Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'

  • rojane
  • 09:09 21 Kanûn 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Hevserokên HDP'ê yên Herêma Egeyê, diyar kirin ku sedema krîza siyasî û aborî ji ber tecrîda li ser Ocalan e û ji bû bidawîkirina tecrîdê bang li gelan kirin ku dengê xwe bilind bikin. 

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber didome. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di Adara 2021'ê e bi telefonê re pê re axivî û ji wê çaxê heya niha tu xeber jê nayên girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî her tim bê bersiv tên hiştin. Bertekên li dijî vê tecrîda girankirî didomin û ji bo bidawîkirina wê li Tirkiyeyê û qadên navneteweyî gelek kampanya tên birêvebirin. 
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Herêma Egeyê ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kirin ku gel dengê xwe bilind bike. 
 
ÎZMÎR: CIVAK TÊ ECIQANDIN
 
Hevseroka HDP'a Îzmîrê Besriye Tekgur, anî ziman ku tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya girtîgehan belav bûye û ji wir jî li tevahiya covakê belav bûye. Tekgur, diyar kir ku ji ber tecrîdê xebera mirinê ji girtîgehan tê û got: "Dadger û dozger newêrin qanûnên di Qanûna Bingehîn de jî pêk bînin. Îqtidara AKP'ê 19 salên xwe bi tecrîdê bi rê ve biriye. Civak ketiye bin kontrola yek zilamî û bi tecrîdê tê eciqandin." 
 
‘DÊ BAYÊ AŞTIYÊ CARDIN BÊ'
 
Tekgur, destnîşan kir ku rakirina tecrîda Îmraliyê tenê ne ji bo kurdan, dê ji bo tevahiya gelan bibe sedema tiştên baş û vê yekê di pêvajoya çareseriyê de dîtine. Tekgur, bilêv kir ku ger tecrîd bê rakirin dê cardin li Tirkiyeyê bayê aştiyê bê û got: "Em baş dizanin heya tecrîd hebe dê şer û rageşî hebe û dê rojên hîn tarî li benda me bin. Lewma divê gelên Tirkiyeyê, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî dengê xwe bilind bikin li hemberî tecrîdê." 
 
AYDIN: MIFTE LI ÎMRALIYÊ YE
 
Hevseroka HDP'a Aydinê Elvan Ozîş jî bibîr xist ku berê gelek kesan gotine "Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye" û ji bo vê îmze hatine berhevkirin. Ozîş, destnîşan kir ku sedema xitimandinên siyasî yên vê dawiyê tecrîd e û got: "Ger tecrîd tune bûna, dê Birêz Ocalan bi fikirên xwe pêşî li ber van xitimandinan vekirina. Lê mixabin hikûmeta heyî siyaseta şer pêk tîne. Bi tu awayî ne ehlê aştiyê ye. Mifteya vê jî li Îmraliyê ye. Ji ber vê tecrîdê pêk tîne. AbdullahOcalan vîna gelê kurd, rêberê gelê kurd e. Piştî wextekê dê gel vê tecrîdê qebûl neke û bipeqe. Ger wisa biçe dê di nêz de peqînek mezin rû bide." 
 
Ozîş, bilêv kir ku tiştên li Îmraliyê tên pêkanîn di tu qanûnan de tune ne û got: "Bi tu awayî nayê qebûlkirin. 'Ez ê bikim', qanûna dîktatoriyê ye. Di vî warî bar dikeve ser milê partiyên siyasî û gel. Ji lew re li hember me pergaleke despotîk heye ku ku welêt ne di xema wê de ye. Lewma divê gel xwedî li rêberê xwe derkevin." 
 
MÛGLA: TECRÎD LI HER DERÊ YE
 
Hevseroka HDP'a Mûglayê Fûkya Erdogan jî tecrîd di serî de li ser gelê kurd û bi giştî jî ki ser tevahiya bindestan tê pêkanîn û got: "Em tecrîdê di çalakiyên xwe, daxuyaniyên xwe de û ki dadgehan dibînin. Em baş dizanin ev hemû ji ber nehesibandina gelê kurd pêk tn. Ji bo vê jî têkoşîn diovê."
 
Erdogan, destnîşan kir ku Ocalan dê bi têkoşîna li dijî tecrîdê azad bibe. 
 
MANÎSA: PIRSGIRÊKA SEREKE TECRÎDÊ DE 
 
Hevserokê HDP'a Manîsayê Kerem Taylan jî destnîşan kir ku sedema sereke ya krîza aborî ya Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurdî ye. Taylan, anî ziman ku ev neçareserkirin jî ji ber tecrîda li Îmraliyê ye û got: "Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de gotibû, 'Ger firsendê bidin me, em ê vê meseleyê di hefteyekê de çareser bikin.' Birêz Ocalan ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn û çareserkirina meseleyên li Tirkiyeyê û çar perçeyan hin tez danîne holê. Îro baş tê zanîn ku li Rojavayê gel bê çawa bi jiyana hevpar bêhnê distînin. Hikûmet ji ber ku dizane dê nikare seltenata xwe bidomîne tecrîdê didomîne." 
 
Taylan, detsnîşan kir ku heya tecrîd ranebe dê krîza aborî çareser nebe û got: "Kesên vê yekê dibînin divê li gor wê gavina bavêjin. 
 
BANGAWAZÎ
 
Taylan, diyar kir ku hemû gel bandorê ji tecrîdê digirin û got: "Gel divê bi hev re ji bo Tirkiyeyeke demokratîk bitêkoşin. Ger gel dengê xwe bilind nekin dê feraseta AKP-MHP'ê vê polîtîkaya xwe bidomînin. Demildest divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û şert û mercên lig irtiyan tên ferzkirin ji holê bên rakirin." 
 
MA/ Tolga Guney
 

Sernavên din

23/12/2021
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN
21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
15:15 DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:15 Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe
14:01 Tedbîra kontrola edlî ya rojnamevan Demîr nehat rakirin
13:33 22 rojnamevan hatin beraetkirin
13:28 Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket
13:26 Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt
13:01 Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin!
13:00 Parêzeran serlêdana Îmraliyê kir
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin
09:50 Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk
09:37 Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
09:19 Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne
09:09 Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe
09:09 Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'
09:09 Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:09 Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir
09:09 Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were
09:09 Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'AN
20/12/2021
20:40 DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin
20:06 Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
17:12 Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence!
16:52 Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin
16:38 Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt
16:28 Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin
15:56 Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e
15:56 Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan
14:43 ÎHD: Bila faîlên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin
14:05 Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin