Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin

img
MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ji bo mitînga 1’ê Gulanê ya herêmê ku dê li Êlihê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Parka Karayollariyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên “Ked a me ye gotin a me”, “Bijî 1’ê Gulanê” û “Piştevanî dide jiyîn” hatin hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek karker tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Girse li ber dahol, zirne û defê ber bi parkê ve meşiya û gelek caran dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” berz kir. Li ser navê platformê Hevseroka Şaxa Tumbel-Senê ya Mêrdînê Gulbîn Oner daxuyanî xwend û got ku dê li her çar aliyên welat kedkar ji bo mafên xwe li qadan bin. 
 
BANGA TEVLIBÛNÊ KIR
 
Oner, diyar kir ku roj bi roj pariyê nanê wan kêm dibe, pergala edaletê xerab dibe, maf û azadiyên herî bingehîn tên xespkirin û ew ê li qadên 1’ê Gulanê ji vê rewşê re bibêjin “bes e.” Oner, karker hildiberînin û dixebitin lê nikarin jiyaneke mirovane bijîn û jiyana wan roj bi roj zehmettir dibe. Oner, got ku çavkaniyên welêt bi têrî her kesî dikin lê pêşkeşî sermayedar, qesr û alîgirên wê tên kirin. 
 
Oner, da zanîn ku ew ê di 1’ê Gulanê de xwedî li pariyê nanê xwe û keda xwe derkevin, daxwaza wekheviya di bacê de, daxwaza edaletê û wekheviya di dahatê de bikin. Oner, daxuyand ku daketina qada 1’ê Gulanê tê wateya xwedîderketina li wekhevî, azadî, laîktî, hemwelatiya wekhev û pêkvejiyanê ye û bang li her kesî kir ku biherikin qadên 1’ê Gulanê. 
 
Piştî daxuyaniyê, li ber erbaneyan belavokên 1’ê Gulanê hatin belavkirin.