Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin

img
AMED - Serokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz li Amedê bangî bi hezaran karker û kedkaran kir û got: “Daxwaza me, welatekî hemwelatiya wekhev û aştî lê serwer e.”  
 
Bi sed hezaran karker û kedkar îro bi boneya 1’ê Gulanê li qadan e. Yek ji bajarên 1’ê Gulanê lê tê pîrozkirin jî Amed e. Bi pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Bijîşkan a Amedê û bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em di 1’ê Gulanê de li qadan e” mitîng li dar xistin. 
 
Bi hezaran karker, li pêşiya Ofîsa Mehsûlên Axê (TMO) hatin gel hev. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz jî di vê kortejê de cih girtin. 
 
Karkeran, pankartên “Em rê nadin kedxwariyê. Têkoşîn dê bidome. Bijî 1’ê Gulanê”, “Yên ji kar tên derxistin em in, yên li ber xwe didin em in, yên bi ser dikevin jî dê em bin”, “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em ê bêdeng nebin”, “Bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî em ê civaka demokratîk ava bikin”, “Em ê nebin xulamên îktîdar û sermayeyê” û “Agirê berxwedanê yê bi kedê gur dibe ber bi azadiyê ve dimeşe” hatin hilgirtin. 
 
DFG, MKG û DÎSK Basin-Îş’ê jî bi pankarta “Çapemeniya Azad, civaka demokratîk” di kortejê de cihê xwe girt. Girseyê gelek caran dirûşma “Bijî Yekê Gulanê” berz kir. 
 
Girse, piştre jî ber Qada Stasyonê ve meşiya. Di meşê de dirûşmên “Bijî Yekê Gulanê”, “Bijî berxwedana kedkaran”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî serok Apo” û “Ev hêj destpêk e têkoşîn dê bidome” hatin berzkirin. Di dema meşê de girseyê bi yekdengî sirûda “Çarxa Şoreşê” xwend. 
 
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayini, dest pê kir. 
 
‘JI BILÎ RÊXISTINBÛNÊ TU ŞENSÊN ME NÎNIN’ 
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya DÎSK-Genel Îş’ê ya Amedê Sabahat Sever, got: “Ne tenê keda me, mafên me yên herî sereke jî tune tên hesibandin. Mafên me yên bijartin û hilbijartinê tune tên hesibandin. Rojnameger, xwendekar, jin, sendîkavan hedef tên nîşandan. Hewl didin hemû derdorên civakê bêdeng bikin. Demokrasî, keda karkeran e, hiqûq ava edaletê ye. Ev pergal, pergaleke xerab e. Di vê pergalê de tu kes nikare bi ser keve. Ji bo azadiya kedê ji bilî xwerêxistinkirinê tu rêyên me yên din nînin. Li dijî şer û xizaniyê, ji bo aştî û edaletê, ji bo mafên jinan, ciwanan, teqawidan û bêkaran, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û ji bo mafê tenduristiyê, ji bo azadiya kedê û civakake demokratîk em li qadan e. Maf nayên dayin, bi têkoşînê tên standin. Em ê bibin yek û bi ser kevin.” 
 
‘GEF LI SER MAFÊN SEREKE HENE’
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya TTB’ê Şerîf Demîr jî beşdarên mitîngê silav kir. Serokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz jî ji ewil şîfaya xêrê ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder xwest. Karagoz, got: “Ev kursî, kursiya karker, kedkar û hemû gelên bindest e. Mafên sereke û azadî yek bi yek ji holê hatine rakirin. Em ê bi tu awayî rê nedin ku pêvajoya aştiyê were taloqkirin. Di pêvajoya aştiyê de çi berpirsyartî bikeve ser milê me, em soz didin ku dê bicih bînin. Em her gava têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd biqedir dibînin. Dema li vê xakê me aştî pêk anî, wê demê dê bi zelalî were dîtin ku bandorê li sifreya kedkaran û aboriyê jî bike. Em dibêjin, aştî a niha.” 
 
Bi domdarî Karagoz anî ziman ku ew daxwaza welatekî ku hemwelatiya wekhev û aştî lê serwer dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin ku zarokên me birçî neçin dibistanan, perwerdeyeke paşverû neyê dayin û di qada cemaweriyê de xizmeta bi zimanê dayikê were dayin. Pêdiviya her kesî bi çi hebe daxwaza wê dike û pêdiviya me jî herî zêde bi aştiyê heye. Ji bo gelên me bi hev re di nava aştiyê de bijîn, em îro li van qadan e. Ji bo ku çavkaniyên ne ji bo SÎHA’yan lê ji bo perwerdeyeke bêpere û xizmeteke bêpere û bi zimanê dayikê bên bikaranîn, em li vir in.” 
 
Piştre jî hunermend Kasim Taşdogan derket ser dikê. Beşdarên mitîngê li ber stranên Taşdogan govend gerandin.