Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî

img

ENQERE - Li dijî cezayê hepsa malê yê li endamên MYK'ê yên Egîtîm Sen'ê hatibû birîn boykot hatibûn destpêkirin. Ji qada navneteweyî ji bo kampanyaya hatiye destpêkirin piştgirî hat. 

Piştî ku Endamên Lijneya Rêveber ên Egîtîm Senê piştgirî dan çalakiya boykotê ya xwendekaran, cezayê hepsa malê li endamên Egîtîm Senê hatibû birîn. Bertekên li dijî cezayê hepsa malê didomin. Di çaçroveya doza ku hat vekirin de Serokê Giştî Kemal Irmak, Sekreterê Giştî Zulkuf Guneş û Ramazan Gurbuz, Îzzet Îldeş, Evrîm Gulez, Sîmge Yardim, Ozlem Tolû bi cezayê hepsa malê hatin cezakirin. 
 
Ji bo piştgiriya bi Egîtîm Senê re bi pêşengiya Education International (Enternasyinala Perwerdehiyê) kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. (https://www.labourstartcampaigns.net/show_campaign.cgi?c=5633)
 
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş ê ku der barê wî de pêkanîna kontrola edlî didome, têkildarî kampanyayê û êrişên hatine kirin de axivî. 
 
Guneş bilêv kir ku êriş ji ber têkoşîna sendîkayê ya ji bo zimanê dayikê û perwerdehiya laîk û wekhev hatine kirin û got ku Egîtîm Sen xwedî kevneşopiyeke sed salî ye. 
 
Guneş destnîşan kir ku cezayê hatine birîn tenê ne ji ber boykotan e, ji ber têkoşîna Egîtîm Senê ya ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, perwerdehiya laîk, zanistî, demokratîk û wekhev e. Guneş destnîşan kir ku lê dê têkoşîna wan a di vî warî de bidome. 
 
Guneş bilêv kir ku li dijî zextan bi pêşengiya Enternasyona Perwerdehiyê kampanyaya îmzeyê hatiye destpêkirin û got ku gelek saziyên navneteweyî piştgirî dane wan. 
 
MA / Melîk Varol