Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di modela Skandînavyayê de, şaredarî û serxwebûna darayî xurt e. Wekheviya civakî, nenavendîbûn û beşdariya demokratîk taybetmendiyên bingehîn in.

 
Welatên Skandînavyayê ji Norwêc, Swêd û Danîmarkayê yên li nîvgirava Skandînavyayê ne pêk tên. Lêbelê bi tevlêkirina Fînlenda û Îzlandayê jî carinan tê berfirehkirin. Modelên rêveberiya xwecihî yên van welatan wekî “Modela Skandînavyayê" jî tê naskirin. Van welatan “Peymana Ewropayê ya Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî” îmze kirine. Hişmendiya ku dibêje karê bingehîn ê dewleta navendî bihêzkirina rêveberiyên xwecihî ye, serdest e. Xweseriya şaredariyan di bin temînata destûra bingehîn de ye, statuya şaredariyan jî wekî "hiqûqî ya giştî ya xweser" tê pênasekirin.
 
XWESERIYA XWECIHÎ YA XURT
 
Di modela Skandînavyayê de "xweseriya xwecihî ya pir bihêz" mijara herî girîng e. Şaredariyên ku wekî “Kommuner” têne binavkirin, xwedî erk û berpirsiyariyên pir berfireh in. Şaredariyên ku nifûsa wan ji 5-10 hezarî kêmtir be jî dikarin dibistana xwe, mala lênihêrîna kal û pîran, pergala alîkariya civakî, navendên çandî û werzişê bi rêve bibin. Hikumeta navendî bi gelemperî tenê qanûnên çarçove derdixe û pêkanînê bi tevahî ji şaredariyan re dihêle.
 
XWEŞHALIYA XWECIHÎ
 
Li welatên Skandînavyayê, zarokistan û perwerdehiya seretayî-navîn hema hema bi temamî di bin berpirsiyariya şaredariyan de ne. Amadekirina budçeyê, lênihêrîna kal û pîran, xizmetên ji bo astengdaran, tenduristiya gel û xizmetên parastinê, alîkariya civakî û alîkariya bêkariyê; li Swîsreyê bi temamî û li Danîmarkayê jî di asteke mezin de di destê şaredariyan de ne.
 
MEKANÎZMA ROBIN HOOD
 
Di vê modelê de, şaredarî dikarin rêjeya baca dahatê ya xwe diyar bikin. Ji sedî 60–70yê dahatên wan ji bacên ku bi xwe berhev dikin pêk tê. Baca milkan çavkaniyeke girîng a dahatê ye. Di heman demê de ji dewleta navendî jî piştgiriyê digirin.
 
Şaredarî dikarin ji hikumeta navendî “hîbeya bloka ji bo armanca giştî” bistînin. Meclisa şaredariyê biryarê dide ka ev pere dê li ku derê bê xerckirin. Ji bo kêmkirina ferqa di navbera şaredariyên dewlemend û xizan de, "fona wekheviyê" (Mekanîzmaya Robin Hood) ya pir pêşketî heye. Bi rêya vê mekanîzmayê şaredariyên dewlemend pereyan ji bo şaredariyên xizan re dişînin.
 
DEMOKRASIYA GEL Û ŞEFFAFÎ
 
Meclisên şaredariyan rasterast ji aliyê gel ve têne hilbijartin, şaredar jî bi gelemperî ji aliyê meclisê ve tê hilbijartin (yên ku bi dengê gel têne hilbijartin jî hene). Budçe û xerckirin dikarin li ser înternetê kêlî bi kêlî werin şopandin (Li Swêdê her fatureyek jî tê weşandin). Mafê gel heye ku beşdarî civînên meclis şaredariyê bibin û biaxivin.
 
DANÎMARKA: RÊGEZA NÊZÎKBÛNÊ
 
Danîmarka yek ji wan welatên Skandînavyayê ye ku xweseriya rêveberiya xwecihî tê de herî bihêz e. Li Danîmarkayê 98 şaredarî hene. Van şaredariyan di nav xwe de dikarin hevkariyê bikin. Bêyî erkên rêveberiya xwecihî yên hevpar, li Danîmarkayê ev taybetmendî derdikevin pêş:
 
Rêgeza Nêzîkbûnê:
 
* Ya esas ev e ku xizmetên pêkan ji aliyê yekîneya herî nêzîkî welatiyan ve were dayîn.
 
Civînên Gel ên Vekirî:
 
* Li Danîmarkayê her kesê ku bûye 16 salî, dikare deng bide. Şaredarî bi rêkûpêk li tax û gundan civînên gel ên vekirî li dar dixin. Her kes dikare beşdarî van civînan bibe, biaxive; şaredar û endamên meclisê rasterast bersiva pirsan didin.
 
* Nexasim mijarên wekî budçe, plana îmarê, girtina dibistan an zarokistanan di van civînan de têne nîqaşkirin.
 
Li Dibistan û Zarokistanan Lijneyên Malbatan:
 
* Li her dibistan û zarokistanê, malbat lijneya rêveberiya xwe hildibijêrin. Konseyên ciwanan hene. Ev lijne di mijarên wekî budçe, menûya xwarinê, çalakî û girtina karmendan de xwedî biryara rastîn in (şaredarî tenê çarçoveyê diyar dike).
 
