Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir

img
STENBOL - Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê bi tevlibûna deh hezaran kesan dest pê kir. 
 
Bi pêşengtiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê mitînga 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê tê lidarxistin. Mitîng, bi dirûşma “Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser kevin” tê lidarxistin. Bi deh hezaran karker û kedkaran ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kirin. 
 
Karkerên guh nedan baranê û hewayê sar, gelek caran dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev”, “Jin, jiyan, azadî", “Maf, hiqûq, edalet”, “Bi tena serê xwe rizgarî tune ye, yan bi hev re yan jî tu kes ji me” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Li qadê wêneyên rojnamegerên girtî jî hatin hilgirtin û girseyê dirûşma “Çapemeniya Azad dê bêdeng nemîne” berz kir. 
 
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Koroya Dostlarê ya Ruhî Su derket ser dikê.