Tecrîd didome krîz mezintir dibin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Vegera li polîtîkayên şer û girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, krîzên li welêt girantir kirin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ya hêzên navneteweyî re di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin û li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Abdullah Ocalan herî dawî jî di 7’ê tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 28’ê kanûna 2012’an de got; “MÎT ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd diçe serdana Abdullah Ocalan” û piştî vê gotinê, “pêvajoya çareseriyê” dest pê kir. Lê belê di 22’yê adara 2015’an de dîsa bi axaftina Erdogan ev pêvajo bi dawî bû. Bi bidawîkirina pêvajoyê re tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî giran bû. 
 
Israra AKP’ê ya di şer û tecrîdê de, ji bo gelên Tirkiyeyê rê li ber gelek pirsgirêkan vekir. Krîza aborî kûr bû û rizîbûna civakî jî roj bi roj zêdetir bû. Me bi daneyan nîşan da bê ka Tirkiye ber bi rizîbûneke çawa ve hatiye birin. Ji bo dane baş bên fêmkirin me îstatîstîkên di navbera sala 2013-2015’an û yên sala 2021’an ku tecrîd hate girankirin heta roja me dane ber hev. 
 
RIZÎBÛNA CIVAKÎ
 
Piştî gotina Erdogan a “Me pêvajoya çareseriyê xist sarincê”, gotinên partiyên siyasî yên şer sor dikin, zayendperest, cihêkar û yekperest jî zêde bûn. Li rexekî leşker hatin sewqkirin û êriş hatin kirin, li rexa din jî li ser bingeha dijminatiya li kurdan teşe dan civakê. Vê rewşê jî bingeha rizîbûna civakî amade kir, bûyerên îstîsmarkirina zarokan, cînayetên kar, standina çekan a şexsî û komkujiyên jinan zêde bûn. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); di sala 2013’an de ji ber sûcê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan 17 hezar û 948 dosya hatibûn vekirin û ev hejmar di sala 2023’yan de bû 40 hezar û 713. 
 
Li gorî daneyên Weqfa Umutê; di sala 2012’an de rûxsetên 338 hezar û 22 çekên li ser şexs dihatin gerandin û 319 hezar û 37 jî yên li cem xwe dihatin girtin hatibû dayîn lê di sala 2023’yan de ev hejmar derket 4 milyon çekên birûxset û 32 milyon çekên bêrûxset. 
 
Li gorî daneyên Meclisa Tenduristî û Ewlekariya Karkeran (ÎSÎG); di sala 2013’an de 235 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û ev hejmar 2023’yan de derket û hezar û 932 û di 3 mehên ewil ên 2024’an de jî bû 425. 
 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) jî di 2013’yan de 237 jin hatin qetilkirin, di 2023’yan de 315 û 248 mirinên biguman çêbûn; di 3 mehên ewil ên 2024’an de jî 92 jin hatin qetilkirin û 59 jî bi awayekî guman mirin.
DOVÎZ
 
Dema hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re didomiyan; di 25’ê adara 2013’an de dovîz 1,8 TL bû û di 25’ê adara 2024’an dema tecrîd didomiya jî dolar bû 32,07 TL. 
ENFLASYON
 
Li gorî daneyên TUÎK’ê di sala 2013’an de enflasyon ji sedî 7,49; di sala 2023’yan de 64,77 û di sê mehên ewil ên 2024’an de jî ji sedî 15,06 e. 
 
Koma lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî di sala 2021’ê de enflasyon weke ji sedî 82,81 û ji di sala 2023’yan de weke ji sedî 127 ragihandibû.
LÊÇÛNÊN ŞER
 
Hikûmeta AKP’ê ku di şer de israr dike, bûdçeya ji bo lêçûnên şer roj bi roj zêde kir. Di serî de ÎHA û SÎHA, bi sedhezaran envanterên şer kirî. Bûdçeya ji bo Wezareta Parastinê ya Neteweyî hatiye veqetandin ji 20,3 milyar TL’an derket 440 milyar û 496 milyon û 960 hezar TL’an.
BÛDÇEYÊ LI KÊMIYÊ DA
 
Her sala ku îktîdara AKP’ê serî li şer dide, bûdçeyê jî li kêmiyê da. Di sala 2013’an de ku hevdîtin didomiyan de bûdçeyê 33 milyar û 951 milyon TL li kêmiyê da û ev rêje di sala 2023’yan de bû 1,37 trîlyon. Serokatiya Stratejî û Bûdçeyê ya Serokkomariyê di OVP’ê de destnîşan kir ku li gorî texmîna wan dê bûdçe di sala 2024’an de 2 trîlyon û 651 milyar û 900 milyon TL li kêmiyê bide. 
TECRÎDÊ DERÛNIYA GEL XERA KIR
 
Gotinên yekperest, cihêkar, zayendperest û nefretê yên siyasetmedaran bandoreke neyînî li ser derûniya gel jî klr. Ev yek di danyên TUÎK’ê de jî derket holê. Li gorî Lêkolîna Memnûnbûnê ji Jiyanê ya TUÎK’ê; di sala 2013’an de ji sedî 59 kesan digotin ji jiyana xwe razî ne û piştî destpêkirina tecrîda girankirî, di sala 2021’an de ev rêjeye daket ji sedî 54,6’ê û di sala 2022’yan de jî bû ji sedî 49,7. 
 
Girêdayî vê rewşê koçberî jê zêde bû. Li gorî daneyên Îstatîstîkên Koçberiya Navneteweyî ya TUÎK’ê; di 2016’an de 177 hezar û 993 kes, di sala 2022’yan de jî 466 hezar kesan ji Tirkiyeyê koç kirin.
 
MA / Bêrîvan Kutlu