Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê jî bi kêrî cotkaran nehat!

AMED - 15'emîn Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê ya Mezopotamyayê ya ku li Amedê hat lidarxistin jî, bi kêrî cotkaran nehat. Cotkarên hatin fûarê, rastî fiyetekî zêde hatin. 
 
15'emîn Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê ya Mezopotamyayê ku bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Rêxistina Mîhrîcanê ya Mezopotamyayê hat lidarxistin, li Navenda Kongreyê ya Mîhrîcanê didome. Mîhrîcana ku di 30'yê nîsanê de dest pê kir wê heta 4'ê gulanê bidome. Mîhrîcan  ku derman û amûrên çandiniyê lê tên pêşkêşkirin, ji bo cotkaran nebû derman. 
 
Cotkarên ku em li mîhrîcanê bi wan re axivîn, diyar kirin ku fiyet pir biha ne. 
 
FIYET BIHA NE
 
Cotkar Eser Guneşlî diyar kir ku ew bi fikra ku amûrên çandiniyê erzan bistîne hatiye mîhrîcanê û got ku lê berhemên li vir jî biha bûne. Guneşlî anî ziman ku ji ber ku faîz zêde ye nikarin wesayîtên çandiniyê bikirin û wiha got: “Jixwe cotkar bi vê bihabûnê nikarin tiştekî bistînin. Bi ser de jî hişkesalî hat, rewş xirabtir bû."
 
Guneşlî da zanîn ku ew li bendê ne ku banke faîza krediyan kêm bikin û fiyetên biha bên kêmkirin. 
 
'COTKAR MEXDÛR IN'
 
Eşref Ûlûdag anî ziman ku ji bo kirîna amûrên bîçerê hatiye mîhrîcanê. Ûlûdag diyar kir ku bihayê amûran pir zêde ye û got ku cotkar tenê li malzemeyan dinêrin, lê nikarin tiştekî bikirin. Ûlûdag wiha got: “Bihayê amûrên li mîhrîcanê ji yên derve zêdetir in. Em dikarin tenê li materyalan binêrin. Banke barê cotkaran giran dikin. Yekê dike çar. Berê dema te bi faîz distend, te salê carekê dida, lê niha gava tu trlyonekê bikişînî tu 4 trolyona didî. Ji ber vê sedemê cotkar mexdûr in." 
 
Hasan Gul jî bilêv kir ku li fuarê li hemû berheman mêze kiriye. Gul diyar kir ku fiyetên li vir ji yên li derve bihatir in û got: "Her tişt biha ye, lê marqeyên ku ji derve tên ji tiştên ku bi Euro û Dolar tînin bihatir in. Bazara mîhrîcanê ji derve bihatir e."
 
Gül, fuarda Kürtçe’ye dair tek bir pankarta ya da broşüre rastlamadığını dile getirerek, Kürtçeye yeterince önem verilmemesini eleştirdi. 
 
Gul diyar kir ku li mîhrîcanê pankarteke kurdî jî tune ye û ji ber kurdî hatiye paşguhkirin berprisan rexne kir.