ÊLIH - Lîstika Yenî Sahne ya ji pirtûka “Kadindan Konuşalim” a Dario Fo bi navê “Jina Qelew” adapteyi şanoyê hatiye kirin dê di meha îlon û cotmehê de li gelek bajaran were lîstin. 
	Yenî Sahne ya li Êlihê ku xebatên çand û hunerî didomîne, bernameya listika xwe ya “Jina Qelew” a meha îlon û cotmehê eşkere kir. Listika ji pirtûka Dario Fo a bi navê “Em li ser jinê biaxivin (Kadindan Konuşalim)” bi giranî balê dikîşîne ser newekheviya jinê ya civakî. Derhêneriya listika bi kurdî hatiye amadekirin Yakûp Selîmoglû dike û listik dê li gelek bajaran were lîstin. 
	BERNAMEYA LISTIKÊ
	Bajarên ku lîstik dê lê bên lîstin wiha ne: 
	Wan: 17’ê îlonê roja yekşem saet 16.00 - 20.00
	Cih: Dika ŞanoWan 
	Mêrdîn: 30’ê îlonê roja şemiyê saet: 20.00
	Cih: Şaneşîn Performans
	Riha: 7’ê cotmehê saet: 20.00
	Cih: Dika Baroya Rihayê 
	Amed: 8’ê cotmehê roja yekşemê saet 19.30
	Cih: Şanoya Bajêr a Amedê
	Stenbol: 21’ê cotmehê roja yekşemê saet: 20.30
	Cih: Navenda Hunerê ya Golge/Esenyûrt




