HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive

img

ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanca ji komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi ser neketiye û wiha got: “Bi axaftina Ocalan re dê derfetên çareseriya demokratîk û muzakereyan jî xurtir bibe.” 

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi ser navê “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, di zûtirin dem de tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin” daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
HDP’ê diyar kir ku bi saya têkoşîna gel û sekna Ocalan, komploya navneteweyî negihiştiye armanca xwe û ev tişt parve kirin: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîbûna Tirkiyeyê, divê di zûtirin dem de tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê birêz Ocalan fikrên xwe bi raya giştî re parve bike. Her ku Ocalan diaxive, derfeta çareseriya demokratîk û mezakerayan jî dê bihêztir bibe.” 
 
‘DAXWAZA AZADIYÊ HEDEF HAT GIRTIN’
 
Di berdewamê de jî HDP’ê destnîşan kir ku di serî de DYA, hêzên navdewletî 23 sal berê bi komployekî Ocalan radestî Tirkiyeyê kirû daxuyanî wiha domand: “Bi Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan re daxwaza aştî, edalet û azadiyê ya gelê kurd hedef hat girtin. Lewma 15’ê Sibat, roja hedefgirtina daxwaza azadiyê, hebûn, pêşeroj û dîroka gelê kurd e.” 
 
‘ARMANCA JI KOMPLOYÊ TÊK ÇÛ’
 
HDP’ê da zanîn ku armanca ji komployê, bi saya têkoşîna gelan û sekna Ocalan bi xwe ser neketiye û wiha hat gotin: “Her ku têkoşîna demokrasiyê ya gelên erdnîgariya kurdan, Tirkiye û Rojhilata Navîn xurt dibe û cîhan pê dihese, desthilatiya AKP-MHP’ê jî siyaseta xwe ya tecrîd, bêedaletî û înkarê bêhtir pêş xist. Ji bo daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê bifetisîne, di vê çarçoveyê de tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, ji 5’ê nîsana sala 2015’an ve dîsa giran kirin. Bi kûrkirina polîtîkaya tecrîdê re, polîtîkaya tesfiyekirinê ya li dijî hemû hêzên demokratîk û muxalefeta civakî jî pêl bi pêl kûrtir bû.” 
 
'DIVÊ OCALAN FIKRÊN XWE BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE BIKE'
 
HDP'ê diyar kir ku tecrîd ji Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê hatiye berbelavkirin û wiha got: "Tecrîd û polîtîkayên ewlehiyê yên neçareserkirina pirsgirêka kurd ên bi israr di nav salan de bedelên giran ên civakî û aborî bi gelên me dane razandin. Di rojên dawîn de xizanî û qrîza aborî ya kûr dibe girêdayî tecrîdê ye. Ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê demildest tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe. Nêzikbûna Serokê Giştî yê AKP'ê ya li gorî berjewendî û dengan nayê qebûlkirin. Bêyî ku dem bê windakirin divê teqez tecrîda li Îmraliyê bê dawîkirin û ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd birêz Ocalan fikrên xwe bi raya giştî re parve bike. Bi axaftina Ocalan re wê derfetên muzakere û çareseriyê bihêztir bibe."
 
'EM JI TENDURISTIYA OCALAN BI FIKAR IN'
 
HDP'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser fikarên derbarê ewlehî û tenduristiya Ocalan derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Girtîgeha Îmraliyê, ji şeklê revandina wî heta şertên girtina wî ya li Îmraliyê çala reş a hiqûqa navneteweyî ye. Bi taybetî di salên dawîn de cezayên dîsîplînê yên bêdem ên li birêz Ocalan tên birîn, bingeha sîstematîk a îşkence û dijminatiyê nîşan didin ku em dikarin weke 'cezakirina di nava ceza de' pênase bikin. Em di nava van şertên tecrîda giran de û li cihekî ku hiqûq lê hatiye sekinandin, ji şert û mercên tenduristî û ewlehiyê yên birêz Ocalan bifikar in."
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna ji bo parastina rûmeta siyaseta demokratîk û hêviya aştiyê ye û bang li hemû saziyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî yên dixwazin li Tirkiyeyê hêza demokrasî û siyasetê biparêzin kir ku li dijî tecrîdê têbikoşin. 

Sernavên din

18/02/2022
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e