ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir

img
ENQERE - ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha nîsanê eşkere kir û got E-TUFE di meha nîsanê de ji sedî 5.02 zêde bû. 
 
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji hêla akademîsyen û aborînasên serbixwe ve hatiye avakirin, daneyên enflasyonê yên meha nîsanê eşkere kir. Li gorî daneyan; Endeksa Bihayê Mezêxer (E-TUFE) di meha nîsanê de ji sedî 5.02 zêde bû. Zêdebûna E-TUFE’yê ya 12 mehên dawî jî weke ji sedî 124,35 hat destnîşankirin. Li gorî hesabên ENAG’ê; di meha nîsanê de herî zêde bihayê tiştên di kategoriya “Cil û Berg û Pêlavan” de zêde bûn. 
 
ÎTO: ENFLASYONA SALANE JI SEDÎ 78.81 E
 
Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) ku di enflasyonê de daneyên pêşeng tê qebûlkirin jî ragihand ku enflasyona meha nîsanê ya li Stenbolê ji sedî 4,89 û ya salane jî ji sedî 78,81 zêde bû.