Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn

img
STENBOL - Karkerên di 1’ê Gulana 1979’an de hatin qetilkirin ji hêla sendîkayan ve li Kazanci Yokuşu ya Taksîmê hatin bibîranîn. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), 34 karkerên di 1’ê Gulana 1979’an de hatin qetilkirin bi bîr anîn. Li Kazanci Yokuşu ya Taksîmê ku karker lê hatibûn qetilkirin, pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” hate hilgirtin. Li gel nûnerên sendîkayan, her wiha kesên ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kesên din tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de gelek kesan dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate berzkirin. 
 
BANGA JI BO 1’Ê GULANÊ
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû karker bi bîr anî û got ku dê di 1’ê Gulana îsal de li Taksîmê bin. Çerkezoglû, diyar kir ku kedkar, jin û ciwan êşên giran dikişînin lewma dê li çar aliyên welêt li qadan bin. Çerkezoglû, got ku 1’ê Gulanê tê wateya mezinkirina têkoşîn û îradeyê û hemû kes vexwend qada Taksîmê. 
 
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak jî da zanîn ku îktîdarê bi polîtîkayên şer aboriya welat xistiye nava krîzeke mezin, xizanî kûrtir bûye û wiha got: “Dema hesabpirsînê ye. Qada Taksîmê qada sekna li dijî vê xizanî û bêedaletiyê ye. Xwedîderketina li mafên xwe, li edaletê soza me ya ji bo kesên me windakirin e. Lewma em ê li Qada Taksîmê bin.” 
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ
 
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci jî anî ziman ku dê ji bo pêşîlêgirtina polîtîkayên şer û yên 1’ê Gulanê weke dijmin nîşan didin li qadan bin. Fîncanci, wiha domand: “Bifikirin ku li her devera cîhanê ji ber polîtîkayên şer çek tên hilberandin. Ev pereyê ji bo şer û çekan tê veqetandin besî tenduristiya her kesî dikin. Lewma li ser navê hemû hempîşeyên xwe em soza têkoşînê didin.” 
 
DALCI NEHAT JIBÎRKIRIN
 
Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn cihê 34 karker lê hatin qetilkirin. Girse piştre jî ji bo bîranîna Mehmet Akîf Dalci ku di 1’ê Gulana 1989’an de li Parka Şîşhaneyê hatibû qetilkirin dest bi meşê kir. Girseyê li seranserî Cadeya Cumhuriyetê ya Taksîmê meş li dar xist û gelek caran dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Şehîdên 1’ê Gulanê nemirin” berz kir. Piştî meşê jî qurnefîl danîn cihê Dalci lê hatibû qetilkirin.