Malbatên di Nobeta Edaletê de: Dengê me bibîhisin

  • rojane
  • 18:00 12 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Malbatên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin Nobeda Edaletê didomînin bang li hikumetê kirin: “Êdî bes e, cergê me dişewite dengê me bibîhisin.”
 
Çalakiya ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane dest pê kirin di roja 89’emîn de berdewam dike. Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkar a Cemaweriyê (KESK) ya Amedê serdana çalakiya nobetê kir. 
 
Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sen a Hejmara 1’an a Amedê Emîne Akşahîn diyar kir ku li her deverê Tirkiyeyê lêgerînên edaletê didomin û wiha got: “Têkoşîn û berxwedana me ya ne ji hev qut berdewam dike. Ev têkoşîn, têkoşîna me hemûyan e. Em jî li qadên xwe vê têkoşînê didin dewamkirin. Ji xwe em bawer in, wê bi têkoşîna hevpar serkeftin were bidestxistin.” Berdevkê demê yê Platforma KESK’ê ya Şaxên Amedê Siraç Çelîk jî di serdanê de diyar kir ku heya li Tirkiyeyê şer dewam bike wê herdu alî jî zirarên mezin bibînin û got: “Aştî û edalet pêwîstiya me hemûyan e û hûn îro ji bo vê li vir amade ne. Ji ber vê jî nobeta we ji bo me hemûyan e. Bila dayikên me bizanin ku ne bi tenê ne.”
 
‘CERGÊ ME DIŞEWITE’
 
Yek ji malbata girtiyan Reşahat Ada jî diyar kir ku ji serdanan kêfxweş in û wiha got: “Em 89 roj in li vir di Nobeta Edaletê de ne. Gelek ji hevalên me jî îro ji ber nexweşiya xwe ne di navbera me de ne. Dayika Hasîne Guler ji ber êş û giriyê xwe çavê xwe wenda dike. Ji çavê xwe emeliyat bûye.  Dayika me Fevzîye Kolakan jî emeliyata dil bûye. Ev rastiya dayikên kurd e. Ji ber êş û azarên dijîn dikevin vê rewşê. Êdî bes e pêwîst e çareseriyek ji me re bibînin. Ez bang li Wezareta Dadê û Serokkomar dikim bila ji bo zarokên me edaletê pêk bînin. Êdî bes e cergê me dişewite. Bila dengê me bibîhizin.”
 
‘RAST Û DIRÛST XWARIN JÎ NADINÊ’
 
Yek ji xizma girtiyan Încî Guler jî da zanîn ku her ku diçin hevdîtinê dibînin ku zextên li ser girtiyan zêdetir dibin û wiha got: “Her ku diçe rewşa girtiyan giran dibe. Em ji bo vê heta Enqereyê çûn. Li wir diyar kirin ku ew ê piştgirîyê bidin daxwazên me. Lê deng ji kesî derneket. Ji zarokên me re dibêjin ‘em ê we bikujin’. Me jî zarokên me jî dikujin. Tu cih weke Tirkiyeyê nîne. Em daxwaza berdana girtiyan dikin. Pêwîst e guh bidin dengê me.”
 
WAN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku girtiyên nexweş ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin jî di roja 64’emîn de didome. Hevjîna Îbrahim Alkan ê di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de tê girtin, Dilşah Alkan, bavê Botan Timûr ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê girtin Kasim Timûr beşdarî çalakiyê bûn. TUHAY-DER’ê serdana malbatan kir. 
 
 
Kasim Tîmûr ê di çalakiyê de axivî diyar kir ku di dosyaya lawê wî yê 6 sal in girtiye de tu delîlên şênber nînin û wiha got: “Kurê min wê cara 28’emîn derkeve pêşberî dadger. Cihê hewadariya welatên wan jî nîne û nikare têkiliyê bi hevalên xwe re deyne. Ji bo edalet were vî welatî û girtiyên nexweş bên berdan em li vir di çalakiyê de ne. Em ê heta dawiyê vê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyên nexweş di bin şertên dijwar de têkoşîna jiyanê didin.” Tîmûr, xwest di destpêkê de Aysel Tûglûk, hemû girtiyên siyasî bên berdan. 
 
