'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’

ÊLIH - Kedkarên ku pirsgirêkên dijîn vegotin û daxwaza kar û heqdestekî însanî kirin, diyar kirin ku divê têkoşîna sendîkayî xurtir bê meşandin. 
 
Mitînga herêmê ya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Êlihê duh bi coşeke mezin hat pîrozkirin.  Mitîng bi dirûşma “Li dijî xizanî, bêtemînatbûn, kedxwarî û zextan; ji bo mezinkirina yekitî, têkoşîn, piştevanî û hêviyê biherikin qada 1’ê Gulanê” li Parka Jinan a 18’ê Adarê hat lidarxistin. Ji Êlihê û bajarên derdorê bi deh hezaran kes tev li mitîngê bûn. Mitîng bi coşeke mezin hat lidarxistin û kedkar û kareran daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Kedkarên tev li mitîngê bûn bi ajansa me re axivîn û gotin daxwaza wan kar û heqdestekî însanî ye. 
 
Endamê TEKSÎF’ê Hamît Yildirim da zanîn ku dê piştî 5’ê gulanê weke sendîkaya TEKSÎF’ê li Êlihê xebatên xwe bimeşînin. Yildirim, diyar kir ku di qada wan de kêmtirîn mûçe jî weke lûtfekî tê nîşandan û ev tişt anî ziman: “Niha li Êlihê gelek kes di atolyeyên biçûk de dixebitin. Kesên li atolyeyên ji bo markan naxebitin derdora 8-10 hezar TL’an digirin. Tevî ku mesaî mecbûriyet nîne jî karkeran dihêlin mesaiyê. Vê jî weke gefekî li dijî çîna karker bi kar tînin. Weke sendîka em her tim li cem karkeran e. Banga me ji bo karsaz û karkeran e; Em ji bo karkeran kar û heqdestekî li gorî rûmeta mirovan dixwazin. Ji bo vê banga min ji bo hemû hevalan ew e ku xwe birêxistin bikin. Em ji bo pêşengtiyê amade ne.” 
 
'DIVÊ RÊXISTINIYA SENDÎKAYÎ XURTIR BE’
 
Nûnera Bajar a Amedê ya Sendîkaya TEKSÎF’ê Bahar Ozen jî diyar kir ku di sektorê ya kedê ya Tirkiyeyê de herî zêde keda karkerên tekstîlê tê xwarin û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin heqdestê wan bên başkirin. Hêj niha jî hinek dever mûçeyan bi dest didin. Karkerên bi 8-10 hezar TL’an dixebitin hene. Zarokên tên xebitandin hene. Her wiha em dixwazin astengiyên li pêşiya rêxistiniya sendîkayî bên rakirin. Ji ber ku mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar tînin rastî gelek zextan tên. Divê rêxistiniya sendîkayî xurtir be. Bi rastî jî karkerên tekstîlê yên li herêmê pir tên eciqandin. Ji bo di mercên baştir bimînin em li vir in. Ji bo heqdest û jiyaneke însanî ya karkeran em pêşengtiyê dikin.” 
 
'EM Ê HER TIM LI QADAN BIN’
 
Endamê Genel-Îş a girêdayî DÎSK’ê Hamza Turkan jî got ku daxwaza karkeran ew e ku karker bibin kadro. Turkan, da zanîn ku dixwazin bi xebatkarên li saziyên din dixebitin re bibin xwedî heman mafan û ji bo van daxwazan em li qadan e û dê her li qadan bin.” 
 
Rêvebera TMMOB’ê ya Êlihê Zelal Gezîcî jî diyar kir ku ew dixwazin xebateke mirovane û qezencekî li gorî keda xwe bi dest bixin.