Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye

  • rojane
  • 09:02 26 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Endamê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, diyar kir ku berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye û Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku li girtîgehan polîtîkaya kuştinê esas tê girtin. 
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan dibin sedema mirina girtiyan. Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî û endamê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxandin. 
 
Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên gelekî cidî rû didin û ev binpêkirinên ne tiştekî nû ne. Yolerî, bilêv kir ku binpêkirinên mafan ji berê de hebûne û îşkence û muameleya xirab tu carî ji holê nehatine rakirin. Yolerî, bilêv kir ku ji ber nepêkanîna mafên girtiyan ên tenduristî û jiyanê girtî bi muameleyên derî mirovahiyê re rû bi rû dimînin û got: "Em dikarin bibêjin ku li seriyekî polîtîkayên qirkirinê jî girtî hene. Seriyekî polîtîkaya qirkirinê ya di meseleya kurdî de, girtîgeh in." 
 
‘GIRTIYAN DIKUJE'
 
Yolerî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi pêkanînên înfaza ceza re planên kuştina girtiyan û neberdana wan tên kirin. Yolerî, anî ziman ku yên ku herî zêde bandorê ji vê digirin girtiyên polîtîk in û got: "Ji lew re armanca wan azadiya civakê ye. Lewma îqtidar dixwaze wan veguherîne. Ev pêkanîn hemû hiqûqa dijminatiyê ye. Pergal mirovan wekî hebûnekê nabîne. Lewma ev ji bo hemû mirovan dibe gefek pir cidî." 
 
BERPIRSIYARÎ
 
Yolerî, îqtidarê rexne kir ku ji ber ku pêşî li ber mirina girtiyan nagire û bi çewisandinên li girtîgehan armanc tepisandina muxalefeta civakîye. Yolerî, destnîşan kir ku di vî warî de divê rêxistinên mafên mirovan û civak bi berpirsiyarî tevbigerin û got: "Gava nexweşînên girtiyan giran dibin em wan dikin rojev. Divê ne wisa be. Divê berî ku nexweş bikevin an jî gava ber bi bi nexweşbûnê ve diçin divê em pêşî li ber vê bigirin." 
 
Yolerî, bibîr xist ku hin girtî hene 28-30 sal in girtî ne û her cara ku pêwendiyê bi girtiyan re datîne hêviya wê xurtir dibe ji bo jiyanê. Yolerî, destnîşan kir ku girtî serî li ber tu polîtîkayê natewînin û got: "Li girtîgehan têkoşîn didome. Dixwînin, xwe perwerde dikin, bi hunerê re eleqedar dibin. Çi qasî bên tecrîdkirin bila bên tecrîdkirin li ber xwe didin û bi pêwendiya xwe ya bi civakê re lis er pêyan disekinin. Ev tiştekî muhteşem e. Ev qas sal di nava çar dîwaran de ne, lê gava bibişirîn li nava çavê me mêze dikin, ev tiştekî nuwaze ye. Ên li derve hêzê ji yên hundir digirin, ên hundir jî hêzê ji yên derve digirin. Bi vî awayî hêvî tê birêxistinkirin." 
 
BERPIRS WEZARETA DADÊ YE
 
Endamê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, bibîr xist ku li girtîgehan ji mijarên herî girîng yek jê jî qada tenduristiyê ye. Ekmez ku anî ziman mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin, got: "Di demên dawî de em dibînin ku ev pirsgirêk her diçe zêdetir dibin. Bi taybetî jî serlêdan di dema pandemiyê zêdetir bûne. Lewma girtiyên nexweşînên wan ên kronîk hebûn jiyana xwe ji dest dan. Ev mesele, hê jî meseleyeke li benda çareseriyê ye. Meseleyeke ku divê Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê wê bi xebatên xwe çareser bikin. Lê çareser nakin. Berpirsê tenduristiya girtiyan Wezareta Dadê ye. Yanî gava girtiyek jiyana xwe ji dest bide, berpirsê mirina wî Wezareta Dadê ye." 
 
Ekmez, bal kişand ser awayê mîmariya girtîgehan û destnîşan kir ku girtîgeh bi awayekî ku girtî karibin lê bijîn nehatine avakirin. 
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ
 
Ekmez, destnîşan kir ku bi çavê "dijminan" li girtiyan tê mêzekirin û heya girtî nekevin ber sikratan nayên berdan. Ekmez got: "Gava girtiyan dibin nexweşxaneyê, Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide. Girtiyek ancax piştî çend hefteyan dikari biçe revîrê, nexweşxaneyê jî piştî mehan. ATK, ne xwedî helwesteke mirovî ye. Ev tê wateya 'hiqûqa dijminatiyê'." 
 
Ekmez, bilêv kir ku divê girtîgeh tenê di dema mirinê de neyên bîra mirov, divê rojeva sereke ya her kesî bin. Ekmez, di vî warî de bal kişand ser xebatên rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê jî û anî ziman ku xebatên tên kirin ne bes in. 

Sernavên din

26/12/2021
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN
25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir