Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!

NAVENDA NÛÇEYAN - Amadekariyên mitîngên 1'ê Gulanê yên li Êlih û Dîlokê bi dawî bûn. Nûnerên sendîkayan ji bo “jiyana demokratîk û wekhev” banga tevlibûnê li hemû derdoran kirin. 
 
Amadekariyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li hemû bajaran didomin. Li Kurdistanê jî li Êlih û Wanê wê mitîngên herêmî bên lidarxistin. Wê pîrozbahî li Dêrsim û Dîlokê jî bên lidarxistin. Mîtîng wê li Êlihê li Parka 8'ê Adarê bê pîrozkirin. Tê payin ku ji 9 bajaran kes beşdarî mitînga li vir bibe. Girse wê saet di 11:00'an de li Xaçerêya Turgut Ozal li hev bicive û paşê bi awayekî kortejî wê ber bi qada mitîngê ve bimeşe. Sendîkayên bajêr bal kişandin ser pirsgirêkên karkeran û banga tevlîbûna 1'ê Gulanê li her kesî kirin.
 
250 HEZAR KARKERÊN TEKSTÎLÊ JI KAR HATIN DERXISTIN
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Karkerên Tekstîlê (Tekstil-Îş) a Êlihê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Mesût Onar diyar kir ku ji ber bihabûnê hêza kar ber bi welatên wekî Çîn, Bangladeş û Endonezyayê ve diçe. Onar da zanîn ku di salên dawî de li Êlihê zêdetirî 250 hezar karkerên tekstîlê yan îstifa kirine yan jî ji kar hatine avêtin û got: “Di bin navê biçûkkirinê de derxistina ji kar a karkeran dest pê kir. Dema karker ji kar hatin avêtin hemû mafên wan nehatin dayîn. Ji karkeran re gotin 'Herin malê, 3 roj şûn de werin.' Ji ber destûra bêmazeret ew ji kar derxistin." 
 
Onar ku got "Pêngava herî mezin a karkeran a li dijî van kirinan sendîkayîbûn û rêxistinbûyîn e" anî ziman ku heya sendîkayîbûn û têkoşîn tune be wê şert û mercên kar ên karkeran baş nebe. Onar li dijî neheqî, kedxwarî û bêhiqûqîtiyê hemû karkeran vexwand qadên 1'ê Gulanê. 
 
REWŞA PERWERDEKARAN
 
Endamê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Êlihê Nûrettîn Şîmşek diyar kir ku di warê perwerdehiyê de gelek pirsgirêk hene. Şîmşek destnîşan kir ku desthilatê perwerdehiyê veguherandiye "bazirganiyê" û got: “Perwerdekar jî ew kes in ku li malbatan mêze dikin û zarokan didin xwendin. Lê îro meaşê kedkarên perwerdehiyê li dor 30-40 hezar TL'Yî ye. Ma wê bi vî pereyî kirêya malê bide yan jî zarokên xwe bişîne dibistanê? Di sala 1994'an de dema me dest bi kar kir xewneke me ya wiha hebû, 'Wê wesayîtek me û malek me hebe.' Lê niha kesên nû dest bi kar dikin, xeyaleke wan tune ye. Dest ji stendina xanî û wesayîtê berde, dibêje 'Ez ê çawa heya serê mehê îdare bikim.' Yanî îro ro perwerdeka rbi pirsgirêka debarê, hêwirandinê û nepêşketinê re rû bi rû ne."
  
Şîmşek bi bîr xist ku li welêt nêzî 750 hezar mamosteyên netayînkirî hene û got ku mamosteyên netayînkirî "tercîheke siyasî" ya desthilatê ye. Şîmşek xwest ku demildest hemû mamoste bên tayinkirin. Şîmşek ku got "1'ê Gulanê, ji cejnê wêdetir, roja têkoşînê ye", xwest di 1'ê Gulanê de her kes li cem wan be. 
 
GUHERÎN DIVÊ
 
Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Êlihê Salîh Bayat jî anî ziman ku AKP'ê di warê tenduristiyê û xizmetên civakî de bûye sedema travmayên giran û bal kişand ser zêdebûna tundî û mobîngê ya li qada tenduristiyê. Bayat destnîşan kir ku desthilat bi çavê "koleyan" li tenduristkaran mêze dike û got ku tu tevdîr nayên girtin. 
 
Bayat bal kişand ser girîngiya têkoşîna sendîkayîbûnê û got: “Sendîkayîbûn, di esasê xwe de muxalefetiya li hemberî desthilat û kardêr e, hêza yekitiyê ye. Divê hemû xebatkar bi vê ferasetê tevbigerin. Sendîkayîbûyîn, xweparastina li hemberî pergal û desthuilatiyê û yekîtî ye."
 
Bayat bilêv kir ku wateya Newrozê ji bo kurdan çi be, 1'ê Gulanê jî ji bo karkeran ew e û got: "Beşdarbûyîna li qadên 1'ê Gulanê çi qas xurt be, wê bersiva ji bo desthlat, kardêr û pergala kapîtalîst jî ew qasî xurt be." 
 
DÎLOK: WÊ MITÎNG LI QADA STASYONÊ BE
 
Girse li Dîlokê wê saet di 12.00'an de li Parka Yeşîlsû ya navçeya Alêban (Şehitkamil) bicive. Piştre jî wê heta Qada Îstasyonê ku wê pîrozbahî lê bê kirin, wê meş bê lidarxistin. Di pîrozbahiyan de ku wê bi pêşengiya DÎSK, Odeya Bijîşkan a Dîlok-Kilîs, TMMOB û KESK'ê bên lidarxistin, tê payîn ku ji bajarên derdorê jî kes beşdar bibin.
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Xizmetên Giştî (General-Îş) a Dîlokê Suleyman Goçmen wiha got: "Li herêma pîşesaziyê em bûn şahid ku karker ji kar hatin derxistin. Gelek kes koçî vî bajarî dikin. Em dibînin ku her diçe li Dîlokê rêjeya betaliyê zêde dibe. Em dibînin ku ger wiha bidome, wê ev pirsgirêk zêdetir bibin." 
 
Goçmen diyar kir ku li bajêr amadekariyên 1'ê Gulanê bi dawî bûne û got: "Em ê di 1'ê Gulanê de ji bo rakirina astengiyên li pêşiya mafên sendîkayan û em ê ji bo daxwazên karker, kedkar û kedkaran biqîrin."
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Omer Parlakçi jî diyar kir ku ew ê hemû daxwazên xwe li qadan biqîrin. Parlakçi got: "Li 5 qadên pîşesaziyê zêdeyî 200 hezar karker dixebitin. Fabrîqeyên li vir di warê îxracatê de reqorê dişikînin, lê her diçe şert û mercên karkeran jî xirabtir dibin." 
 
Parlakçi ji bo mitînga 1'ê Gulanê ku wê saet di 12:00'an de dest pê bike, hemû kedkarên bajêr vexwend qada mîtîngê û got: "Em êderdoroên kedkar, derdorêj ehlê demokrasî û wekheviyê em ê li wir bin. Ji lew re ne kedkar, ne karker û ne jî gel paya xwe ji budçeyê nagirin. Xizanî û betalî tê ferzkirin. Xweza û jin tên qetilkirin. Em kedkar dixwazin li vî welatî gotina me esas bê girtin."