DERSÎM - Şewata daristanê ku li navçeya Xozatê 11 roj in didome, belavî jîngehên nû bû û nayê vemirandin. 
	Şewata daristanê ya di 17’ê tebaxê de, di encama operasyona eskerî de li gundikê Koçerî, gundên Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozat a Dersimê dest pê kir, 11 rojin didome. Şewata ku duh heta gundê Ûzûnçeşme belav bû, îro jî belavî gundê Karper ê navçeya Pulurê bû. 
	GEF LI WELATIYAN XWARIN
	Hat diyarkirin ku Qereqola Cendermeyan a Bîlgîç duh welatiyên ku xwestin biçin cihê herêma şewatê astengkirin û Qeymeqamê Pûlûrê jî bi gotina “paş ve vegerin ji bo we baş çênabe” gef li welatiyan xwariye. 
	Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglû û komeke rojnamevanên çûn gundê Karper ê şewat lê belav bûye. Li herêmê tê xuyakirin ku dû bilind dibe. Maçoglû jî, diyar kir ku mudaxaleyî şewatê nayê kirin. 