 
 

Sernavên din

15/02/2022
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê
16:10 Li Stenbolê pankartên ‘roja reş’ hatin daliqandin
15:58 Yek ji ‘Keçên Dêrsimê yên Winda’ Fatma Îçîn rehmet kir
15:28 Nobeta Edaletê ya Wanê kete roja 66’an
14:48 Dadgehê ceza da Emîne Şenyaşar
14:28 OHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin
14:19 Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir
14:14 Rêxistinên elewiyan wê giliyê bikin
14:14 ÎHD û Baroya Mûşê bertek nîşanî girtina Guneş dan
13:35 Di doza Mehmet Sîncar de hemû daxwaz hatin redkirin
12:30 Dosyayên doza çeteya fuhûşê hatin dizîn
12:29 La Marseillaise, daxwaza azadiya Ocalan derxist manşeta xwe
12:29 Polîsan Dayika Aştiyê Işik binçav kirin
12:28 Doza Mehmet Sîncar: 129 sal jî derbas bibe em ê têbikoşin
12:08 Onûr Meydan ku dest dirêjî jineke ciwan kiribû hate girtin
11:51 Dr. Farshad Pisoureha: Ocalan emanetê Qazî Mûhammed e!
11:13 Li çend bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:55 Miley: Nêrîna Ocalan dikare tîranî û aloziyê bi dawî bike
10:34 Boriyên DÎSKÎ’yê 20 roj li ber xwe nedan!
10:33 Mîhrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
10:23 Baroya Amedê li dijî bihakirina ceyranê doz vekir
09:24 Mehmet Ocalan: Em rica nakin çûyîna Îmraliyê mafê me ye
09:20 Dayika malwêran a bi zarokên xwe serbilind: Hacîce Çatak
09:13 Komeleya Çandê ya Dîcleyê wê piştî 3 salan konser bide
09:12 Ocalan 'şerê aştiyê' dimeşîne
09:00 ROJEVA 14 SIBATA 2022'YAN
08:23 Rojnamevan Zeynep Durgut hat binçavkirin
13/02/2022
20:57 Esnafên Amedê bi tefandina lembeyên dikanan zema ceyranê şermezar kirin
20:21 Bi forûman bertek nîşanî koploya 15'ê Sibatê dan
18:56 Gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê Surucu
18:32 Di êrişa li ser Eyn Îsayê de sivîl jiyana xwe ji dest da
16:51 Esnafên Amedê dê 3 rojan bihabûna ceyranê protesto bikin
16:35 ‘Bila deriyên Îmraliyê vebibin da ku çareserî pêk were’
15:35 Nobeda Edaletê sê meh li pey xwe hişt: Stran diyarî girtiyan hatin kirin
15:22 Bayindir: Azadî di Rêya Sêyemîn de ye
14:29 Li Îranê 33 roj in agahî ji jinekê nayê girtin
14:07 Dadgeha Federal namzetiya Hoşyar Zêbarî betal kir
12:46 Bûldan: Yên ku gelê me nas neke em jî wan nas nakin
12:13 Serhildana Şêx Seîd di sala 97’emîn de ye: Înkarkirina netew û zimanê kurdan didome
11:55 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Welatiyê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin
11:49 Malbata Şenyaşar: Heke zilm rewa be, berxwedan jî maf e
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê
09:54 Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn
09:46 Serdema zayîna sêyemîn: Ez ji bo krîzan li çareseriyê digerim
09:13 'Gel birçî ye, êdî dengê me bibihîsin'
09:11 Çalakiyên karkeran dibin cihê hêviyek mezin
09:04 Dayika girtî Dînç: Ger edalet hebûna dê ev qas zilm li kurdan nehata kirin
09:03 Girtiyê nexweş Naîl Demîr nayê dermankirin
09:03 Çawîşê pispor ê ku pêl Hazna Su kir û ew kuşt, xwe bi 'Bariş Pinariyê' parast
09:03 Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2022'YAN