Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!

img
AMED - Bihayê şitlên darên fêkiyan li gor par ji sedî 50'î biha bûn. Şitilfiroşan gotin ku ji ber bihabûnê firotina daran jî kêm bûye. 
 
Bi krîz aboriyê re fiyeta mazotê biha bû. Bi bihabûna mazotê re fiyetê şitilan jî zêde bû. Li Amedê ku şitilfiroş şitilên daran ji Bûrsa, Îzmîr, Hatayê û bajarên din distînin, ji ber heqê veguhastinê zêde bûye şitilên par bi 600-700 lîreyî difirotin îsal ji sedî 50 zêde kirine û di navbera hezar û 200 û hezar û 300 TL'yî difiroşin. 
 
Fîdefiroşên li semta Batikent a navçeya Yenîşehîr a Amedê şitilan difiroşin, anîn ziman ku ji ber bihabûnê fiyetê şitilan jî zêde bûye û wekî berê kes nakire. 
 
‘ŞITILA DARÊ YA BI 800 LÎREYÎ BÛYE HEZAR Û 200 LÎRE'
 
Şitilfiroş Hasan Aygun anî ziman ku li gor par fiyetê şitilên fêkiyan zêde bûne û got ku şitila xoxê ya bi 650 TL'yî niha bi hezar TL'yî û şitilên din jî ji 800 lîreyî bûne hezar û 200 TL. Aygun da zanîn ku ew şitilan ji Îzmîrê tîne û got: "Heqê veguhastinê zêde bûye. Ji ber vê fiyet jî zêde bûne. Niha em ancax di 4-5 mehan de difiroşin. Şitil hişk dibin. Par mirov dikirîn. Par hin kesan 15-20 heb dar dikirîn. Lê niha 3-4 heban dikirin. Çimkî derfet tune ye."
 
Nevzat Korkmaz ê 70 salî ku 41 sal in şitilên daran û fêkiyan difiroşe got: "Ji ber ku me her der hêşîn kiriye em kêfxweş in. Em herî zêde şitilên hirmî, biyok, mişmiş, xox, incas, hejîr... difiroşin. Lê îsal biha ne. Hema bêje fiyetê wan ji sedî 50'î zêde bûye. Heqê veguhastinê biha bûye. Ev bandorê li firotinê jî dike. Li gor par firotin ji sedî 40 kêm bûye." 
 
Korkmaz bal kişand ser çandina daran û got: "Ger hûn ji fêkiyan hez bikin daran biçînin. Eger hûn ji derdorê hez dikin daran biçînîn. Eger hûn ji xwe hez dikin daran biçînin. Eger hûn ji kezeba xwe hez dikin daran biçînin."