Li Êlihê berteka krîza aborî: Tu çima bi bacên min çiyayan bombebaran dikî?

img
ÊLIH - Êlihiyan xwest ku êdî çareyek ji krîza aborî re bê dîtin. Ji welatiyan Yildirim Yildirim lêçûnên şer û leşkeriyê, welêt da wekî "çalereşê" dadiqurtînin. 
 
Welatiyê bi navê Yildirim Yildirim anî ziman ku yek ji sedemên krîza aborî polîtîkaya şer a desthilatê ye û heta pêşî li lêçûnên şer neyê girtin wê Tirkiye nikaribe xwe rast bike û got: “Yahû tu çima diçî bi bacên min çiyayan bombeberan dikî?"
 
Polîtîkaya şer a desthilata AKP-MHP'ê welat ber bi xizanî û tundiyê ve dibe. Enflasyon û kûra dowîz ya ku her diçe zêde dibe, krîza aborî kûrtir dibe û ji ber vê welatî nikarin debara xwe bikin. Em têkildarî mijarê bi êlihiyan re axivîn. 
 
FIYET BIHA DIBIN
 
Resûl Şenses diyar kir ku ew bi zorê debara dike û got ku masiyê ku berê kîloya wan bi 10 lîreyan dikirî ni 120 lîre û hêkên ku berê qoliya wan bi 8 lîreyan dikirî niha 100 lîre ye. Şenses got: “Heke dizî hebe, krîza aborî jî heye. Diziyê dikin û dixwin. Em hemû riziyan, em nikarin li ser pêyan bisekinin." 
 
Mûrat Dogû diyar kir ku rewşa wan a aboriyê nemaye û wiha got: "Ji sedî 90'ê mirovan bi fikra sibê dijîn. Her kes xwe, malbata xwe û jiyana xwe sînordar dike. Tekane çalakiya me ya civakî meş e êdî. Em lê dinêrin lê em nikarin bikirin." Doguyê 48 salî anî ziman ku bi taybetî di du salên dawî de pirsgirêk pir zêde bûne.
 
‘DIVÊ MEAŞ ZÊDE BIBIN'
 
Ferzende Îlge ku xwest çareyek bê dîtin wiha got: “Berê te bi hezar TL’yî tevahiya bazarê distend. Niha tu nikarî pê metbaxa xwe jî dagirî. Em tenê 400 lîreyî didin du sê kîsikan. Debar zehmet bûye." 
 
Hemdiye Egî jî anî ziman ku rewşa tu kesî nebaş e û got: “Em nizanin em ê çi bikin. Ez teqawît im û 10 hezar TL distînim. Telefon, av, ceyran, gaza xwezayî... Em bi zorê debara xwe dikin. Sedema vê jî desthilat e. Pêwîst e hem meaşê malnişiniyê hem jî yê kêmtirîn bê zêdekirin." 
 
‘ÇIMA POLÎTÎKAYÊN ŞER'
 
Muzaffer Ergîn bilêv kir ku krîza aborî bandorê li her kesî dike û got ku yek ji sedemên vê jî operasyonên li derveyî sînor in ku bi salan e berdewam dikin. Ergîn diyar kir ku heta aştî pêk neyê krîza aborî çareser nabe û got: "Şerê Îsraîl-Filistînê jî krîzeke mezin e, ew jî bandorê li me dike."
 
Yuksel Çilgin jî ev tişt gotin: “Niha çavkaniya debara gel kredî ne. Êêê... kredî jî zêde ne. Mirov nizanin wê çi bikin. Berê min çi bixwesta min dikaribû bikiriya. Min bi alîkariya bankeyê wesayît û xanî dikirî, lê niha di biniya 2-4 milyonan re xanî tune ne. Ji bo vê jî divê ez serî li bankeyê bidim, lê ger tu bixwazî xaniyekî 3-4 milyonan bikirî, divê tu 12 milyonan têkevî bin deynan." 
 
Nûrûllah Pihlis anî ziman ku her tişt ji sedî 100 biha bûye û got ku tiştek nayê kirîn.
 
'ÇARESERÎ DEMOKRASÎ Û HIQÛQ E'
 
Yildirim Yildirim ji anî ziman ku yek ji sedemên krîza aborî polîtîkaya şer a desthilatê ye û heta pêşî li lêçûnên şer neyê girtin wê Tirkiye nikaribe xwe rast bike û got:  Pere ji çeteyan re diçe. Çareserî demokrasî û hiqûq e. Pergala perwerdehî û tenduristoyê rûxiyaye. Welêt şêlandin. Êdî bes e." 
 
Yildirim destnîşan kir ku "çalereş" a welêt xercaneyê leşkerî ne û got: “Yahû tu çima diçî bi bacên min çiyayan bombeberan dikî?
 
MA / Rûkiye Adiguzel