DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî

  • rojane
  • 09:18 27 Sibat 2022
  • |
img
ŞIRNEX- Li Cizîrê DEDAŞ'ê 12 hezar û 830 TL cezayê ceryanê li malbata Omeroglû birî. Zarokekî malbatê hem astengdarr e hem jî girêdayî makîneya hilmijandinê ye. 
 
Li Tirkiyeyê ji ber bihabûna ceyranê û zemên ku hatine kirin welatî nikarin faturayên ceyranê bidin. Li taxa Nurê ya navçeya Cizîr a Şirnexê welatiyê bi navê Halîl Omeroglu (33) ku li ser înşaetê dixebite, DEDAŞ'ê 12 hezar û 830 TL cezayê ceyranê lê biriye. Kurê Omeroglû Ruzgar Ûmût ku di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de pêşwext çêbûye astengdar e û niha jî ji ber pençeşêra kezebê tê dermankirin. Lê ji ber ku rewşa bavê 4 zarokan Omeroglû nebaş e û li ser îneşatan dixebite, nikare kurê xwe baş derman bike. Bi ser de jî DEDAŞ'ê ew mexdûr kiriye. Lewma bav Omeroglû li benda alîkariyê ye da ku karibe cezayê lê hatiye birîn bide. 
 
TEŞHÎS DERENG DANÎN
 
Halîl Omeroglu, anî ziman ku ji sala 2016'an vir ve ew neçar in û wiha axivî: "Hevjîna min piştî qedexeyên derketina derve yên sala 2016'an ji ber stresê bi awayekî pêşwext zarok anî dinê. Di wê pêvajoyê de avahiyê me jî hilweşiya. Zarokê me yê ku hat dinê jî astengdar bû. Piştî çend salan, vê carê jî teşhîsa epîlepsiyê hat danîn. Ji bo ku tedawî bibe hewldanên me pir çêbûn. Pişt re di sala 2020'an de nexweşiyeke din lê peyda bû. Ev jî nexweşiya penceşêrê a kezebê ye. Xwarin û vexwarina wî mamaye. Ji xeynî wê tişteke din naxwe. Tiştê ku dixwar jî diavêt. Ji bo ku teşhîs dereng danîn tedawiya wî jî dirêj bû."
 
NIKARIN WÎ DERMAN BIKIN
 
Omeroglu, diyar kir ku derfetên wî tune ne ku kurê xwe bibe derman bike û got: "Ji ber ku derfetên me tune ne, em nikarin bibin nexweşxaneyê. Ev saleke em nizanin nexweşiya wî di kîjan astê de ye. Ji ber ku nexweşiya wî giran e jî mirov nikare bibe cihên dûr. Heger ez bibim jî divê ez bi erebeya taybet bibim. Ez nikarim li ser çokan wî bibin nexweşxaneya Amedê. Di nexweşxaneya Cizîrê de tiştek tune ye. Heger makîne hebin bijîşk tune ne. Bijîşk hebin makîna tune ne. Di qada tendûristiyê ev kêmasî hene. Kurê min ketiye 6'ên xwe. Dê bi vî awayî çawa ji vê nexweşiyê rizgar bibe? Ez li Cizîrê li ser înşaetê dixebitim. Mehê tenê 15 rojan dixebitim. Pêwîst e ku her mehê kurê xwe bibim kontrolê. Lê ji ber ku derfetên me û debara me tune ye em nikarin." 
 
'BI KEYFÎ CEZA BIRIN' 
 
Haîl Omeroglu bal kişand li ser cezayê ku DEDAŞ'ê li wan biriye jî. Omeroglû, destnîşan kir ku ger vî cezayî nede dê jiyana kurê wî ber bi xetereyê ve biçe û got: "Bi ser ev qas tişî, DEDAŞ jî rabû ceza li me birî. Rojekî li min geriyan û gotin, 'Em ji DEDAŞ'ê li we digerin. Cezayê xwe di nêz de razînin.' Min digot qey ne tiştek e. Pişt re ez pê hesiyam ku 12 hezar û 830 lîre ceza li min birîne. Bi dizikî ve tên mala min û bi keyfî ev qasî ceza birîne. Tişta ku tê kirin ne wîjdanî ye. Ne 500, ne 600 lîre, rabûne 12 hezar lîre birîne. Ez ê çawa razînim? Ez di wan 3 mehan de jî li derve bûm, ne li malê bûm. Ji bo kar li derve bûm. Pişt re hatim malê û min dît ku ev qas ceza birîne. Lê belê em saziya DEDAŞ'ê sucdar nakin. Sucdar ew kes in ê ku li hemberî vê zilmê xwe bêdeng dikin. Kê ev pewvire daye DEDAŞ'ê? Ez rojê herî kêm sê caran bi vê amûrê hilmê didim kurê xwe. Niha DEDAŞ dibêje tu cezayê xwe nedî, ez ê ceyrana te bibirim. Ma ew dizane ku heke ew ceyra min qut bike dê encamên wê çi bin? Pêwîst e hesabê wê bikin. Ji bêgavî min çi deyn kir û teksîta ewil a ceza da. Niha tiştek ji dets min nayê. Tişta şerm çi ye? ew e ku mirov nikare ji bo zarokê xwe tiştekî bike."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

28/02/2022
10:41 Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
10:12 Bi hinceta ku guh li wan nekirin polisan li 3 kesan dan
09:52 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir
09:31 Li Efrînê 5 kes hatin revandin û zêdetirî 800 dar hatin birîn
09:00 Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje
09:00 Li wêneyê jina Zapatîstayî doza PKK'ê hat vekirin
09:00 Pesnê xwe pê dan lê qet neket faliyetê
09:00 Şahidiya şerekî: Dagirkeriya aqilê baviksalarî û jin
09:00 Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN
27/02/2022
23:55 Li Wanê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin
23:38 Li Rihayê xwendekarekî întîhar kir
22:55 Parlamenterê AKP'ê yê ku got 'Pirsgirêka kurd tune ye' hat protestokirin
21:29 Xalit Tarî li NÇM'a Stenbolê konser da
19:34 Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
19:05 Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin
16:48 Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê
15:58 Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin
15:50 'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe'
15:49 ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin
14:11 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e
13:14 Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
13:03 Peyama siyasetmedarên girtî ya ji bo kongreya DBP'ê: Wê gotina dawîn ên li ber xwe didin bibêjin
11:22 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye
11:11 6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir
10:10 Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt
09:26 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn
09:18 DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî
09:16 'An wê daxwazê me qebûl bikin an wê cenazeyên me derkevin'
09:15 Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn
09:13 Ji bo girtiyên naxweş bang kirin: Em ji bo wan tevbigerin
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA