Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê

  • rojane
  • 20:08 4 Tîrmeh 2021
  • |
img
ÇEWLIG - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, anî ziman ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û got: "Ji bo azadiya girtiyan û Birêz Ocalan, ewilî em ê xwe azad bikin." 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, çûn gundê Tûglayan, Karga Pazar, Çirkara Hmaza, Cîllî Gol û Hacilar ên navçeya Kanîreş a Çewligê. Hevserokên HDP'a Bajêr Arzû Firat û Hasan Soysal û Parlementerê HDP'ê Erdal Aydemîr jî li gel heyeta KCD û DBP'ê bûn. 
 
Li navenda navçeyê welatiyan bi çepikan, bi tilîliyan û bi pankarta li ser "Em xwe birêxstin dikin li dijî faşîzmê" nivîsandî heyeta KCD û DBP'ê pêşwazî kirin. Jinan kulîlk dan Hevseroka Giştî ya DBP'ê. Welatî û esnafan jî heyetê silav kirin. 
 
OZTURK: DI ŞEXSÊ OCALAN DE HEMÛ TIRKIYE TÊ TECRÎDKIRIN 
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, di serdanê de axivî. Ozturk, bibîr xist ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û di şexsê Ocalan de hemû Tirkiye tê tecrîdkirin. Ozturk, xwest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û got: "Îro ro tu kes nikare fikirên xwe bilêv bike. Ên bilêv dikin jî an tên binçavkirin an jî tên girtin. Niha bi sedan hevalên me girtî ne. Hevalên me yên girtî ji 200 rojî zêdetir e di greva birçîbûnê de ne. Lewma ji bo azadiya girtiyan û Birêz Ocalan, ewilî em ê xwe azad bikin. Îqtidar niha dixwazin HDP'ê bigirin, lê dê bi ser nekevin. HDP, tenê ne navek e. Ji lew re HDP, gel bi xwe ye. Hindik maye ew biçin. Em ê li dijî zext û zoriyên wan têkoşîna xw ebilind bikin. Lewma em û we em li hev kom bûne. Ji bo me dîtin û fikirên gel pir girîng in." 
 
BAYINDIR: EM BIHÊZ IN 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî anî ziman ku tahde li gelê kurd tê kirin û got: "Bi taybetî ji sala 2015'an ve Birêz Ocalan bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Em baş dizanin ev biryareke polîtîkaya şerê taybet e. Li gel vê êrîşê dibin ser zimanê me, çanda me, axa me, jin û zarokên kurdan. Armanca wan perçekirina hêvî û baweriya vî gelî ye. Faşîzmê dikin. Her roj di televîzyonan de propagandaya şerê derûnî dikin. Me li qadên Newrozê bersiva vê îqtidarê da. Ji bo vî gelî çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê tu carî ji bîr û baweriya xwe daneyên xwarê. Em bihêz in, xwedî bîr û bawerî ne." 
 
Welatiyan jî diyar kir ku dê li dijî propagandayên îqtidarê xwedî li têkoşînê derkevin û dê îqtidar nikaribe vîna gelê kurd bişikîne. 

Sernavên din

04/07/2021
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn
20:08 Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê
19:52 MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir
17:16 Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin
17:15 Parêzer Ûysal: Tecrîd şerê li dijî vîna Ocalan e
16:18 HDP ji bo Gergerlîoglû careke din dest bi Nobata Edaletê dike
16:09 AYM’ê ji bo girtina Ozgur Gundemê biryara binpêkirinê da
15:25 ‘Navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye’
15:15 Berdana 4 kesên di Doza Kobanê de hat îttîrazkirin
14:57 Li Amedê 54 kes hatin girtin
14:12 Muxalefet dengê xwe li dijî Tifaqa Cûmhûr zêde dike
13:50 Meleyê di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:30 Çalakiyên titûnê mezin dibin
12:39 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Îbrahîm Yildiz li Rihayê digere
11:16 Rayedarên girtîgehê “poşmantî” li girtiya siyasî ferz kirin
10:56 Girtiyên ku agahî ji wan nedihat girtin hatine sirgûnkirin
10:16 Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin
10:10 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket
09:29 Ji bermahiyan mirov nikare li Hewselê bigere
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 220'emîn de berdewam dike
09:09 5 roj in ava wan hatiye qutkirin: Zilm e
09:07 Yildirim: Semsûrî debara xwe bi tûtinê dikin
09:05 Parêzer Koçak: Betalkirina peymanê pirsgirêkeke rejîmê ye
09:04 Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin
09:02 Dadgehê Parkomata qeyûm betal kir
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
03/07/2021
22:13 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:08 Aydenîz: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûnî tê şewitandin
15:59 Komeleya Ziman a Mereto kongreya xwe li dar xist
15:17 Girtiyê nexweş Hakki Turgay nayê dermankirin
15:01 27 sal in faîlên Mihyaz nehatine dîtin
14:46 Cotkarên titûnê: Ji bilî berxwedanê çareyek me ya din nîne
14:19 MED-DER'ê îro jî perwerdehiya bi dimilkî da zarokan
14:13 Bombebarana derveyî sînor bû sedema qutbûna ceyrana gundan
13:57 ‘Mînaka tecrîdek wiha li tu devera cîhanê nîne’
13:56 Dayika Şemiyê Remziye: 28 sal in hestiyên lawê xwe nabînim
13:33 Serokê DÎAY-DER’ê Baran jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin
13:31 HDK: Rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e
12:59 Parêzerê Gergerlîoglû: Biryarê dane ‘rojnamevanan’ lê ji me vedişêrin
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
12:06 3 kesên şamî ji polîsan re birin 26 sal in winda ne
11:31 Malbata Şenyaşar: Hûn bi niximandina qetliamê dibin şirîkê sûc
11:08 Qutkirina ava gundan di rojeva Meclîsê de ye
10:51 SMO’yê sê suryan radestî Tirkiyê kir û cezayê heta hetayê li wan hat birîn
10:03 Helbestvan Seyyîdhan Komurcu xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 219'emîn de berdewam dike
09:03 Dê dosyeya Vedat Aydin 2 rojên din têkeve ber demboriyê
09:03 Ji Taksîmê bang li Serokkomar kirin: Tayyîpp te ev xwest!
09:02 Parastina polîsê ku destdirêjî kir: Zarokeke xeyalperest e
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
02/07/2021
23:50 Piştî 45 rojan cenazeyê Şîmşek hat definkirin
21:12 Îro 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 MED-DER vê carê ji bo zarokan çû Farqînê
20:17 Bûldan, çû cem karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê
20:00 Kurê Surmî Înceyê: Bersûc hat xelatkirin
19:04 Li Hezexê çalakiya ji bo Peymana Stenbolê
18:44 Li Rihayê 9 kes hatin girtin
17:51 Erdem hat berdan
16:51 Di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin
16:33 4 kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:59 Cotkarên titûnê bi girtina rê yasaya nû şermezar kirin
15:53 Qurbaniyên Madimakê nehatin jibîrkirin: Em ê ronahiya Sêwasê venemirînin
15:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
15:16 Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin