Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê

img
STENBOL - Hezaran kes ji bo derbasî Taksîmê bibin, li Saraçhaneyê kom bûn. Karker li dijî êrişa polîsan li ber xwe didin. 
 
Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a binpêkirinê, Qada Taksîmê di Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê de, ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezayar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) karker îro serê sibê li Saraçhaneyê hatin ba hev. Karker wek kortej ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Polîsan li pêşiya sûrên Saraçhaneyê pêşî li girseyê girt û bi guleyên plastîk û xaza îsotê êrişî çalakgeran kir. 
 
Girse li dijî êrişa polîsan li ber xwe dide. Piştî êrişê, girseya kom bûye hewl dide ku ji riyên cuda xwe bigehîne Qada Taksîmê. Hat destnîşankirin ku di êrişa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.