Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê

  • rojane
  • 09:53 14 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Guler Tunç destnîşan kir ku gotina “Gelê kurd serê xwe natewîne” carek din şênber bûye û got: “Ji min û Berxwedan re mîrasek mezin a berxwedanê ma. Divê berxwedana wan were mezinkirin.” 

 
Li navçeyên Cizîrê û Silopiya yên Şirnexê di 14’ê kanûna 2015’an de qedexey aderketina derve hatibû ragihandin. Di ser vê qedexeyê re 6 sal derbas bûn. Qedexeyê heta 2’yê Adara 2016’an yanî 79 rojan berdewam kiribû. Bi çekên giran êriş li ser Cizîrê hatin kirin. Nêzî 10 hezar mal û dikanên xelkê zirar dîtin û navçe adeta veguherî bajarekî kavilkirî. Hevserokên Meclîsa Gel ên Cizîrê Mehmet Tunç û Asya di qedexeyê de hatibûn kuştin. Axaftina wê demê ya Tunç di bîra her kesî de ye û gotibû, “Me çonga xwe daneni. Însanên me divê bi me serbilind bin.” Tê gotin li Cizîrê 288 kesan jiyana xwe ji dest da. Ev dane ji serlêdan û agahiyên malbat didin pêk tê. Lê tê gotin hejmara kesên li navçeyê hatine kuştin zêdetir e. 
 
Li gorî raporên rêxistinên mafê mirovan di nava yên hatine kuştin de yek jê pitik 41 kes zarok bûne û 22 kes jî jin bûne. Ji zarokên jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê CemîleÇagirga 3 rojan di sarincê de hatibû hiştin û bûbû rojeva sereke. 
 
 
14 CENAZE HÊJ WINDA NE 
 
Bi piraniya cenazeyên hatibûn şewitandin ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. Lê cenazeyên Ferîde Yildiz, Sakîne Durmîş, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Susîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray,  Mustafa Keçanlu û Emrah Aşkin tevî ku malbatên wan nimûneyên DNA’yê dane jî hêj radest nehatine kirin. 
 
86 DOSYE HATIN REDKIRIN 
 
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê têkildarî cenazeyan lêpirsîn hatibû destpêkirin. Heta îro derbarê 86 dosyeyî de biryara “dozvenekirinê” daye. Îtîrazên li hember biryarê jî hatin redkirin. 86 dosye veguhestin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM). Di serlêdanên madî-manevî yên ji bo Wezareta Karên Navxweyî hatin kirin de derbarê 59 serlêdanan de biryara “redkirinê” derket. Gelek dosyeyên mayî jî ji aliyê dozgeriyê ve biryara “lêgerîna daîmî” hat dayîn. 
 
Di wê qedexeya 79 rojan de birayê Mehmet Tunç, Orhan Tunç ê 20 salî jî jiyana xwe ji dest dabû. Hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç qala pêvajoya wê demê kir. Tunç anî ziman ku dewlet li dijî pergala li taxan hatibû avakirin ketibû tevgerê û ew êriş û hilweşandin bi destpêkirina plana têkbirinê re pêk hat. 
 
BI PÊŞENGIYA BÊRÎVANAN 
 
Guler Tunç destnîşan kir ku berxwedana Cizîrê yek ji mîrasê têkoşîna azadiya gelê kurd e û got: “Di salên 1990’î de li Cizîrê bi pêşengiya Bêrîvanan gelê me hat birêxistinkirin. Ji mîrasên wan rojan pergala xwerêveberiyê dest pê kir. Dewletê di pêvajoya xwerêveberinê de xwest îradeya gelê kurd bişkîne û teslîm bigire. Dewlet gelek bênasname û kole dixwaze dîzayan bike. Cenazeyên însanên me şewitandin lê belê nikaribûn îradeya gelê kurd teslîm bigirin.” 
 
‘ÇOK DANENÎN’
 
Guler Tunç anî ziman ku gel di pêvajoya xwerêveberiyê de rûyê herî qirêj ê faşîzmê dît û got: “Kurdan bi gotina, ‘Em çokê danaynin û em ê neçin. Bila gelê me bi me serbilind be’ bersiv da dewletê. Dewletê dixwest gel teslîm bigire. Lê gel destnîşan dikir ku ew ê ti carî teslîm nebin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê li ber xwe bidin û ev jî bû. Li şûna teslîmiyetê, berxwedan û teslîmnebûnê hilbijart. Çawa ku  Mazlûman û Xeyriyan li Zindana Amedê li ber xwe dan, Mehmet Tunç û hevalên wî jî ji wan mînak ji xwe re girtin û teslîmiyetê qebûl nekirin. Dibe ku gotina ‘em ê serî netewînin’ wek slogan were, lê di rastiya xwe de îradeya gelê kurd nîşan dide. Ev slogan bi pêvajoya xwerêveberiyê re careke din bû pratîk.” 
 