Torên Beşdariya Dîjîtal:
 
* Bi rêya "Borger.dk" û platformên şaredariyan; pêşniyara fikrî, gilî û dagirtina anketan pir belav e. Mîna platforma “Bliv Hørt” a Şaredariya Kopenhagê, welatî dikarin rasterast projeyan pêşniyar bikin.
 
Mafê Pêşniyarê yê Welatiyan:
 
* Gelek şaredarî di demên dawî de dest bi pergala “pêşniyara welatiyan ji bo şaredariyê” kirin. Heke hejmareke diyarkirî îmze werin berhevkirin, pêşniyar di meclisa şaredariyê de tê nîqaşkirin.
 
Piştgiriya bo Komele û Klûbên Xwecihî:
 
* Li Danîmarkayê komele lê bihêz in. Klûbên werzişê, komeleyên çandî, komîteyên taxan hem piştgiriya maddî ji şaredariyê werdigirin û hem jî di pêvajoyên biryargirtinê de xwedî mafê axaftinê ne.
 
Konseyên Ciwanan:
 
* Di gelek şaredariyan de ji bo zarok û ciwanên temenê wan 7-18 salî meclis hene. Budçeya van konseyan heye. Ciwan vî pereyî ji bo projeyên xwe xerc dikin.
 
SWÊD: NENAVENDÎBÛNA HERÎ XURT
 
Pergala şaredariyê ya li Swêdê, li cîhanê yek ji modelên herî pêşketî û xweser ên rêveberiya xwecihî ye. Yek ji welatên herî nenavendî yên cîhanê ye. Li Swêdê 290 şaredariyên ku jê re “kommun” tê gotin hene. Van şaredariyan li gorî dewleta navendî xwedî erk û berpirsiyariyên pir berfirehtir in û nêzîkî ji sedî 70'ê xercên cemawerî yên Swêdê ji aliyê şaredariyan ve têne kirin.
 
Şaredarî dikarin şîrketên xwe ava bikin, deyn wergirin, razemeniyê bikin û rasterast ji fonên Yekitiya Ewropayê sûd werbigirin. Rêjeya baca şaredariyê ya navîn di navbera ji sedî 31-34 de ye (wekî zêdehiya baca hikumeta navendî). Ji sedî 65-70'ê dahatan ji baca dahatê ya şaredariyê ya ku bi xwe berhev dikin pêk tê; ji sedî 20-25 ji piştgiriya dewletê û fona berhevkirê, yê din jî ji xerc û berdêlan pêk tê.
 
Meclisa şaredariyê di hilbijartinên ku 4 salan carekê têne kirin de ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Meclis jî lijneya rêveberiyê hildibijêre û ev lijne mîna hikumeta şaredariyê ye. Şaredar jî ji aliyê meclisê ve tê hilbijartin. Kontrola navendî pir kêm e û waliyên ku li bajaran in qet nikarin destwerdana şaredariyan bikin.
 
Beşdariya gel a şaredariyê bi vî rengî ye:
 
Referandûm (Li ser daxwazê):
 
* Heke meclisa şaredariyê biryarê bide, referandûmeke xwecihî ya ji bo biryarê an jî ji bo şêwirînê dikare bê kirin. Mînak: Di salên 2010’an de ji bo Förbifart Stockholm (projeya otobana mezin) ya li rojavayê Stockholmê referandûma şêwirînê hat kirin.
 
Mafê Hewldana Gel:
 
* Ji sala 2011’an û vir ve heke ji sedî 5'ê şêniyên şaredariyê îmze bidin, meclisa şaredariyê neçar e mijarekê bixe rojeva xwe û nîqaş bike. Di hin şaredariyan de ev rêje di navbera ji sedî 2 û 10 de diguhere. 
 
Pêşniyara Welatiyan:
 
* Her kesê ku di sînorê şaredariyê dijî, bêyî sînorê temen (zarok jî dikarin bi kar bînin) dikare bi nivîskî pêşniyarê pêşkêşî şaredariyê bike. Pêşniyar di meclisa şaredariyê an jî di lijneya têkildar de bi fermî tê nirxandin û bersiveke nivîskî jê re tê şandin. Pir çalak tê bikaranîn.
 
Lijneyên Tax/Gundan û Budçeya Beşdar:
 
* Nexasim li bajarên mezin (Goteborg, Malmo, hin navçeyên Stockholmê) li taxan lijneyên xwecihî hene. Li vir jî endamên hilbijartî hene.
 
* Hin şaredariyan navendên budçeya beşdar pêk anîn. Welatî rasterast biryarê didin ka dê çiqas pereyê şaredariyê ji bo çi were xerckirin.
 
Platformên Beşdariya Dîjîtal:
 
* Piraniya şaredariyan xwedî platformên dîjîtal in. 24 saetan derfeta şandina pêşniyaran, dengdan û şopandinê heye.
 
Lijneyên Şêwirînê:
 
* Konseyên zarok û ciwanan, lijneyên şêwirînê yên kal û pîran, yên astengdaran û koçberan hene.
 
Mafê Gilî û Kontrolê:
 
* Her welatiyek dikare biryar an sepanê şaredariyê bibe cem Ombudsman an jî rasterast bibe dadgeha îdarî. Piraniya biryarên şaredariyê ji bo îtîrazê vekirî ne.
 
Sibe: Bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Reqa
 
MA / Dîren Yurtsever