Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin

img

STENBOL - Koma şanoyê ya GSKM'ê dê di 26'ê Sibatê de bi lîstîka Azîz Nesîn a bi navê "Tu Ne Gara yî" derkeve pêşberî şanohezan. Şanogeran ji bo temaşekirina lîstikê bang li şanohezan kirin. 

Navenda Çand û Hûnerê ya Golgeyê (GKSM) dê bi lîstika bi navê "Sen Gara Degîlsîn" (Tu Ne Gara yî) a Azîz Nesîn ku wergêrî kurdî hatiye kirin, derkeve pêşberî şanohezan. Lîstik dê di 26'ê Sibatê de li avahiya GKSM'ê ya li Esenyûrt a Stenbolê bê lîstin. 
 
Şanohezan kelecana xwe ya ji bo lîstikê anîn ziman û ji bo temaşekirinê bang li şanohezan kirin. 
 
MIJARA LÎSTIKÊ
 
Lîstika bi navê "Tu ne Gara yî" ya Azîz Nesîn, hin sifetên lehengî û îronî di xwe de dihewîne û van sifetan li desthilatên sedsala bîstan bar dike. Di rastiyê de haya Gara ji şer, aliyê siyasî û civakî tune ye û di vî warî de ne serwext e. Ew bi gotegotan wekî lehengekî tê ragihandin û li cihê lê ji dayik bûye, li Yuntaburê peykerê wî tê çêkirin. Sîyasetmedarên wê demê jî lehengiya Gara ya bêbinyad bi kar tînin û dibin rêveber. Lê belê Gara ji keştiya şer ku noqî avê dibe, difilite û diçe welatê xwe Yuntaburê û li wir çav bi peykerê xwe dikeve. Rantxuriya desthildarên ku xwe spartiye lehengiya Gara, dema Gara bi saxî xelas dibe û vedigere bajarê xwe Yuntaburê, aşkere dibe. Desthilatdarên ku bi vê qehremaniya Gara ya bêbingeh bûn desthilatdar, ji bo gel rastiyê fêm neke, nasnameyeke din didin ber Gara. Lê Gara vê yekê qebûl nake û dibe qurbanê desthilatdariyê. Bi Gara re “rastî” jî tê kuştin.
 
PÊŞVEBIRINA ZIMÊN
 
Ji lîstikvanên GKSM’ê  Kaddafî Unal ku di lîstika “Tu Ne Gara yî” de rola ‘Sasî’ dilîze, qala listikê kir. Unal got: “Bi qasî salekê ye ku me xebatên vê lîstikê yên wekî wergêr û dramatolojiyê dane destpêkirin. Zimanê me li malê, derve û di stranan de tê gotin, me jî got, çima em bi zimanê xwe lîstikekê çênekin? Û me bi vê fikrê da ser vê rêyê. Zimanê kurdî zimanê me ye, çawa ku em bi zimanê xwe kilamab guhdar dikin û di jiyana rojane de pê diaxivin, divê em bi vî zimanî şanoyê jî bikin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Unal, diyar kir ku ji bo xwestekekê dane ser vê rêyê û ev jî ew e ku hemû xebatên xwe bi zimanê xwe bikin. Unal got: “Em dixwazin di hemû qadên jiyanê, xebatên çand û hunerî de, di hemû sazî û dezgehan de xebatên xwe bi zimanê xwe bikin. Em dixwazin her kes bi zimanê xwe biaxive. Em doza xwestekek ew qas giran nakin. Yanî ne xwestekek ku pêk neyê. Divê gelê me bi zimanê xwe biaxive û pêş ve bibe. Ev ji bo her tiştî bes e." 
 
Unal, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû şanohezan kir ku lîstika wan temaşe bikin û got: “Em ji bo temaşekirina lîstikê gazî hemû gelê xwe dikin. Lîstika me di 26'ê Sibatê de ye û em dixwazin hemû gelê me bê temaşe bike." 
 
Derhenera lîstika "Tu Ne Gara yî" Rewşan Apaydinê jî got: “Em gava li hemû qadên hunerê rastî kurdî tên em kêfxweş dibin. Ger di warê pêşketina kurdî de tevkariyek me jî çêbibe, em ê bi vê serbilind bin. Li hemberî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê yên li ser kurdî gava mirov di hemû qadên hunerê de leqayî kurdî tê ev ji bo me dibe cihê kêfxweşiyê. Em hêvî dikin ku di hemû qadên hunerê de ev pêşketin zêde bibe, ji lew re pêdiviya her qadê bi vî zimanî heye." 
 
Derhenêr Apaydin bilêv kir ku ji bo 26'ê Sibatê bi kelecan û kêfxweşî derbas bibe dest bi amadekariyên xwe kirine û got: “Em li avahiya Teatra Sî, li benda temaşevanên xwe ne. Her wiha em ê li dever û dikên cuda jî derkevin pêşberî gelê xwe. Em dixwazin hemû gelê me bê lîstika me temaşe bike.”
 
Lîstikvan Hasan Yavûz jî destnîşan kir ku ji bo wan cihê şanazî û kêfxweşiyê ye ji ber ku dê bi lîstikeke bi zimanê xwe yê zikmakî derkevin pêşberî şanohezan û got: “Em bi lîstikeke bi zimanê dayika xwe dilîzin. Ev ji bo min pir hêja ye. Armanca me ew e ku em di aliyê ziman de xwe pêş we bibin û xwe bi hêz bikin. Em gelekî bi kelecan in ji ber ku em ê bi bi lîstikeke bi zimanê xwe derkevin pêşberî temaşevanan. Em bawer dikin ku yê lîstika me pir bi kêf û coş derbas bibe. Bila hemû kes tevli bernameya me bibe.”
 
Rabîa Keskîn ku di lîstika "Tu Ne Gara yî" de rola Serokê Şaredariya Yuntaburê dilîze jî ji bo temaşekirina lîstikê bang kir û got: “Ev lîstika me bi kurdî ye û lîstikek nû ye. Lewma em pir bi kelecan in. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku lîstika me temaşe bikin." 
 
Keskîn got: "Êdî divê em li her derî bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me wekî xwarin û vexwarinê bivê nevê ye. Em ê li her derî zimanê xwe pêş bêbin û ji bo zimanê xwebitêkoşin." 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz
 

Sernavên din

23/02/2022
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir
13:05 Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar
13:30 Nexşerêya 2022'yan a Kurdî: Divê partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin
13:02 Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir
12:42 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê ‘Rapora Îmraliyê’ eşkere bike
12:00 Beriya Doza Geziyê daxuyanî hat dayîn: Darizandine neheqe
11:47 DFG'ê atolyeya rojnamegeriya kurdî da destpêkirin
11:44 Emîne Şenyaşar: Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê
11:22 Îmîr a HDP’î pêşniyaznameya kurdî da
11:19 Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin
11:19 Li Koyê Komxebata Navnetewî ya zimanê kurdî dest pê kir
11:18 Tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz sûc e!
11:02 HDP: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
10:36 DBP: Divê zimanê kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin
09:46 ‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’
09:04 ‘Bila newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin’
09:04 Birayê girtiyê nexweş Bîlgîn: Bila pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
09:04 Dayika Mehmet Tûnç: Ji bo birînên me der bikin her tiştî dikin
09:04 Robar: Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê ‘birayê xwe’ qedexe dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'YAN
20/02/2022
22:06 Lîstika Xal û Xwarzê hat pêşandan
20:49 ‘Perwerdehiya ziman tûne be, biyanî bûn dest pê dikê’
20:06 Bûldan ji Edeneyê bang kir: Yên winda bikin ne em in, Tirkiye ye
19:18 Li Stenbolê şahiyên ziman hatin lidarxistin
18:29 Qeyûm, wesayîta agirkujiyê xist xizmeta AKP’ê
18:14 ‘Li dijî şer yekane hêvî fikriyata Ocalan e’
17:22 Dayika Zeynep Celaliyan: 15 sal in agahiyê ji keça xwe nagirim
17:07 Buldan: Pirsgirêka kurd bêyî Îmraliyê çareser nabe
16:31 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila girtîgeh nebin ‘malên mirinê’
16:30 Wesayîta Dede yê HDP’î qeza kir: 2 kes birîndar bûn
16:06 Ji Amedê bang: Pirsgirêka ziman, bi çend gavên xapînok çareser nabe
15:29 Akar: Di mijara PKK’ê de me û Barzaniyan li hev kir
14:56 Ji qeyûm qenciya bi milyon lîreyan!
14:45 Hunermendên ku dê beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin diyar bûn
14:20 Di girtîgehê de 4 pirtûk nivîsandin û 30 sal piştre derket
14:06 Girtiyê nexweş ê 82 salî jiyana xwe ji dest da
13:51 Dag û Er li dijî binpêkirinan ev 8 roj in di rojiya mirinê de ne
13:31 HDK li Stenbolê bi pêkhateyên xwe re civiya