Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe

img
WAN - Ji ber qenala aydê DSÎ’yê ya li Taxa Îstasyonê ya girêdayî navçeya Tûşbayê nayê paqijkirin, gefê li tenduristiya gel dixwe. Welatiyên ku têkildarî pirsgirêkê ji DSÎ ya serî lê dane nikarin bersivekê bigirin dixwazin şaredarî mudaxilî vê rewşê bibe. 
 
Qenala aydê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ku li Taxa Îstasyonê ya girêdayî navçeya Tûşba ya Wanê ye bi belavkirina bêhna nexweş, çop û herî ya tê de gefê li tenduristiya şêniyên taxê dixwe. Welatiyan diyar kirin ku her sal bi mehên havînê re ji qenalê bêhneke nexweş belav dibe û nikarin li taxê bijîn û anîn ziman ku paceyên malên xwe jî nikarin vekirn û zarokên wan her roj nexweş in. Şêniyên taxê dan zanîn ku serlêdanên ji bo ji qenala vekirî re çareseriyek were peydakirin kirine bêencam mane û xwestin ji bo çareseriya pirsgirêkê şaredariya bajarê mezin mudaxil bibe.
 
‘JI ÇEM AVA QENALÎZASYONÊ DIHERIKE’
 
Mûxtarê Taxa Îstasyonê Feyat Karakoç bi lêv kir ku ji DSÎ’yê û rayedaran re daxwaznameya giliyê dane lê tu encam negirtine û wiha got: “Qenal ji bo ava baranan hatiye çêkirin lê niha ava qenalîzasyonê diherike. Ji bo paqijkirin û tamîrkirina vê qenalê min gelek caran daxwazname dan DSÎ’yê. Rayedaran ji min re got ku ‘Ji bo tamîra qenalê 200 milyon lîre pere hatiye, proje amade ye’. Em fêm nakin ku rayedarên gotin pere hatine çima hêj ji qenalê re çareseriyek peyda nekirine. Hemû şêniyên taxê ji qenalê bi gazinin, bêhneke gelek nexweş belav dike, betona li her du aliyên qenalê jî riziya ye. Ji ber qenal vekiriye û çalbûye heta niha bi dehan wesayît ketine qenalê. Dema biçekî baran jî dibare ava qirêj dikeve malan. Divê demildest ev qenal were çêkirin. Em bi derfetên xwe derdikevin kolanê û bi meran qenalê paqij dikin.”
 
DAXWAZNAME BÊENCAM MAN
 
Yek ji şêniyên taxê Nacî Ergînogûz, anî ziman ku ji sala 1976’an ve mala wî li ser qenalê ye heta dema lehî radibe bi dehan caran mala wî di bin avê de maye û bi lêv kir ku tu serlêdanên wan bi erênî encam negirtiye. Ergînogûz, axaftina xwe wiha domand: “Me weke şêniyên taxê bi derfetên xwe li ser qenalê pirek çêkir. Di baraneke herî biçûk de qenal tejî av dibe û av dikeve malên me. Em weke şêniyên taxê qenalê paqij dikin. Ji ber ku qirêjiyên ligel avê tên qenalê dixetimînin û av naçe. Ji ber vê yekê av dikeve tax û malên me. Heta niha cihek nema ku ez daxwaznameyê nedime lê tu kes eleqedar nebû.”
 
BÊHNEKE NEXWEŞ BELAV DIBE
 
Yek ji şeniyên taxê Kasim Pala yê ji sala 1994’an ve li taxê dijî, bal kişand ser zirarên ku qenal bûye sebeba wan û da zanîn ku di rojên baran dibare de xanî bi avê tejî dibin. Pala, bi lêv kir ku mêşên ji ber qirêjiyê derdikevin holê zarok nexweş dibin û anî ziman ku havînan ji ber bêhnê nikarin caman vekin. 
 
‘BILA ÇARESERIYEK WERE PEYDAKIRIN’ 
 
Salîh Pala jî diyar kir ku qenal pirsgirêkeke mezin e û wiha axivî: “Demekî dirêj e DSÎ bersiva daxwaznameyên me nade, ji ber wê yekê em dixwazin ku şaredarî li ser vê pirsgirêkê bisekine. Di vê sedsalê de gelek şerme ku taxek di vê rewşê de ey. Qenal di biniya gelek malan de derbas dibe û hema bêje di rewşeke ku dê têk biçe de ye. Evqas sal in em di vê rewşê de ne êdî dixwazin çareseriyek were peydakirin.”