Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn

img
MÛGLA - Parêzer Îsmaîl Hakki Atal bi lêv kir ku piştî hilbijartinê ji bo kana komirê ya tê xwestin li Daristana Akbelenê were vekirin zext zêde bûne û diyar kir ku dê giliyê dozgerên ku xebitîna li dijî rêziknameyê ya şîrketê dengê xwe nakin, bikin.
 
Berxwedana gelê herêmê ya li dijî kana komirê ya tê xwestin ji aliyê Yenîkoy-Kemerkoy (YK) Enerjiyê ve li Daristana Akbelen a li navçeya Mîlas a Mûglayê bê vekirin, ev 2 sal in berdewam dike. Her çiqas şîrketê bi darê zorê yê cendermeyan hewl dabe bikeve herêmê jî li dijî berxwedanê paş ve gav avêt. YK Enerji ya ku bi hevkariya şîrketên Lîmak û Îçtaşê ku tê zanîn nêzî hikumeta AKP'ê ye hatiye avakirin û di vê serdemê de gelek îhale wergirtine, santralên termîk ên Yenîkoy û Kemerkoyê yên li herêmê û her wiha kanên komirê yên li ser hektaran belav bûne dide xebitandin.  
 
Rayedarên şîrketê yên ku piştî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya di 28’ê Gulanê de pêk hat tacîzên xwe yên li herêmê zêde kirin, gelek caran dest bi keşfan kirin. Xebatkarên Miduriyeta Daristanan û cendermeyên herî dawî di êvara 4’ê hezîranê de hatin herêmê, ji bo kon û konteynirên gundiyan ji bo nobetê danîne koordînat diyar kirin. Rayedarên diyarkirin ku konteynirên li qadê li qada daristanê ne, anîn ziman ku wê ji şaredariyê re ragihînin. 
 
Ekolojîst parêzer Îsmaîl Hakki Atal ku parêzeriya şêniyên Îkîzkoyê dike, zextên piştî hilbijartinê zêde bûn û têkoşîna li dijî kana komirî tê dayîn vegotin. 
 
Îsmaîl Hakki Atal
 
MAFÊ BERXWEDANÊ YÊ MAKEQANÛNÎ
 
Atal diyar kir ku ji bo betalkirina destûra birîna Daristana Akbelenê û berfirehkirina qada madenê wan du doz vekirine û anî ziman ku her çend di her du dosyayan de biryara “rawestandina birêvebirinê” hebe jî ev biryar bi rêya şandeyên pispor ve hatine rakirin. Atal, da zanîn ku tu biryareke “rawestandina birêvebirinê” ya ji bo astengkirina ketina nav daristanê ya ji aliyê şîrketê ve nîne û wiha got: “Lê belê mafê me yê Makeqanûnî û hiqûqî û rewa heye ku pêşî li ketina şîrketê ya li vê derê bigirin. Tişta ku nehêle şîrket bikeve vir jî ev e. Em jî dê vî mafî heta dawiyê bi kar bînin.”
 
QANÛN TÊN BINPÊKIRIN 
 
Atal bi bîr xist ku wan beriya niha bi daxwaza dadgerên Dadgeha Îdarî yên biryara 'rawestandina birêvebirinê' rakiribûn, ji peywîrê bên wergirtin giliyê wan kiribûn û wiha berdewam kir: “Dibe ku em ê neçar bin heman giliyê li dozgerên Mîlasê bikin. Di vir de bi awayekî eşkere Qanûna Zeytûnê tê binpêkirin. Madenvan divê ji 3 kîlometreyan zêdetir nêzî baxçeyên zeytûnan ên li Daristana Akbelenê nebin lê 50 mîtro nêzî baxçeyê zeytûnan hêj komirî derdixînin. Li gel ku gelek caran me dozger gilî jî kirin li dijî Lîmakê hiqûqê bi cih nayînin û bi binpêkirina xala 10'an a Makeqanûnê sûcekî makeqanûnî dikin.” 
 
‘HÊZA BERXWEDANÊ TÊ PÎVAN’ 
 
Atal, da zanîn ku qada nobetê her tim tê kontrolkirin û wiha bi lêv kir: “Tên kontrol dikin ku çend kes li qada nobetê hene, kî tê û diçe. Hêza berxwedanê dipîvin. Dîsa di nava daristanê de li çend cihan xebatên sondajê kirin.”
 
POLÎTÎKAYÊN HILWEŞANDINA HAWIRDORÊ
 
Atal ê got “Desthilata AKP’ê polîtîkayên hilweşîna derdorê ne” wiha berdewam kir: “Di serdema komarê de di navberta 1923 û 2022’yan de hejmara ruhsetên madenan ên li Tirkiyeyê hatine dayîn 7 hezar in. Bi AKP’ê re pêkanîna kapîtalîzmê ya hov serbest bû. Di qanûna maden û daristanê de guhertin hate kirin û di nava 20 salan de ruhseta 170 hezar madenan hate dayîn. Polîtîkaya bingehîn a aborî û siyasî ya AKP’ê li ser ranta beton, santralên termîk, endustriya sotemeniya fosîl pêş bixe, çandinî û ekolojiyê biqedîne, valakirina gundan û kolekirina mirovan esas digire. Lê tu neheqî û bêhiqûqî heta hetayê nadomin. Elbet wê ev dewran were guhertin. Dema ev çerx hate guhertin em ê pergaleke darazê ya li gorî demokrasî, hiqûqê ava bikin.”
 
JI BO JIYANÊ ŞOREŞA EKOLOJÎK 
 
Atal, destnîşan kir ku krîza avhewayê êdî gefan li jiyanê dixwe û bal kişand ku li gorî Îstatîstikên Afetên Avhewayê; li Tirkiyeyê di navbera salên 1980-89’an de 679 afetên avhewayê qewimîn, tenê di sala 2018’an de 876 afetên avhewayê pêk hatin. Atal, diyar kir ku stralên termîkê, maden, birînên daristanan jiyana mirovan têxe xetereyê û wiha axivî: “Li gorî îstatîstîkên fermî yên Wezareta Tenduristiyê  di navbera 2002 û 2016’an de weqayên kanserê li zilaman 12 qet, li jinan 7 qet zêde bûne. Ji ber ku madenên zêran li navçeya Îlîç a Erzîncanê Firatê, li Fatsayê Behrareş, li Ûşakê herêma Egeyê, li Efemçûkûrû ya Îzmîrê jî bi dehan salan e ava vexwarinê ya gelê Îzmîrê jehrî dike. Ji ber vê yekê ji bo em bikarin bijîn pêdiviya me bi şoreşeke ekolojîk û rêveberên ji ekolojiyê fêm dikin heye.”
 
‘PÊŞEROJA GELAN DI XETEREYÊ DE YE’ 
 
Atal, destnîşan kir ku têkoşîna tê dayîn êdî têkoşîneke jiyan û hebûnê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku em av, ax û hewayî biparêzin, hêza me ya tiştên din hemûyan çareser bikin wê hebe. Lê ev nebin hûn nikarin tiştekî jî çareser bikin. Cehaleta birêxistinkirî ku îro pê re rûbirû dimînin pêşeroja gelan têxe xetereyê. Divê li dijî vê hemû gelê me bi rêxistin be. Weke gotineke pêşiyan a çermsoran ‘dema baran dibare li ser herkesê dibare’. Av, ax û hewayê bijehr li ser herkesê dibare. Lê li ser sermayedaran nabare. Ew li koşkên xwe dijîn, ava xwe xwarina xwe li cihên taybet tînin. Ji ber wê têkoşîna me ya rastîn ev e.”
 
MA / Tolga Guney