MÎRASEK MEZIN JI BERXWEDAN RE MAYE 
 
Guler Tunç anî ziman ku piştî welidiye hîn bûye ku hevjînê wê hatiye qetilkirin û wiha got: “Roja ku ji bo welidînê çûm nexweşxaneyê min bi Orhan re bi telefonê xeber da. Wî li rewşa me pirsî. Paşê, dema hînbû ku lawek me çêdibe, ji me xwest ku em navê wî bikin Bêkes. Lê me nexwest em paşê vî navî lê bikin. Ji ber ku berxwedan û têkoşîneke mezin hebû. Diviyabû em vê berxwedanê zindî bihêlin. Ji bo vê me navê Bêkes guhert û navê Berxwedan Orhan lê kir. Berxwedan Orhan niha dibe 6 salî. Ji min û Berxwedan Orhan re mîraseke mezin a berxwedanê ma. Yên li pişt wan in divê bi felsefe, berxwedan û têkoşîna xwe mezin bibin."
 
‘KURD NAQEDIN’ 
 
Hevjîna Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, Zeynep Tunç jî diyar kir ku ev 6 sal in bi bîranîna Mehmet Tunç û hevalên wî radibin û rûdinin. Zeynep Tunç diyar kir ku armanca êrişan ew e ku kurdan biqedînin û got: “Wan ji bo ax, ziman û zarokên xwe li ber xwe dan. Wan neheqî qebûl nekirin û li ber xwe dan. Em li Cizîrê li ser axa xwe dijiyan. Dewlet bi tank û topên xwe hat. Li hemberî me hemû derfetên di destê xwe de bi kar anîn. Mehmet û hevalên wî di jêrzemînan de hatin şewitandin. Armanca wan tenê tinekirina kurdan e, lê kurd qet naqedin. Heta kurdek tenê bimîne jî dê têkoşîn berdewam bike.” 
 
DAYIKEK Û DU LAWÊN XWE 
 
Zekiye Îdin (62) ya ku di dema qedexeya derketina derve de zarokên xwe Sahîp Îdin (29) û Mehmet Îdin (24) winda kir jî anî ziman ku her çend sal derbas bibin jî ew ê wan rojan ji bîr nekin. Îdin anî ziman ku piştî qedexeya derketina derve 20 rojan li taxa xwe ma û di roja 14'an de zarokên xwe şandine taxeke din a ku pevçûn lê derneketiye û piştî wê rojê jî du kurên xwe nedîtin. Îdîn diyar kir ku piştî mirina zarokên xwe nexweş ketiye û êşa wê hêj teze ye.
 
MA / Omer Akin 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/12/2021
14:22 DEDAŞ meheke ceyran nade gundê Sevadiyê
13:14 Zarokê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
13:07 Parêzerên çûna wan a Îmraliyê tê astengkirin serlêdana hevdîtinê kirin
12:36 Salvegera qedexeya Cizîrê: Wê kurd serî netewînin
12:21 Ferît Şenyaşar: Dozgerê ku dibêje ‘kiryar nediyar’ sûc dike
12:21 Belgefilma hunermend Silo Qiz hat çêkirin
11:55 115 roj in paneberên kurd di destê OSO’yê de dîl tên girtin
11:48 Danişîna Doza Konyayê dest pê kir
11:24 Nobeta li Sêmalka di roja 71'an de didome
11:23 Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin
11:22 Faîlê kuştina Nazîk Sancar hat girtin
10:34 Li Sêrtê li qeraxê rê 2 cenaze hatin dîtin
10:03 ‘Şahidê veşarî’ yê di doza Garîbe Gezer de 5 sal in winda ye!
10:03 Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin
10:00 1003 kesan kampanya îmzeyê dan destpêkirin
09:59 Li Esenyûrtê agir bi avahiyekê ket: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:53 Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê
09:12 Bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin
09:12 Ji ber her tişt biha ye nikare biçe bazarê
09:11 'Neberdana Tûglûk li dijî mirovahiyê ye'
09:10 Ji ber gotina "şer" înfaza girtiyê siyasî şewitandin
09:10 Ji binçavkirina wî têr nabin!
09:10 Prof. Dr. Bîçer: ATK li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'AN
13/12/2021
18:49 Oluç: Li Banka Navendî operasyona diziyê tê kirin
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin
11:42 Nobeda li Sêmalka di roja 70’yî de didome
11:33 Hezar rewşenbîran bang kir: PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin
11:32 ‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’
11:31 Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin
11:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
10:48 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome
10:43 Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
10:42 Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike
10:10 Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin