Tirkiye û Amerîkayê de nakokî hene, ew wan bi têkilîyên xwe yên bi Rûsyayê re şantaj dike.
 
Hûn îhtimal didin ku ev şer berfireh bibe û Rûsya li dijî welatên din ên herêmê jî şer bide destpêkirin?
 
Helbet na, eger ew dewletên ku piştgiriya rejîma Ûkraynayê dikin xwe nedin aliyekê û hineke dinê dernexin meydanê, ev îhtîmal pir kêm e. 
 
Dixwazim em berê xwe bidin sekna Tirkiyeyê ya li hemberî şer. Rexmî ku welateke NATO’yê ye jî sekna wê li gorî welatên din ên NATO’yê nerm e. Ev sekna Tirkiyeyê çiqas bi polîtîkaya wê ya li dijî kurdan re eleqedar e?
 
Ji mêj ve ev taybetmendîyeke Tirkîyeyê bûye (ji osmanîyan heta îro), ew bi her aliyî ve hesabê xwe dikin. Di navbera dewletên gewre de dilîzin, hêz li ku be ew xwe didin wî aliyî. Niha di navbera Tirkiye û Amerîkayê de nakokî hene, ew wan bi têkilîyên xwe yên bi Rûsyayê re şantaj dike. Van salên dawî Erdogan qerta Rûsyayê tim bi kar aniye. Rûsya jî vê dizane. Niha derfet hene ku di vî şerî de ew wan nakokiyan hinekî nerm bike. Lê ew ê vekirî ji hêla pratîk ve li dijî Rûsyayê zû bi zû gavan navêje. Ji bilî wê Tirkiye jî êdî ne ya berê ye. Erdogan serleşkeriya bilind ji serbazên pispor paqij kiriye, li şûna wan artêşeke xwe ya alternatîfa dewletê ku ji çeteyên DAIŞ’ê pêk tê saz kiriye. Dibe ew van koman bi kar bîne, ew jî ji bo şerekî bi pergal ne amade ne.
 
Îhtîmaleke biçûk heye ku ev sekna Tirkiyeyê bi polîtîkaya wê ya li dijî kurdan re eleqedar be. Lê belê li ser vê rêyê Pirsgirêka Kurd ji bo wê kelemekî biçûk e. Ji ber ku kurd bi giştî ne yek in. PDK’a ku di Başûr de kêm-zêde bûye hêzek, tevahîya hêza xwe li dijî Tevgera Azadiyê bi kar tîne. Ew bûye wek şaxeke AKP’ê û li Başûr barê Erdogan heya radeyekê sivik dike. Eger xiyaneta PDK’ê nebûya, wê Tirkiye yan bi Tevgera Azadiyê re rûnişta û Pirsgirêka Kurd çareser bikira yan jî wê di rêza dewletan de weke kulekekê bilikumiya.
 
Ev sekn çiqas bi kêrî Rûsyayê tê û Tirkiye çiqas dikare wiha bidomîne?
 
Tirkiye hê jî lîstika xwe ya siyasî didomîne. Erdogan ji hêlekê ve dibêje xwedêgiravê ew amade ye navbeynkariyê di navbera her dû dewletan de bike. Heta ji bo ciyê hevdîtinan welatê xwe pêşniyar dike, lê ji hêla din ve jî piştgiriya ji bo Ûkraynayê tîne zimên. Weke ku tê gotin, ew amade ye leşker jî bişîne wir. Her çiqas faşîstên Ûkraynayê bêhtir nêzîkî xwe bibîne jî weke ku ji dîrokê jî tê zanîn dê Tirkiye li bendê be ka tevgera şer bi ku ve diçe, wê xwe bide wî berî.
 
 
Tirkiye xwe li ber wan xweş dike, lê wê wek berê nebe. Sûcên ku Tirkiyeyê kirine û îro pêk tîne, pir giran in. 
 
Ji ber vê seknê dibe ku Amerîka û welatên Ewropayê di polîtîkaya xwe ya li dijî Tirkiyeyê de guhertinan pêk bînin. Heke pêk bên wê ev guhertin li ser çi be û çi bandor li Tirkiyeyê bike?
 
Belkî di vê dijberiyê de NATO û Rûsyayê Erdogan bi kar bînin, lê di konjuktura cîhanê de gelek tişt hatine guhertin. Tirkiye xwe li ber wan xweş dike, lê wê wek berê nebe. Sûcên ku Tirkiyeyê kirine û îro pêk tîne, pir giran in. Dubare bibêjim, her tişt bi vê pêvejoya şêr ve girêdayiye; gelo Amerîka û NATO dê vekirî heya dawiyê li dijî Rûsyayê bikevin nava şer? Wek ku di daxuyaniyên wan de tê xuyan, ew ê heta dawiyê alîkarî û piştgirîyê bidin Ûkraynayê. Hema dê xeta sor derbaz nekin, ji ber ku Rûsya dewleteke bi hêz e, xwedî çeka nûklerî ye. Eger tiştekî wisa pêk bê, ew ê bibe sedema şerê sêyem ê cîhanê. Erdogan jî vê dizane!
 
Li gorî we divê li dijî vî şerî sekna kurdan çi be?
 
Kîjan kurdan? Kurdan wek netew bi giştî? Tevgera rizgarîxwaz? An, ..,? Ev şer ne yê kurdan e. Lê kurd dikarin bi helwesta xwe hebin, ew jî her yek çawa vî şerî dibîne û dinirxîne!
 
Hem li Rûsyayê hem jî li Ûkraynayê kurd dijîn. Ev her du komar jî demekê yên sovyetî bûne ango her du jî welatê wan ê berê bûne. Heya ev şer ne yê gelên rûs û ûkraynî ye. Ev derdê ku navê xwe heye, faşîzm e. Eger ev faşîzm ji holê rabe, pirsgirêka van çêlikên peyayên faşîzma Hîtler ku wextê di nav hêzên faşîst ên Almanyayê de li dijî welatê xwe şer kirine, ji hole rabe wê hemû gelên sovyeta berê di nav hev de weke bira bijîn.
 
MA / Kadrî Esen 
 
 

Sernavên din

06/03/2022
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir