WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe

  • cîhan
  • 21:14 2 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- WHO'yê ragihand ku ji ber pevçûnên li Sûdanê mirov ji xizmetên tenduristiyê bêpar dimînin û ji ber vê jî gelek kes jiyana xwe ji dest didin û got ku li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe.
 
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, di civîna pirsgirêkên tenduristiyê ya global a WHO'yê de axivî. Di civînê de hat diyarkirin ku li Tanzanya, Ekvador û Gîneyê di têkoşîna li dijî şewba Marburgê de geşedanên erênî hene û li Tanzanyayê piştî 42 rojan nexweşî bi dawî bûye.
 
Her wiha hat destnîşankirin ku li Sûdanê ji ber pevçûnên diqewimin mirov ji xizmetên tenduristiyê bêpar in û got ku gelek kes ji ber vê nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Di civînê de hat gotin ku xetereya nexweşiyê her diçe zêde dibe.