Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin

img

RIHA - Esnafên Kuçeya Qada Haşimiye ya dîrokî diyar kirin ku ji ber krîza aborî hêza kirînê ya gel kêm bûye û ji ber vê yekê jî êdî ew nikarin berhemên ku dikirin bifiroşin.

Krîza aborî ya ji ber polîtîkayên şer ên desthilata AKP-MHP'ê her diçe kûrtir dibe. Bi kûrbûna krîza aborî re hêza dan û standinê ya gel jî kêm dibe û ev yek jî herî zêde bandorê li esnafan dike. Esnafên ku nikarin berhemên xwe bifroşin di bin şert û mercên zehmet de hewl didin debara xwe bikin. Ji ber ku dewlet ji qeyrana aborî re çareseriyê nabîne û her roj biha qat bi qat zêde dibin, welatî di nav xizaniyê de dijîn. Esnafên Kuçeya Qada Haşimiye ya dîrokê ku em bi wan re axivîn, bi lêv kirin ku ji ber krîza aborî hêza kirînê ya gel kêm bûye û ji ber vê yekê jî ew hatine wê astê ku êdî nikarin berhemên xwe bifiroşin. 
 
Ji esnafê ku 29 sal in li Kuçeya Qada Haşimiyeyê perdeyan difroşe Yasîn Altûn bi lêv kir ku her sal rewşa wan xerabtir dibe û wiha got: “Salên berê hêza kirînê ya gel hê baştir bû. Lê belê bi krîza aborî re hêza kirînê ya gel bi awayekî cidî kêm bû. Kêmbûna hêza kirîna gel bandorê li me jî kir. Ji ber ku biha zêde bûne, êdî xelk nikarin werin berheman bikirin. Mesref zêde ye lê qezenc kêm dibe. Divê rayedar ji bo başkirina vê rewşê bikevin hewldane.
 
'EM DIKANÊ BIGRIN JI VÊ ÇÊTIR E'
 
Esnaf Mehmet Altundag ê ku bi çêkirina perdeyan debara xwe dike jî diyar kir ku ji ber krîza aborî ew di rewşeke zehmet de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nikarin berhema ku difiroşin bi berhemeke nû re biguherînin. Em jî roj bi roj dihelin. Krîza aborî ya giran heye. Sedema krîzê rêveber in. Par hêza kirîna gel zêdetir bû. Karê me yê zêde hebû. Lê îsal me ne karî berhemek bifiroşin û ne jî bikirin. Heke em dikanê bigirin ji vê çêtir e. Em wek bazirgan di rewşeke dijwar de ne."
 
Ji bazirganan Abdulkadîr Çoban jî wiha bertek nîşanî krîza aborî da: “Em jî ji vê krîza aborî pir bandor bûn. Ji ber ku hêza kirînê ya gel kêm bûye, nikarin debara xwe bikin. Êdî xelk nikarê tiştekî bikirê. Dev jî dan û standinê berde xelk debara xwe nikariyê bike. Vê rewşê pir bandor li me kir. Sedema vê rewşê krîza aborî ya heyî ye. Ji bo li dijî vê krîze esnafên biçûk li ser pêyan bimînin divê ji wan re teşvîk bê dayin."
 
'SEDEMÊ KRÎZÊ DESTHILAT E'
 
Ji bazirganan Hamît Aslan destnîşan kir ku ji nexweşiyta Kovîd-19'ê ya ku tevahiya cîhanê bandor kir ve karê wan rawestiyayê û weke sedema qirîza aborî jî polîtikayên desthilat nîşan da. Aslan, axaftina xwe wiha domand: “Krîza aborî ya giran heye. Sedema vê krîzê desthilata heyî ye. Mirov êdî nikarin dan û standinê bikin. Ji bo başkirina vê rewşê divê desthilat biguhere. Ew bi awayekî din nayê rast çareser kirin. Heke ev rewş baş nebe, bazirgan wê neçar bimînin dikanên xwe bigrin. Bilî vê yê wê bikarin çi bikin."
 
Ji welatiyên ku bi zarokên xwe re hatibû kuçeyê ji bo dan û standinê Îsmaîl Çîftçî jî bertek nîşanî buhabûnê da û ev tişt gotin: “Berê em dihatin dan û standinê herî kêm me çend heb pediviyên xwe dikirîn. Lê niha em nikarinê tiştekî bikirin. Her tişt pir bihayê. Sedema vê yekê krîza aborî ye. Ji bo ev krîz bê çareser kirin divê rêyedar di nav hewldanê de bin."
 
MA / Mahmût Altintaş