ERZIROM - Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk li Xinûsê aşûre belav kir. 
	Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) li navçeya Xinûs a Erziromê li gel Komeleya Xinûsiyan a Berlînê aşûre belav kir. Di belavkirina aşûreyê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul, parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sekreterê Giştî yê DAD’ê Bulent Felekoglû û rêveberên navend û navçeyan ên HDP’ê jî amade bûn. 
	Parlamenter Kemal Bulbul di çalakiyê de axivî û wiha got: “Werin em bi hev wekhevî û azadiyê bînin. Em xwedî li ziman, ol, çand, erdnîgarî û welatê xwe derkevin. Yên ku dixwazin vî welatî parçe bikin ne em in, polÎtîkayên AKP-MHP’ê ne. Yên ku kurd, elewî, karker û kedkaran ji hev cuda dikin, polÎtîkayên wan in.” 
	Piştî axaftinan jî aşûre hate belavkirin. 
