Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin

img
WAN - Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku dê di 1’ê Gulanê de li Parka Mûsa Anter a Wanê daxwazên xwe biqîrin û banga tevlibûna li her kesî kirin. 
 
Amadekariyên mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê ya Wanê temam bûn. Mitîng dê bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Baroya Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Odeya Bijîşkên Diranan û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) bi dirûşma “Ked a me ye gotin a me”, li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter were lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û serokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz dê di mitîngê de biaxivin. Hunermend Fazil Demîr, Koma Janya û Babetna dê derkevin ser dikê. 
 
'EM AZADIYÊ BIQÎRIN’
 
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Ferît Ceylan ji bo mitînga sibê got ku dê daxwaz û pêşniyarên çareseriyê biqîrin. Ceylan, bi domdarî wiha got: “Bindest, xizan, bêkar, mamosteyên tayîna wan nehatiye kirin, karker, gundî, cotkar, esnaf, yên kêmtirîn mûçeyê digirin... Bi kurt û kurmancî em li benda hemû bindestan e ku bên qadê. Em bi hev re qadên 1’ê Gulanê azad bikin.” 
 
Seroka Giştî ya Tarim Orkam-Senê Serap Baysal jî destnîşan kir ku di serdemeke keda jinê di her qadê de tê xwarin de ew 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Baysal, wiha pê de çû: “Piştî pêvajoya pandemiyê jin weke hêza kar a hêsan hatin dîtin. Yên ji ewil ji kar hatin derxistin jin bûn. Pênaseyên zayendê hatin kirin û hewl dan jinan di malan de hefs bikin. Li dijî qirkirina jinan, qirkirina ekolojiyê û destdirêjiya li dijî zarokan em biherikin qadan û bi hev re azadiyê biqîrin. Divê jin li dora dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ mil bidin milê hev û li qadên 1’ê Gulanê bin. Dema jin tune bin, her qada jiyanê vediguhere qada talanê. Em li bendê ne hevalên me yên jin di çarçoveya vê dirûşmê de li qadan bin.” 
 
Sekreterê Rêxistinkirinê yê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Îzzet Îldeş jî ev tişt anî ziman: “Banga me li hemû gelan ew e ku di 1’ê Gulanê de li dora daxwazên me bicivin û xwe birêxistin bikin. Ji bo mezinkirina hêvî û têkoşînê, em tevek sibe li qada 1’ê Gulanê bin.” 
 
Serokê Giştî yê Kultur Sanat Senê Ahmet Ozbek jî got ku 1’ê Gulanê cejna kesên bindest e û banga tevlibûna 1’ê Gulanê li her kesî kir.