Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin

  • cîhan
  • 18:18 15 Kanûn 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku ji destpêka sala 2005'an ve li Erebistana Siûdî 340 kes hatine bidarvekirin.
 
Li gorî jimartina AFP'yê ya ku dispêre daxuyaniyên fermî, li Erebistana Siûdî ji destpêka sala 2025'an ve herî kêm 340 kes hatine darvekirin.
 
Ev hejmar, ji 338 darvekirinên sala 2024'an derbas dike, di tomarên ku ji destpêka salên 1990'î ve tên girtin de asta herî bilind e.
 
Herî dawî, sê welatiyên Erebistana Siûdî ku ji ber kuştina hemwelatiyekî Sûdanî hatibûn mehkûmkirin, li Mekkeyê hat darvekirin.
 
BIDARVEKIRIN JI SEDÎ 68'AN JI BER SÛCÊN TIRYAKÊ NE
 
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), Erebistana Siûdî di sala 2024'an de piştî Çîn û Îranê li cîhanê bû sêyemîn welatê ku herî zêde darvekirin pêk aniye.
 
Pispor destnîşan dikin ku darvekirin li welêt, bi taybetî di çarçoveya kampanyaya li dijî narkotîkê zêde bûye.
 
Rêveberiya Siûdî ji sala 2023'yan ve operasyoneke berfireh li dijî bazirganî û bikaranîna captagon, cureyekî amfetamînê ku li Rojhilata Navîn bi berfirehî tê bikaranîn, dimeşîne.
 
Li gorî daneyan, ji 340 darvekirinên sala 2025'an, 232 ji wan ji ber tawanên girêdayî narkotîkê pêk hatine. Ev hejmar hema hema du qatê 117 kesên ku di sala 2024'an de bi heman hincetê hatibûn darvekirin e.
 
Tê gotin ku herî zêde biyanî ji vê kampanyayê bandor bûne, û hatiye ragihandin ku ji 193 biyaniyan ku di sala 2025'an de hatine darvekirin, 182 ji wan ji ber tawanên narkotîkê jiyana xwe ji dest dane. Li Erebistana Siûdî bi mîlyonan karkerên biyanî di avahîsazî, sektora xizmetguzariyê û karên nav malê de dixebitin.
 
Erebistana Siûdî, ku li cîhanê mezintirîn firoşkarê petrolê ye, armanc dike ku aboriya xwe bi veberhênanên tûrîzmê û rêxistinên mezin ên werzîşê yên mîna Kûpaya Cîhanî ya 2034'an ve cihêreng bike. Lêbelê, parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku domandina cezayê darvekirin zirarê dide "modernîzasyona" ku welat dixwaze nîşan bide.
 
Rayedarên Siûdî jî îdia dikin ku cezayê darvekirinê ji bo misogerkirina nîzama giştî pêwîst e û piştî ku hemû rêyên hiqûqî tên bikaranîn tê sepandin.