Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Ji bo ku budçeya ji şer re tê xerckirin bidin gel li qadan e

img
WAN - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz ê di Mitînga Herêmî ya 1’ê Gulanê ku bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” li Wanê hate lidarxistin de axivî, wiha got: “Li dijî neçareserkirina pirsgirêka kurd û pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehan ji bo budçeya ji şer re tê xerckirin ji gel re were veqetandin em li van qadan e.”
 
Mitînga Herêmî ya Wanê ya 1’ê Gulanê  ku bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Baroya Wanê, Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê, Odeya Bijîjkên Diranan û TMMOB’ê de tê lidarxistin bi korteja meşê dest pê kir. Bi dehan kedkar di saetên serê sibê de li ber AVM’ya Gunpaşê hatin bahev. Kedkarên dirûşmeya “Bijî 1’ê Gulanê” , “Bijî Serok Apo” , “Ked ya me ye, gotin ya me ye” , “KHK dê biçin em ê bimînin” berz kirin ber bi Parka Mûsa Anter ku dê mitîn lê were lidarxistin ve bi rê ketin. Pêşiya korteja ku sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li wê bûn Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG) cih girtin. Kedkarên Çapemeniya Azad ên bi pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” meşiyan dirûşmeya “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” berz kirin.
 
Qada ku bi hezaran kedkar herikînê tejî bû û li qadê pankartên “Jina xwe bi rêxistin dike, civakeke azad e” , “Kurdbûna teqez û jiyana azad rastiya ebedî ye” , “Dem dema rizgarkirina rojê ye” , “Ne Spartakus weke me jiya ne jî Che weke me şer kir” , “Yê şer dike azad dibe, yê azad dibe xweşik dibe, yê xweşik dibe tê hezkirin” hate vekirin. Mitînga ku ji bajarên Serhedê jî kedkar beşdar bûn bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘EM Ê PERGALA YEK ZILAMÎ BI DAWÎ BIKIN’ 
 
Nûnerê DÎSK Genel Îş’ê Omer Tekîn ê li ser navê Komîteya Amadekar axivî, wiha got: “Em piştî berxwedana gelê Wanê ya 31’ê Adarê 1’ê Gulanê pîroz dikin. Em careke din dibêjin em bi paş ve gavê naavêjin. Êdî hewcehiya vî welatî bi rêveberiyeke ku alîgiriya kedê û demokrasiyê bike heye. Em ê dawî li vê rêveberiya yekperest bînin. Em ê ji bo demokrasî û azadiyê di nava yekitî û piştevaniyê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘GELÊ ME BERXWEDANEKE MEZIN NÎŞAN DA’ 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê jî wiha got: “Me di 3’yê Nîsanê de li vê qadê got ‘vîna me ya me ye’. Gelê me bi berxwedaneke mezin xwedî li vîna xwe derketin. Hewl didin hemû polîtîkayên xwe yên qirêj bi ser me de têxin meriyetê. Li dijî vê dê têkoşîna me ya kedê bidome. Dîsa desthilatê bi sedan hevalên me yên kedkar kirin hedef û îxrac kirin. Li dijî kesên ku vîna me û keda me xesp kirine em ê berxwedaneke mezin nîşan bidin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li vîna gelê xwe derkevin û jiyana xwe bi kedê bihûnin. Têkoşîna me li dijî polîtîkayên şerê taybet, talankirina xwezayê û qirkirina jinê ye. Em ê têkoşîna vê yekê bi awayekî bixurt bidin.”
 
‘EM JI BO TÊKOŞÎNA LI HEMBER MEZIN BIKIN LI VIR IN’
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz ê pişt re axivî jî mudaxileya polîsan a li dijî kesên ber bi Taksîmê ve meşiyan şermezar kir. Karagoz, anî ziman ku li welat krîzên bi komî diqewimin û wiha got: “Keda bi milyonan karker û kedkaran tê xwarin. Hemû fatore ji gel re tên birîn û hemû çavkanî ji alîgiran re tên veqetandin. Di 31’ê Adarê de gelê me ji vê re careke din got bes e. Gelê Wanê du caran ji van polîtîkayan re got ‘na’. Em we hemûyan pîroz dikin. Ji mezinkirina têkoşîna li hember zêdetir rêyeke me nîne. Li dijî kesên em bêbêhn hiştin di 31’ê Adarê de bersiva xwe da divê em careke din vê bersivê bidin. Em aştî, xwişk û biratî, perwerdehiya bi zimanê dayikê û welatekî gel weke xwişk û birayan lê bijîn dixwazin. Li dijî neçareserkirina pirsgirêka kurd û pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehan ji bo budçeya ji şer re tê xerckirin ji gel re were veqetandin em li van qadan e.”