Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek

img
ENQERE - Nûnerên partiyên sosyalîst li dijî qedexekirina Qada Taksîmê ji pîrozbahiya 1’ê Gulanê re gotin: “Di her şertê de 1’ê Gulanê Taksîm e” û banga yekitiya li qadan kirin. 
 
Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî îktîdara AKP’ê destûr nade 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê ya Stenbolê were lidarxistin. Nûnerên partiyên sosyalîst jî gotin ku dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin û banga tevlibûnê kirin. 
 
DI 1’Ê GULANÊ DE BIHERIKIN QADAN!
 
Berdevkê Demê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz got; “Em ji bo ked, azadî û pêşeroja xwe bibin yek û biherikin qadên 1’ê Gulanê.” Gurz, diyar kir ku di têkoşîna 1’ê Gulanê de Qada Taksîmê xwedî cihekî dîrokî û şoreşger e û bertek nîşanî qedexeya îktîdarê da. Gurz, destnîşan kir ku qedexeya heyî rewa nîne, ew ê bi tu awayî qebûl nekin û li her devera bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dakevin qadan. Gurz, banga tevlibûna 1’ê Gulanê li her kesî kir. 
 
HÊVI DI SOSYALÎZMÊ DE YE
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun jî anî ziman ku pergala heyî bi hilbijartinan naguhere lê tevî vê yekê jî gelan baweriya “Îktîdara AKP-MHP’ê nahilweşe” têk birine. Torun,  got ku dê vê hêza gel veguhêzin qadên 1’ê Gulanê û wiha dom kir: “Hêvî di sosyalîzmê de ye.” 
 
Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Ozge Akman jî daxuyand ku êdî tiştekî îktîdara AKP’ê bikare bide gel nema ye û di krîza aborî ya heyî de xizan hêj xizantir û dewlemend jî hêj bêhtir dewlemend bûne. Akman, got ku têkoşîna çîna karker girêdayî destûra wezareta karên hundir nîne, dê sibe li Qada Taksîmê bin û careke din encamên hilbijartinê nîşanî îktîdarê bidin.
 
‘EM LI QADÊN 1’Ê GULANÊ BIBIN YEK’
 
Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) a Dîlokê Sevda Karaca jî destnîşan kir ku karker û kedkar têkoşîna çînî didin û wiha bi dawî kir: “Dewlet bûye mertalê sermayedaran û patron di şer de berîkên xwe bi xwîna karker û kedkaran tije dikin. Têkoşîna li dijî vê rewşê ji her demê bêhtir girîng e. Divê em biherikin qadên 1ê gulanê û bibin yek. Ji bo jiyaneke mirovane û bidawîkirina cînayetên kar divê hemû kedkar, karker û bindest biherikin qadên 1’ê Gulanê.”