Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir

  • cîhan
  • 10:38 4 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Çînê Lî Shangfû ji bo lêgerîna tifaqên mîna NATO'yê yên li herêma Asya-Pasîfîkê Amerîkayê hîşyar kir. 

 
Wezîrê Parastinê yê Çînê Lî Shangfû, di konferanseke ewlekariyê ku li Sîngapûrê hat lidarxistin de axivî û ji ber hewldan û lêgerîna tifaqên bi rengê NATO'yê yên li herêma Asya-Pasîfîkê Amerîkayê hişyar kir. Lî Shangfû, der barê mijarê de ev tişt got: "Hewldanên ji bo teşwîqkirina tifakên mîna NATO'yê li herêma Asya-Pasîfîkê, şêweyê desteserkirina herêmên herêmê ye, nepixandina şer û rabûna li ber hev e; Ev yek jî wê ji bilî afirandina şer û nakokiyan li herêma Asya-Pasîfîkê bi kêrî tiştekî neyê."
 
Di berdewamê de Lî Shangfû, destnîşan kir ku li Asya-Pasîfîkê pêwîstî bi hevkariyeke berfireh heye ne bi kombûnên klîkên biçûk û ev nirxandin kir: "Divê neyê jibîrkirin ku şerê du cîhanan felaketên mezin bi serê gelên hemû welatan anî û divê destûr ji dubarebûna vê dîroka trajîk re neyê dayin."
 
Amerîka bi Awûstralya û Îngilistanê re di nava tifaqa AUKUS de ye. Bi Awûstralya, Hindistan û Japonyayê re jî di nava tifaqa QUAD de ye.