Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe

  • rojane
  • 09:03 19 Kanûn 2021
  • |
img
 
STENBOL - Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku Ocalan berxwedêrê herî mezin ê vê serdemê ye û dê deriyên Îmraliyê jî bi berxwedan û têkoşînê vebe. Her wiha Aydogan got: "Divê kurd hemû name ji CPT'yê re bişînin û daxwazên xwe ragihînin. Ger li vir tevgereke demokratîk çêbibe dê encam bê girtin." 
 
Ji 25'ê Adarê ve xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin ku 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Her wiha hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê jî yan nayê bersivan din an jî gava tên bersivandin bi awayekî neyînî tên bersivandin. 
 
Siyasetmedar Nûrsel Aydogan ku derbarê xebatên li Ewropayê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan de hin agahî parvekirin, destnîşan kir ku heya tecrîd bê rakirin dê bi dirûşmeya "Dem Dema Azadiyê ye" mîtîngan, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên nobetê li dar bixin. 
 
BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Aydogan, bal kişand ser cezayên dîsîplînê yên ji bo astengkirina hevdîtina bi Ocalan re wekî hincet tên nîşandan û got: "Henekê xwe bi aqilê mirov dikin. Ev nayê qebûlkirin. Halbûkî Wezareta Dadê gava qanûna înfazê pêk bîne dê Birêz Ocalan karibe hevdîtinê bi parêzerên xwe re û bi malbata xwe re bike. Lê niha li Tirkiyeyê îqtidareke faşîst heye. Ji dêvla çareserkirina meseleya kurdî, tasfiyekirin û qirkirin daniye ber xwe. Lê ger li hemberî tecrîdê têkoşîn û berxwedaneke mezin çênebe dê hevdîtin çênebin. Lewma divê her kes bibêje 'tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê'û dakeve qadan. Ev peywireje mirovî û wijdanî ye." 
 
BERXWEDÊR HERÎ MEZIN Ê SERDEMÊ
 
Aydogan, bibîr xist ku gava parlementer bûye di 4'ê Mijdara 2016'an de hatiye girtin û 3 mehan di hucreyeke 13-14 metrekareyî de maye. Aydogan, destnîşan kir ku di wî sê mehî de bi awayekî pir aşkere dîtiye ku bê tecrîd çi rêbazeke îşkenceyê ye û got: Di dawiya meha sisêyan de min fêm kir ku pergala tecrîdê axaftinê jî bi mirovan dide jibîrkirin, lewma ez diçûm hewadariyê û min bang li hevalên li qawîşên din dikir. Te dî dibêjin heya neyê serê mirov, mirov fêm nake. Lewma naxwazim vê tecrîda 23 salan bifikirim. Min li Girtîgeha Sîlîvriyeyê rojnivîsk dinivîsî. Her roj difikirîm bê ka Birêz Ocalan çawa li hemberî vê pergala îşkenceyê deyax dike. Ger ne vîneke mezin, helwesteke bibiryar  be û ne xwedî berxwedaneke mezin be dê nikaribe di vê pergala îşkenceyê de îdare bike. Lewma Birêz Ocalan berxwedêrê herî mezin ê serdema me ye." 
 
'DÊ BI HÊZA GEL GUHERE'
 
Aydogan, diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke ku bi hiqûqeke taybet tê birêvebirin û ji ber ku Tirkiye endamê konseya Ewropayê ye ji hêla saziyên wekî CPT'yê ve tê kontrolkirin. AYdogan, destnîşan kir ku çendî ku Konseya Ewropayê tecrîdê wekî pergaleke îşkenceyê pênase kiriye jî, lê ji bo guherandina şert û mercan tiştekî nake û got: "Lewma guherandina van şert û mercên hêzên ku pergala Îmraliyê ava kirine, bes dê bi hêza çalakiya demokratîk a gel pêk bê." 
 
'FAŞÎZMÊ DÊ NIKARIBE VÊ HÊZÊ BIŞIKÎNE'
 
Aydogan, destnîşan kir ku ji ber ku xeber ji Ocalan nayê girtin fikarên kurdên li Ewropayê zêde bûne û got: "Mirov vê yekê di hemû kurdên polîtîk de dibîne. Hêrs û acizyeke mezin heye ji bo îqtidara tecrîd didomîne. Daxwazên wan ji CPT û Konseya Ewropayê hene. Lê wisa difkirin ku ev sazî jî gava mesele dibe kurd, durûtiyê dikin û berjwendiyên xwe esas digirin. Bîr û baweriya ji bo rakirina tecrîdê heye û ji bo vê jî her diçe têkoşînê xurtir dikin. Jixwe ya rast jî ev e. Faşîzmê hewl dide vê hêvî û biryrdariyê bişikîne, lê dê bi ser nekeve." 
 
'DÊ ÇALAKÎ BIDOMIN'
 
Aydogan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan piştî sala 2015'an veguheriye tecrîdeke mutleq û bal kişand ser nobeda "Azadî ji bo Ocalan " kurdên li Ewropayê ku 10 sal in li ber Konseya Ewropayê digirin. Aydogan, destnîşan kir ku ev çalakî di dîrokê de yek ji çalakiyên herî mezin ên sivîl in û got: "Li gel vê çalakiyê jî 5 sal in li ber CPT'yê çalakiyan li dar dixin ji bo balê bikişînin ser tecrîdê. Ewropa her tim li ser pêya ye li dijî tecrîdê û têkoşîneke demokratîk abaş dike." 
 
'ZORÊ BIDIN CPT'YÊ'
 
Aydogan, bal kişand ser hevdîtin bi CPT'yê re jî ku hefteya borî hatibû kirin û got: "Me hevdîtin bi cîgirê serokê CPT'yê re çêkir. Kesê ku me hevdîtin pê re kir got dê çûna Îmraliyê daxilî nav rojeva civîna piştî hevdîtinê bi rojekê bike, lê dê derbarê encama wê de tu agahiyê parve neke. Ez wisa difikirim ku ger mifha îqtidarê tê de tune be dê nehêle malbat jî hevdîtinê bike. Mixabin li Tirkiyeyê ji ber şert û mercên faşîzmê çalakî pir nayên kirin. Lewma divê em zorê bidin van deran. Helbet heya CPT'î biçe Îmraliyê û daxuyaniyê bide dê çalakiyên me bidomin. A rast divê kurd hemû name ji CPT'yê re bişînin û daxwazên xwe ragihînin. Ger liv û tevgereke demokratîk çêbibe dê encam bê girtin." 
 
MA/ Ferhat Çelîk

Sernavên din

20/12/2021
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin
13:17 Agahî ji cenazeyê Erkmen nayê girtin
13:13 Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin
13:01 HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
12:56 Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin
11:33 Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê
11:25 Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir
11:20 Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye
10:53 Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'!
10:09 Polîsan cenazeyê Erkmen revandin
09:52 Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin
09:26 Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da
09:25 PDK 113 roj in cenazeyan nade
09:01 Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN
19/12/2021
21:43 Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we
17:53 Nobeta Edaletê: Tecrîd civakê hedef digire
17:32 Li Hewlerê bîlançoya lehiyê giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
17:11 Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e
16:50 Fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji Festîvala Filman a Silêmaniyê hat vekişand
16:21 Zarok TV’yê frekansa xwe guhert
16:04 PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt
15:57 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
15:42 Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin
15:34 Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
15:24 Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê