Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

  • rojane
  • 23:59 3 Hezîran 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Tora Çand û Zimanê Kurdî, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê îro li navçeya Cizîrê xwest mîtîngê li dar bixe. Lê mîtîng hat astengkirin. Piştî astengkirina mîtîngê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, got: “Zimanê me tecrîd kirine û heta ku zimanê me bibe zimanê fermî wê têkoşîna me bidome."
 
Tora Çand û Zimanê Kurdî, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê îro li navçeya Cizîra Şirnexê bi dirûşmeya "Bila kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî " û “Bila sedsala 21’ê bibe sedsala kurdî" xwest mîtîngê li dar bixe. Lê mîtînga ku hat xwestin li Parka Birca Belek bê lidarxistin, Waliyê Şirnexê bi hinceta pandemiyê destûr neda. Li ser vî yekê girseya ku xwest meşê li dar bixe dîsa ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştî ku meş jî hat astengkirin, komîsyonê li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê daxuyaniyek girseyî da û şahî li dar xist.  Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, Serokê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Sînan Çîftçyurek, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, rêvebirên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn û Amedê, aktîvîstên TJA’yê, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Jinan bi kincên xwe yên gelerî reng dan şahiyê. Beriya daxuyaniyê, girse li hewşa avahiya navçeya HDP’ê govend gerand. Piştre daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de pankartên “Tundiya li ser ziman tundiya li ser jinê ye, tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye” û  “Bila zimanê kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat vekirin.
 
CIZÎRÎ XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKETIN 
 
Di serî de Şerefxan Cizîrî û Sînan Çîftçî axivîn û bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî û xwestin zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Saliha, bal kişand ser rol û mîsyona zimanê kurdî  û wiha got: “Gelê herema Botanê bi salane ji bo ziman, çand, hebûn û pêşeroja xwe têkoşiya ye. Ji vê rojê şûnde jî dê têbikoşe. Ji ber ku em zanin herema Cizîra Botan di dema Îskender, Tîmûr û Osmaniyan de jî xwestin bê dagirkirin û tunekirin. Xwestin dîrok, çand û zimanê me qedexe bikin. Lê belê gelê Cizîrê hertim li ber xwe da û xwedî li çand û hebûna kurdî derket. Cizîra Botan ji bo ziman û wêjeya kurdî xwedî cihek girîng û taybet e.”
 
'DIXWAZIN ZIMAN JÎ TECRÎD BIKIN' 
 
Aydenîz, behsa derxistina Kovara Hawarê kir û wiha domand: “Bi derketina Kovara Hawarê kurdî heta vî rojê hat. Polîtîqayên sedsalî yên bişaftin û tunehesibandinê heta vê rojê berdewam dikin. Ev polîtîqayên tunekirinê bi îktîdara AKP’ê re zêdetir bûn û hîn jî berdewam dike. Çawa ku gel di bin tecrîdê de ye, dixwazin ziman jî di bin tecrîdê de bihêlin. Çawa di salên 80’yî de di dema darbeya cuntayê de di girtîgehan de digotin ‘tirkî biaxive pir biaxive’, îro jî ji ber dayikek kurdî axiviye 6 meh cezayê disîplînê lê hatiye birîn. Em dibînin ku bîrûbaweriya wan negûheriye û hîn wek berê ye. Bi wê bîrûbaweriyê êrîşî zimanê kurdî dikin. Cizîra Botan çawa ku xwedî li zimanê xwe derket dê îro jî tevahî gelê Kurdistanê xwedî  li zimanê xwe derbikeve.”
 
Aydenîz, di  dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd û zimanê kurdî bi êrîş, bişaftin, kuştin, tunekirin û qedexekirinan naqede. Ji ber wê jî pêwîste ziman û nasnameya Gelê Kurd bê naskirin. Heta ziman û nasnameya me bê naskirin em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em dibêjin divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Dayikên me ji bo zimanê kurdî winda nebe xwedî derketin û heta vê rojê anîn. Em destûrê nedin ku polÎtîqayên bişaftin û qedexeyê bikeve mala me. Em ê bi hev re ji bo zimanê xwe têkoşîna xwe mezin bikin. Em têkoşîna Botanê ji Mem û Zînê dizanin. Em jî evîndarên zimanê xwe ne. Heta zimanê kurdî  bibe zimanê perwerdehiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Piştî daxuyaniyê girseyê dîrûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
Piştî bidawîbûna şahî û daxuyaniyê parlmanter û siyasetmedar çûn serdana esnafan.
 
 

Sernavên din

04/06/2021
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin
20:02 114 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:02 Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin
17:01 TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
16:50 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket