Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, 1’ê Gulanê pîroz kirin. 
 
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê bi coşeke mezin pîroz dike. Di danê sibehê de ji Dêrik, Koçerat, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi sedan kesan berê xwe dan Siwêdîkê. Gelên ji Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê jî berê xwe dan Bendava Mizgeftê. Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî û pêkhateyên din bi kincên xwe yên herêmî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev li pîrozbahiyê bûn.
 
Çalakî, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kirin. Komîteya Amadekar destpêkê peyamek da û diyar kir ku bi têkoşîna hevpar a gelan û karkeran civaka demokratîk a di nava aştiyê de dikare ava bibe.
 
Li gorî komîteya amadekar a şahiya li gundê Siwêdîkê; di şahiyê de dê Koma Cûdî, hunermend Sumeya Mihemed, helbestvan Ferhad Merdê, Koma Elefteriya, Koma Şehîdên Qereçoxê ya govendê, hunermend Tariq El Hisên, Hesen Dêrik û Waîl Haco derkevin ser dikê.
 
Di pîrozbahiya li Bendava Mizgeftê de jî Koma Botan, Koma Newroz, Koma Agirî, hunermend Lawîn Seîd Yûsif, Koma Şehîd Rêwan a govendê, Koma Şehîd Sakîne ya şanoyê, huermend Mehmûd Osman, Mueyed Şiwêş, Koma Şehîd Xebat û hunermend Îmad Silêman hunerên xwe pêşkêş bikin.
 
Li Hesekê jî dê saet di 18.00’an de pîrozbahiya 1’ê Gulanê li Parka 4’ê Nîsanê dest pê bike. Şêniyên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê beşdar bibin.
 
JI MSD’Ê PEYAMA 1’Ê GULANÊ 
 
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê peymek da û li hemû kedkarên Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir. MSD’ê diyar kir ku ev roj sembola dîrokî ya têkoşîna çîna karker a ji bo rûmet, dadmendî û mafan e û dide nîşandan ku kar ne tenê navgîna debara jiyanê ye, lê belê nirxekî mirovî ye, çavkaniya rûmetê ye û bingeha pêşveçûn, aramî û geşepêdanê ye.
 
MSD’ê tekez kir ku karkeran li Sûriyê berdêlên giran dane di pêvajoya şerê dirêj de ku welat ji hev parçe kir û êşa koçberiyê, hejarî û xizaniyê kişand. Lê dîsa jî li refên herî pêş bûn, hêvî çandin, jiyan afirandin û tevî êş û şert û mercên giran jî her li pêş bûn.
 
Bi domdarî MSD’ê got: “Em wek MSD di vê baweriyê de ne ku bêyî rûmet û mafên karkeran siberojeke Sûriyeyê tune ye, em pabendî parastina berjwendiyên kakeran in, piştgiriya têkoşîna wan a rewa dikin. Her wiha em ê ji bo pêkanîna jîngeheke dadmend ku mafên wan diparêze, tê bikoşin.”