STENBOL - Hejmara kovara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an bi mijara xwe ya dosyeya “Piştevanî û Yekitiya Kurewî” derket. 
	Hejmara kovara fikir û bîrdoziyê ya Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket. Kovara ku ketiye 10 saliya xwe û di 3 mehan carekê tê çapkirin di bin navê dosyeya “Piştevanî û Yekitiya Kurewî” de nivîsên cihereng tê de cih digirin. 
	Di sernavê “Zanîna Dîrokê Roniya Pêşerojê Ye” de ev nivîsa edîtoriyê cih girt: “Kovara paradîgmayî ya Demokratîk Modernîte 10 sal berê dest bi weşana xwe kir. Kovara me bi giştî bi armanca çareseriyê weşanê dike. Di nava armanc û hedefên me de komên kesên ku dij pergalê tên hiştin, kesên ku rastî zilm, tundî û mêtingeriyê hatine cih digirin. Bi vê munasebetê kovara me dikare wek platformekî ku kesên çareseriya pirsgirêkên dewlet û desthilatê digerin, kesên rastî zilmê tên û kesên ku dixwazin dê çawa xwe ji zilmê biparêzin bê dîtin. Tenê ji platformekî rexne û dahûrandina dike bêhtir weşangeriya ku perspektîfên çareseriyê jî pêşkeş dike, gûherîn û vegûherîna feraset û jiyanî jî pêkan dibîne esas digire.”
	Kovar ji bilî pirtûkfiroşan bi rêbaza abonetiyê jî xwe digehîne xwînerên xwe. Ji welat û derveyî welat hûn dikarin ji lînka abonetiyê xwe bigihînin kovarê. (https://demokratikmodernite.org/abonelik/)
	Sernav û navê nivîskarên vê hejmara kovarê wiha ne:
	* Alî Firat: Dinya û Konfederasyona Netewên Demokratîk
	* Firat Aydin: Li Dijî Hegemonyayê Dînamîkên Tekoşînê yên Demokratîk ên Herêmî-Gerdûnî
	* Newroz Bozkûrt: Cîhana Mazdek û Huremê ya Wekhevîparêz û Nîvekar
	* Hafiz Ahmed Tûrhalli: Pirsgirêka Ummetê ya Xwe Avakirina Bi Nirxên Demokratîk
	* Salîh Adam: Di Civakên Beriya Dewletê de Rola Konfederasyonên Eşîretan
	* Neşe Ozgen: Ev Der Welatê Kê Ye? Sînorên Serwerî û Xweseriyê
	* Recep Maraşli: Fikrên li Ser “Yekîtî” û “Piştevaniyê”
	* Enstîtûya Andrea Wolf: Avakirina Zimanê Gerdûnî yê Şoreşgeriya Jinan
	* Ergîn Atabey: Tora Yekîtî û Piştevaniyê ya Gerdûnî, Berxwedana li Ser Netewî û Tekoşîn
	* Halîl Dogan: Di Avakirina Jiyana Nû De, Naskirina Fermandariya Pereyî
	* Cezmî Kartal: Avakirina Malbata Hevpar a Rojhilata Navîn
	* Zulfîkar Bûdak: Di Çareseriya Rojhilata Navîn de Rola Kurdistanê
	* Mûhammed Înal-Yaşar Cînbaş: Fikirîna Netewê Wêdetirê: Netewa Demokratîk û Ummet
	* Beşîr Ekînderen: Cerabeya Netewa Demokratîk a Rojava
	* Leyla Zeynep Kuran: Rêxistinkirina Kadroyên Demokratîk
	* Cengîz Çîçek: “Ya Zehmet Tê Pêkanîn, Ye Ne Pêkan Dem Dixwaze”
	* M. Nûrî Ozdemîr: Li Dijî Krîzên Modernîteyê Siyaseteke Alternatîf: Riya 3’yemîn
	* Tûncer Bakirhan: Bi Civaknasiya Azad li Civaka Sivîl Nêrîn
	* Metîn Yamalak: Yekbûn, Girbûn, Zindîbûn
