AMED -  Di roja 6'an a Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika  "Son Çagri" hat lîstin.
	8'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ya bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin di roja 6'emîn de berdewam dike. Di bernameya îro de "Son Çagri" (Banga Dawî) ya bi zimanê tirkî hat lîstin. Şanohezan îro jî eywana şanoyê tije kir û bi coşeke mezin lîstikê temaşe kirin.
	"Son Çagri" ji aliyê Cuneyt Yalaz û Ûlûç Esen ve li ber şanoya "Yenî Bîr Hayat Îçîn" hatiye nivîsandin û xcwedî taybetmendiya projeya şanoyeke nû ye. Îlker Yasîn Keskîn di lîstikê de dilîze û di rejiya wê de jî Cuneyt Yalaz û Dûygû Dalyanoglû hene. 
	"Son Çagri" rewşa aborî û siyasî ya Tirkiyeyê û berevajiyên pergala cîhanê rexne dike. 
	Di dawîya lîstikê de Şanoya Bajêr a Amedê plaket dan lîstikvanan. 
	Bernameya sibê ya mîhrîcanê bi vî awayî ye.
	* Ghotbedîn Sadeghî - Semînera Giringiya Şano û Şanonameya Kurdî (12.30)
	 * BGST (Stenbol) - Son Çagri (15.00)
	 * Mek’an Sahne - Dansoz (20.30)
								