Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin

  • rojane
  • 09:04 4 Tîrmeh 2021
  • |
img
RIHA - Baran Eman ku di Girtîgeha Amedê ya Tîpa F'yê de ye, ragihand ku li qawîşa wan fîşek hatiye dîtin. 
 
Baran Eman (22) ku di sala 2016'an de dema qedexeya derketina derveya a li navçeya Nisêbînê hatiye girtin û 35 sal û 10 meh ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Amedê ya Tîpa F'yê de ye, di 1'ê Tîrmehê de telefonî malbata xwe kir. Eman, ragihand ku li qawîşa wan fîşek hatiye dîtin. 
 
Dê û bav Mehmet (53) û Zahîde Eman (45) ku li navçeya Pirsûs a Rihayê dimînin, xwestin tiliya kê di vê de hebe bê aşkerekirin. 
 
Bav Eman, anî ziman ku kurê wî Baran Eman gava çûye Nisêbînê cem hevalê xwe hatiye girtin û piştî girtîgehên Nisêbîn, Mêrdîn û Midyadê sewqî Girtîgeha Amedê hatiye kirin. Eman, destnîşan kir ku zext û zoriyên li girtîgehê zêde bûne û got: "Bi kêfî gelek caran cezayê hucreyê lê birîn. Kurm di xwarina wan de derket. Gava li korîdorê meşiyaye, bi hinceta destên xwe hejandiye û destên xwe xistiye berîka xwe, derbarê wî de lêpirsîn dan destpêkirin. Herî dawî jî li qawîşa wan fîşek hatiye dîtin. Di 1'ê Tîrmehê de telefon kir, got li qawîşa wan fîşek hatiye dîtin. Ew fîşek çawa ketiye qawîşa wan?" 
 
‘KURÊ MIN GOT ME FÎŞEK DÎT' 
 
Eman, destnîşan kir ku ji ber vê fikar li wan çêbûne û got: "Kurê min got, me li qawîşê fîşekek dîtiye. Gava wisa got, min tiştek negot. Ev çi ye? Divê aşkere bikin. Piştî girtiyan fîşek dîtiye, zabitname hatiye amadekirin. Dozger jî derpêş kiriye ku fîşek ji ber çekeke li derve hatiye şixulandin ketiye hundir. Kurê min negot me qewana vala dîtiye, got me fîşek dîtiye." 
 
‘EM Ê GILÎ BIKIN' 
 
Eman, bi bîr xist girtîgeh, girtîgeheke bilind e û got: "Heger fîşeka çekeke li derve hatibe şixulandin ketibû qawîşa kurê min, nexwe bila ji wir re nebêjin girtîgeha bilind. Dev ji bilindahiya wê berde, dêmeg ew der qet ne cihekî ewle ye jî. Kî ew fîşek xistibe wê qawîşê divê bê dîtin û bê cezakirin. Em ê bişopînin. Em ê gilî bikin. Ji bo careke din tiştekî wiha nebe, divê tevdîr bên girtin. Hevala min piştî bi vê hesiya, xewnên nexweş dibîne. Heqê kesî tune tiştên wiha bîne serê me." 
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Eman, bibîr xist ku li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 220'emîn de ne û got: "Çalakiyeke dorveger e, hêvîdar im veneguhere tiştek din. Ji lew re me berê jî dîtin. Kurê min di sala 2018'an de 135 rojan di grevê de ma û di çalakiya greva birçîbûnê ya di 27'ê Mijdara 2020'î de dest pê kir jî, di nav koma ewil de bû. Em veguherandine civateke mirovan a bedbext. Piraniya civakê bedbext e. Divê ev pêkanînên kêfî bi dawî bibin. Belê, zarokên me girtî ne, lê mafên wan jî hene û divê ev maf pêk bên. Em ê nehêlin bi vî awayî zarokên me bieciqînin. Em ê dengê xwe bilind bikin." 
 
‘EM QEBÛL NAKIN' 
 
Eman, destnîşan kir ku dê bêhiqûqîtiyên li dijî girtiyan û malbatên wan qebûl nekin û got: "Em ê hem li hundir hem jî li derve tim bitêkoşin." 
 
DAYIK: DAXWAZÊN KURÊN MIN DAXWAZÊN MIN IN 
 
Dayik Zahîde Eman (45) bibîr xist ku gava kurê wê hatiye girtin hatiye îşkencekirin û got: "Kurê min xistibûn halekî wisa, me ew nas nekir. Bi şev û biroj ew îşkence kirin. Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa F'yê sûcên li hemberî mirovahiyê tên kirin. Tecrîd heye û em doza edaletê dikin. fîşek xistine qawîşa kurê min. Ev nîşana ku bi mirinê gefê li wan dixwin. Ji roja ku min bihîstiye xew bi çavê min nakeveî nikarim tiştekî bixwim. Divê wisa nedome, bila her kes bibe yek. Kurê min cara dudoyan e ketye greva birçîbûnê. Daxwazên wî daxwazên min in jî. Ez li pişta kurê xwe me. Dê nikaribin vîna kurê min û hevalên wî bişikînin." 
 
Têkildarî mijara me telefonî girtîgehê kir. Personelê axivî, diyar kir ku haya wî ji vê meseleyê tune ye û ji ber ku dawiya hefteyê ye rayedar ne li girtîgehê ne. 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

07/07/2021
14:19 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
13:36 HDP’iyan serdana karkerên medenê kir
13:35 Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin
11:29 Cotkara titûnê: Bi salan e erd tevrik dikim, li ku bûn?
10:47 Fehîme Poyraz: Bila Qada Gundogdûyê tije bibe û bibe Denîz
10:41 Li Îdirê gelek kes hatin binçavkirin
09:53 Parlementoya Hollandayê qirkirina êzidiyan nas kir
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 223'yemîn de berdewam dike
09:05 Polisan di bin çavan de gefa destidrêjiyê li ciwanan xwariye
09:05 Torûn a ku Agar giliya wê kiribû: Hêz tê nîşandan
09:05 2 zarok, 2 xeyal û rastî!
09:05 MED-DER xebatên xwe yên ziman berfirehtir dike
09:05 Gelê Wanê: Bi vê helwestê wê PDK dawî li xwe bîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:27 Li Silopiya semînera 'îstîsmarkirina zarokan' hat lidarxistin
06/07/2021
22:14 Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin
21:42 Gergerlîoglû ji girtîgehê derket
21:32 Li Mêrdînê 4 siyasetmedar hatin berdan
20:34 Li Mêrdînê bijîjkek mirî hat dîtin
18:08 Di xebatên vedanê yên DEDAŞ'ê de hestiyên 2 mirovan hatin dîtin
17:59 AYM'ê biryara Gergerlîoglû ragihand
17:32 Ji hiqûqnasan banga Gergerlîoglû: Biryarê pêk bînin
17:12 Parêzerê Gergerlîoglû: Ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê nayê ragihandin
16:57 CPJ’ê cezayê hefsê ku li rojnamevan Boltan hatibû birîn şermezar kir
16:33 Li Mêrsînê kamyonet qelibî: 11 birîndar
16:31 Li Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 29'an
16:28 Bûldan: Wê jin AKP'ê ji meriyetê rakin
16:23 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê Işik hat birîn
15:31 Dema binçavkirina endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat dirêjkirin
15:01 Parêzerên Ocalan careke din serî li dozgeriyê dan
14:22 Jinên Dersîmî ji bo ‘Volga Sorgû’ daxuyanî dan
13:50 Wezîr 2 bajarên ku varyanta Delta Plusê lê hat tespîtkirin veşartin
13:48 Derbarê nûçegihana me Dûrgûtê de lêpirsîn hat vekirin
13:44 Esnafên bazara sewal û kayê bi gazind in
13:30 27 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê girtin
12:55 Malbata Şenyaşar: Em bi hevgirtinê dikarin edaletê bînin
12:47 Ji bo doza rojnamevan Okatan daxwaza beraetê hat kirin
12:44 HDP wê ji du baskan ve dakeve qadan
12:18 Mengûç: Derzîkirina kêm a li bajarên kurdan ne tesadufî ye
12:03 Karkerên madenê wê li Meclîsê bi partiyan re hevdîtinê bikin
11:46 TTB’ê û odeyên bijîşkan destûra 8’ê Adarê derxist
11:24 Doza rojnamevan Bagdat hat taloqkirin
11:13 Li Nisêbînê 11 kes hatin binçavkirin
11:10 Cotkarê titûnê ku gotibû ‘Ji kapîtalîstên tirşikçî re na’: Dirûşma proleterek bindest e
10:52 ‘Hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek’
10:26 Ocalan: Baykal serdema karên qirêj dewrî AKP’ê kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 222'yemîn de berdewam dike
09:04 Derbarê parêzerên Mûsa Orhan de gilî hat kirin
09:04 Jiyana dengbêjan û kilamên wan tên qeydkirin
09:04 Gardiyanên îşkencekar ên doz li wan hatiye vekirin hê jî li ser kar in
09:04 ÎHD: Li girtîgehê ‘lêgerîna dev’ bêhiqûqî ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'AN
05/07/2021
21:07 Aydeniz: Dema ku nêrinên Ocalan belav dibin civak bêhn distîne
19:49 Baroya Êlihê: Qutkirina ava gundan nayê qebûlkirin
18:02 Gelek leşker sewqî Meletî û Semsûrê hatin kirin
17:49 Hilberînerên titûnê yên Amedê jî rê girtin
17:25 Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn
16:48 Şandeya HDP'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:35 Li Girtîgeha Panosê mirineke biguman
16:33 Parlamenterê alman serdana malbata Poyraz kir
16:18 Polîs ji parlamenter re got: Ka hûn dikarin daxuyaniyê bidin, ka bikin
16:11 Nobeta parlamenteran a li pêş girtîgehê didome
15:40 Sancar: Rêya israra demokrasiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e
15:33 Koordînsyona Jinên Ciwan a HDP polîtîkayên sîxûriyê teşhîr kirin
14:45 Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a li dijî tecrîdê bibe
14:17 Odeya Denîz Poyraz hat vekirin
14:08 Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin
14:08 Li Kocaeliyê berteka Gergerlîoglû: Biryara AYM’ê pêk bînin
13:44 Avûsturyayê biryara berdewama girtina Korkmaz da
13:37 Partiya Çepgir a Almanyayê serdana HDP'ê kir
13:13 HDP’a Îzmîrê banga beşdariya mitînga 'demokrasiyê' kir
12:50 Denîz Poyrazeke din ji dayik bû
12:39 Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin
12:34 HDP’ê ji bo Gergerlîoglû kampanya da destpêkirin
12:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir
12:31 Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe
12:07 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin
12:02 Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me
12:01 Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat
11:50 Karkerên madenê di ketina Enqereyê de hatin astengkirin
11:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:25 Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin
10:46 Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50
10:40 Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên
10:39 Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn
10:38 Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin
09:13 Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!
09:01 Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!
09:01 12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye
09:01 ‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe'
09:01 Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî'
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN
04/07/2021
23:22 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn